home
contact

Mîrname

Mirovê rûnuxamtî, axa ku bi cilên wî ve girtibû û li ber çipikên baranê bûbû peşkin ji herîyê û li rûpoşa wî jî ketibûn, bi destê xwe yê rastê daweşand û ji binê gorê de bi dengekî jinane bang kir:
- evçende bese.
Dema ku bi destê wî girtin û ew derxistin, pişikên xwe tijî bayê şil kirin û got:
- eeeeeeeh. Elhemdulillah em li tehtan rast nehatin, gora wî pir bi nermî hate kolan.
Û bi awireke ji xwe razî li binê gorê nihêrî.
Xirecira xeyalên kesên ku wê sibeha barandar li dora gorê kombûbûn, bi bêdengîyeke sezayî mirinê, mîna rûpoşa wî mêrê ku gor kola bû, hatibû nuxumandin. Lê di rûyê her kesî de  xemgînî bê rûpoş bû. hinekan rûyên xwe di kefên destên xwe de veşartibûn û hêsrên xwe bêyî ku kes hay jê hebe didane alî. Li hev nedinêrîn û hêsrên xwe ji hev vedişartin. Hinekan jî pişta xwe dabûne darên çinarê  û ji wê jorê de bêdeng li wan kaşên kevirî û rût yên li dora wan bêdengî kûrtir dikirin, dinêrîn. Tenê ewê rûnuxamtî bi çavên xwe yên xweşik û zuwa dikarîbû xemgînîya her rûyî di wê xirtolê de bixwîne. Her carê xwe dida rex yekî ji wan û vinevin pê diket û digot:
- Xwezîya me bi dilê wî. Ji vê dunyaya fanî bar kir.
Dema ku darbesta termê şêx Ehmedê Xanî li ser, xuyabû. Mêrê rûnuxamtî bi alî wê de lezand. Çar mirovên ku her yekî ji wan bi alîyekî darbestê girtibûn  hêdî hêdî dimeşîyan. Wî xwe gihande wan û xwe xwarî bin darbestê kir. Kefenê spî yê li term pêçayî  weke ku baran nabare zuwa bû, lê hayê wan kesên ku cenaze hilgirtibûn ser milên xwe jê nebû. Mele Ismaîlê Bazîdî  yê li hêla rastê di pêşîyê de ji hoste  Selaheddînê sehhaf re yê ku destikê çardarê yê çepê li ser milê wî bû re got:
- tu jî bala xwe nadê!!
Hoste  Selaheddîn peşkên baranê yên ku tev li firmêskên wî bûbûn ji ser rûyê xwe yê zirav û henûn maliştin û pirsî:
- Bala xwe bidim çi heyran?
Mele Ismaîl dengê xwe hinekî nizim kir û got:
- Min termên weha sivik hîn nedîtine.
   
Mirovê rûnuxamtî yê ku ayeta ( kullû men e`leyha fan) bi dengekî xinanî û bilind dixwend, devê xwe nêzîkî guhê  mele Ismaîl kir û bi dengekî ji yê wî nizimtir got:
- ev şêxekî nûranîye, loma jî termê wî sivik e. Giranîyan terman girêdayî gemara rûhê mirovan e, ev şêx zatekî tahir bû, rûhê wî paqij e  dê ji xwe sivik be seyda. Ew ronahî ye ronahî. Ma çi giranîya ronahîyê heye Mele Ismaîl!!!!
Mele Ismaîlê ku alîyê wî yê çepê ji şaşikê heta şimikê şil bûbû, li pişt xwe zîvirî. Devê wî ji hev bû û pirseke zuwa bi rûpoşa wî kesê rûnuxamtî werkir:
- min tu li ku dîtibû?!!

***

Bêdengîya bi baranê şûştî ya mêrên rûxemgîn yên li dora gora Xanî ya nûkolayî, û bêdengîya  wan her çar mêrên di bin darbesta wî û baranê de dimeşîyan, li mala kevin ya birayê wî yê mezin mele Qasim weke cawekî hevrîşim  hatibû çirandin û hawara jinan  heta berfa Gilîdaxê  diçû.
Jinên reşgirêdayî  desmalkên xwe yên rengareng  ji ber hûçikên xwe derdixistin û barana ku ji çavên wan  dihate xwarê zuwa dikirin. Hêsrên hinek jinên ku ji bîr kiribûn kilê ji çavên xwe bibin weke çipikên hibrê bi ser hinarkên rûyên wan yên çilmisî de diherikîn.
Xûşka xanî ya mezin Perî , cotecot hêsir diherikandin û her bêhnekê lawjyek davête ser birayê xwe heta ku  
kêra girî li gewrîya wê dida û berxika nehwirandina wê digurand.
***
Lawjeyeke ketanê:

