Ev pirtûka ji 232 rûpelan li ser dîroka Kurdî ye. Li ser Mîrnuşîniya Erdelaniyan e ku paytexta wê bajarê Sine bû. Nivîskarê wê Elî Ekber Kurdistanî ew berî 120 salan nivîsiye.
Jan Dost ew ji Farisî wergerandiye erebî û ji weşanxaneya Aras li Hewlêrê sala 2002 an hate weşandin. Ev yekemîn jêdera kurdiye ku têde têkiliya kurdan û imperatoriya Mîdya bicih dibe. |
|
| Ev pirtûka ji 232 rûpelan wergera Mem û Zînê ye bi erebî. Fîlosofê iraqî Hadî Elelewî pêşgotina wê nivîsî û bi alîkariya wî ew ji weşanxaneya Dar Elkunûz Eledebiyye li Beyrûtê sala 1998 an hate weşandin. |
|
| Ev pirtûka ku sala 1996an li Istenbolê ji nav weşanên Avestayê derket, wergera helbesteke helbestvanê kurd yê erebînivîs Selîm Berekat e. vê pirtûkê roleke bingehîn di danasîna Selîm Berekat de li bakurê Kurdistanê lîst. |
|
| Ev pirtûk(528 rûpel) yekemîn çapa Mem û Zînê ya fermî ye ku bi destûra wezareta ragihandinê li komara Sûriyê çap bûye. Ew ji nav weşanên Dar Elzeman sala 2007 an derket. Ew bi xwe çapa Mem û Zinê ya çaremîn e ku Jan Dost ew di gel şiroveyeke berfireh sala 1995an weşandibû. |
|
| Ev pirtûk jî ji nav weşanên Avestayê sala 1996 an derket. Ew wergerandina çend helbestên bijartî yê helbestvanê ereb yê navdar Bedr Şakir Elseyyab in. Pirtûkê navê xwe ji helbestek Elseyyab ya navdar wergirtiye, helbesta Sirûda Baranê ku roleke wê ya mezin di helbesta erebî ya nûjen de hebû. |
|