Haware li min haware
haware
Îro kekê min Ehmed
Xwediyê qelema zêrîn
Kaxezên berfîn
mêvanê axa sar e
haware li min
haware
gundîno
 cîranno
malîno
çira Bazîdê îro vemirîye
di tarîyê de mane koşk û sera û qub û minare
haware li min hawar e
haware
ji ewran baran dibare
ji çavan hêsir têne xware
Ehmedê min biraye
Debîr û katibê mîraye
 xwediyê mem û zîn e
ezmanê xwedê îro li ser kekê min Ehmed
hêsiran dibarîne
agir bi dilê çiyan ketî
berfa Gilîdaxê ji kerban tê xware
way li minê
li min bê xwedîyê
dilê min jar e
dilê min sar e
haware  haware haware
 
de mi go ezê bendika xwe ya Kesrewanî
ji pêş enîka xwe hilînim
keziyên xwe yê spî bi ser birakê xwe de biqusînim
ezê li ber dara biyê rûnim çuqlîkan bihejînim
heta li darê dinê bim ezê bêjim bibilînim
haware li min haware
hogirno
 cîranno
gundîno
 haware
li min haware
wîîîîîîîîî.

Bi wê wî ya wê ya dirêj re jinan hemûyan tep li xwe dixistin û ji girî dihejiyan û digotin wî.

***

Di nava koma jinên ku li ser Ehmedê Xanî digrîyan de, Şenga Celalî jî digirîya. Di nav wî girîyê jinan yê mîna qêrînê de girirîyê wê tenê nedihate bihîstin.  Weke ku ew fedî bike  bi dengê bilind bigirî.  Di gel wê jî ji hemûyan bêtir girîyê wê ji dil bû. Girîyekî ku ji koka dilê wê derdiket û ew weke agirê serê mûmeke li ber bayekî har dihejand bêyî ku hêsir werin xwarê. serê kurê xwe Ehmed yê çar pênc salî li ser kaboka xwe danîbû  û serê xwe çep û rast dibir û carê bi du tilîyên xwe pozê xwe dimalişt. Hêsrên wê di rehengên hêsran re ji çavan dawerivîbûn poz û fişefişeke nerm pê xistibûn.  Çend jinên ku ew nas dikirin di bin çavan re lê dinêrîn û  rûyê xwe tirş dikirin mîna ku jê re bibêjin: malmîratê, de tu jî hema du hêsran li ser rehmetî bibarîne ha!! ma dilê te kevir e!
 Wan giriyê dilê wê nedidît.

***

Lê kefen zuwa mabû
mirovê rûnuxamtî, piştî pirsa mele Ismaîl ya zuha tavilê xwe ji bin darbestê derxist û weke ku li yekî bigere çû û hat û dîsa berê xwe da gorê  û li ber kevîyê wê sekinî.
Yekî ji herduyên ku bi destikên darbestê yên paşî girtibûn got:
- bilezînin da ku termê seyda şil nebe.
Mîrza Sebrî, yê ku bi alîyê darbestê yê çepê girtibû, destê xwe yê rastê bilind kir û da kefenê Xanî. Gava ku dît zuwa ye lerzeke nenas kete hinavê wî û bi dizî di guhê mele Ferîdê li hêla rastê de got:
- heyran ev demeke em di bin baranê de dimeşin û kefenê Seyda hêj zuwa ye!!!
Mele Ferîdê ku doza lezandinê kiribû, keserek dirêj ku bi kefenê reş yê poşmanîyê hatibû pêçandin,  hilanî û got:
- Seyda agirekî dadayî bû dê çawa kefenê wî şil bibe!!

***

çawa ku ew mirovê rûnuxamtî li ber kevîyê gora ku wî kola bû careke din sekinî, şêx Seyfeddînê Cubbeşîn  yê ku bi eslê xwe ji Wanê bû bi hêdî jê re got:
- te gora wî baş kola ye, destên te sax bin
mirovê rûnuxamtî bi payebûneke bêsînor awirek li binê gorê xist û bi dengekî nazik lê bêtir ji poz derdiket got:
- ezbenî divê kûrtir bûya lê ev ji min hat.
Şêx Seyfeddîn destê xwe li pişta wî da û gotê:
- te kêla serê wî jî bi xetên xwe birewêjta  dê gelekî baş bûya. Xetên te pirr çelengin.
Mirovê rûnuxamtî çavên xwe li keviran gerandin û bi awirên xwe yên bi mijeke tîr perdekirî, xêzin nedîtî di kevirê xeyalê xwe de rewajtin.
Dengbêj Dostoyê Ormewî û sofî Heyderê Qersî jî li nêzîkî hev rawestîyabûn û bi xemgînî li axa ku hêdî hêdî di binê gorê de şil dibû dinêrîn. Wan axaftina şêx û mirovê rûnuxamtî nebihîstin, lê wan jî ji hev re gotin ku ev gor baş hatîye kolandin.
Buhariyê  şair jî li dûr pala xwe da bû kevirekî bilind û kitêbek di destê wî de bû, gava ku çav li mele Salihê Cizîrî ket kitêba xwe dada, lê mele Salih xwe gihandê û got:
- ha Buharî efendî!! Ma qey baran bi ser kitêba te de nayê!! Niha  hibra wê li ser kaxezan herikiye.
Wî şairê ku texellusa xwe kiribû Buharî kenîya û got:
- netirse, ev kitêba min ne bi hibrê hatiye nivîsandin.
piştre weke ku li kenê xwe poşman bibe û tê bigihîje ku ken ne layiqî wê dem û wî cih û  meqamî  ye got:
- welleh mele Salih ez xembarim, heyfa wî. Çi hatê lo! Welleh berî heftiyekê du heftiyan min ew dît wek çiyakî b!!
mele Salih ew bêbersiv hişt û berê xwe jê guherî û  çû bi lez xwe gihande darbestê û destê xwe avête kevîkekî wê û meşîya.
Ji dûr siwarek xuyabû, çelpeçelpa simên hespa wî di nava şilopeyê de ew bêdengîya wê sibehê şêlû dikir. Yekî çavê xwe hûrik kirin, birihên xwe bi ser wan de anîne xwarê û destekî xwe da ber enîya xwe û li wî siwarî nihêrî û got:
- bi xwedê ew hecî Zuhdî ye. Wa ye ew û xulamê xwe tên.
Siwar( Hecî Zuhdî yê Celalî yê bazirgan) gihişt û peya bû, xulamê wî yê ku di pêşiya wî d edimeşiya, alî wî kir ew ji ser hespê peya kir.   Hecî Zuhdîyê ku kurkê wî nikarîbû zikê wî yê girover  veşêre, rasterast berê xwe da wan kesên li dora gorê vehewîyayî û got:
- gelî cemaetê bibuhurin, ez taze bi karwanê ku ji Urmiye tê re gihiştim, min hinek şalên nû ji wir anîne. Dema  daketim min nizanîbû çi mesele ye, ji ber ku kesekî bar deyne li bajêr nema bû min berê xwe da vir. rast ew çi hawar bû ji mala mele Qasim rehmetî kete guhê min!!.
Hecî Zuhdî, yê ku qutikê wî yê spî di bin kurk de xuya dikir bi çîlkên wê baranê re xal xalî bûbû.  Axaftiana xwe li dû hev kir, peyv weke wê baranê ji devê wî dibarîyan û fersenda bersivê neda tu kesî, lê dengê korekî ji nav koma feqeyan hat, darê xwe du sê caran li erda şil xist û got:
- Xanî çûye rehmetê Xanî!!
Hecî Zuhdî qutikê xwe di bin kurk de hinekî rast kir , destê xwe danî ser zikê xwe û got:
- Wax wax wax!! Û we limêja cenaze kir?
Wî kesê kor, mîna ku qerfên xwe bike, peyvên xwe dirêj kirin û got:
- erê bavooooooooo, me nizanîbû tu li virî haaaaaaaaa, tu ji xêra nimêjê mehrûm bûyî hecîîîîî,  lê başe te xwe gihande telqînê tacir beeeeeeeeeg.
Mirovê kor, bi wê bersiva xwe xwest zikê xwe bi hecî Zuhdîyê bazirgan  bişo. Hinekan xwest bikenin lê dîtin ku va ye darbesta ku çend kesên naskirî xwe dane bin, gihişt nêzîka devê gorê.
Kesên ku li dora gorê xelek  gerandibûn, neqebek di nav xwe de vekirin  da ku termê Xanî yê bi kefenekî spî û zuwa pêçayî daxînin binê gorê. Hemû li wî kefenî ecêb man  û barana pirsê, sêlav û lehî di xaçirêkên xeyalê hemûyan de herikandin. Mirovê rûnuxamtî pirsên di çavên wan de diherikîn xwendin, xwe avête binê gorê û got:
- heyran ecêb nemînin, ev welîyê xwedê ne ha!
Mîrza Sebrî yê ku hêla wî ya çepê di baranê de mabû jî dakete binê gorê, û herduyan bi hev re bangî kesên ku li jor bûn kirin:
- de ka  cemaet ka.  Termê rehmetî bidin me, sunneta pêximbere ku mirî bi lez werin definandin.
Çend mirovên li jor, term xistin ber hemêza xwe û daqûlî jêr bûn. Mîrza Sebrî û mirovê rûnuxamtî ew girtin û xistin wê çalika  ku di dîwarê quble yê gorê de bi qasî du buhustan hatibû kolandin. Pişt re rêzeke ji keviran li dirêjîya term danîn û êdî Xanî bi kefenê xwe yê zuwa û hesretên xwe yên vêketî ji ber çavan  winda bû.
Mîrza Sebrî yê ku bîna wî li jêra gorê teng bûbû xwest berî mirovê rûnuxamtî derkeve. Ji mele Ferîdê li qeraxa gorê re got:
- ka ezbenî destê te. Va me selîna seyda jî rast kir .
Mele Ferîd berê xwe guherî, hêsrên ku tev li çipikên baranê bûbûn dane alî û çend gavan dûr ket. Du mirovan bi destê herduyên di gorê de girtin û ew derxistin. Rûyê herduyan jî weke ku ji rêwîtiyeke pir dûr vegerîyabin nav heval û hogirên xwe, geş bûbû. Bêhemdî xwe, mirovê rûnuxamtî destên xwe di hev dan mîna ku ji tozekê daweşîne  û got:
- elhemdulillah, qediya.
Û bi lez berê xwe da du kesên li dûr  di taldeya dareke çinarê de  rawestiyayî.  Ew herdu kes  xuyabûn ku ne ji wan memlektan in, qiyafeta wan  ne mîna ya kesê   li  dora gora nûkolayî bû. yekî ji wan kurkekî simûran wergirtibû xwe û  bi rûyê xwe yê kose  li ezmanê  ewravî dinêrî. Yê din sixmeyekî qedîfe û reş û kumekî lûleyî dirêj li serî,  bi ken pêşwazîya  mirovê rûnuxamtî dikirin.
Mîrza Sebrî awira razîbûnê di mirovê rûnuxamtî  veda û hat xwe da tengala Bengînê dergevanê Mîr û jê pirsî:
-  ma Mîr nehat!!
- Na, ew ne vala bû, wî ez di şûna xwe da hinartim.
Û bû xiştexihsta bêran û axa şil bi ser termê Xanî yê bi kefenekî spî û zuwa pêçayî de anîne xwarê.

***

peşkên hibrê weke hêsrên jineke çav bi kil bûn
Peyvên kesên ku li dora gorê kombûyî, tev li wê xiştexiştê dibûn û hev nedigirtin. Weke ku ew her yek ji xwe re dipeyive, guhê kesî ne li ser axaftina kesî bû. Wan jî niaznîbûn çi dibêjin, hema kî li kê rast diaht  hevîrê pirseke şkeva li tenûra guhê wî dixist û dimeşîya. Di wê bêdengîya şil de, Bengînê dergevan yê ku taze gihiştibû, çavên xwe li mele Ismaîlê Bazîdî digerandin û li kê rast dihat pirsa wî dikir.
Ew li xwe hay nebûbû heta yekî bi dengekî hinekî bilind got:
- malava nizanim çi bi me hatiye!! Hişê me  hemûyan gewşek bûye û em tevde îro gêjin û li dora hev dizîvirin. Ha vaye mele Ismaîl li pişt te ye û tu lê digerî Bengîn efendî!!
Bengîn li pişt xwe zîvirî, silavek da mele Ismaîl û bi lez  çend kaxezên pêçayî xistin berîka wî û di guhê wî de kire pistepist. Mirovê rûnuxamtî yê ku bi lez ji hinda wan herdu mirovên biyanî vegerîya û mîrza Sebrî, herduyan jî dixwestin li axaftina wan guhdarî bikin,  lê ji nişkê ve dengê melayekî ji wê navê hat û got:
- gelî cemaetê, de ka werin em dê telqîna seyda bidin.
Şêx Seyfeddîn cubbeyê xwe yê şîn hilmişt û heta ber newqa xwe ya qalind û stûr anî û  li ber kêla serê Xanî rûnişt da ku dest bi telqînê bike.
Baranê jî axaftina xwe ya avî nizim kir, weke ku dixwest guhdarîya  gotinên dawî yên ku dê zindî ji kesekî mirî re bibêjin, bike. Çipikên wê hêdî hêdî tarî dibûn, lê bala kesî nekişandin heta ku di nav vingevinga şêx Seyfeddînê Cubbeşîn re dengê Teymûrê meyxur, yê ku bi navê Teymûrê fasiq dihate naskirin, hat. Ew bi hêrs û tirs qêrîya:
- Wey bavo ev çi ye !! hibr dibare hibr!!

veger
 
©jandost2008