home
contact

Guldanka Sîverê

Sîverê…. Sîverê
Guldanka te xweşik bû
Lê aaaaaax, çi zû şikest!!

 Baraneke hûrik,  di wê roja sêşemê, ji tebaxeke şilavî  de dibarîya. Karkerên fabrîkeya firaxên ferfûrî, ya li bajarokê Sîvera nêzîkî Parîsê,  derketibûne bêhnvedanê û cixareyên xwe li bin wê barana weke pêçîyên perîyan dilovan û nermik, dikişandin. Li bakur jî, çemê Senê yê ji siya darên li qeraxan kişîyabûn, kesk bûbû. Çemekî xilmaş bû û  bi aramî diherikî. Xelkên  ku bi wê xunavîya hûrik perwa nedibûn, li herdu kenaran diçûn û dihatin, hinan kûçikên xwe derxistibûn seyranê, hin dost û yarikan jî li pişt darên li peravê çem bilind bûbûn, bi maçin ji agirê di firnên fabrîkeya firaxan de vêketî germtir, mijûl bûbûn. Hinan  jî di qeyikan de bi kêf li tîrêjên roja ku ji pişt ewran ve weke sênîkeke zêrîn, yek caran xuya dikir, temaşe dikirin.
Firaxên ferfûrî yên ku fabrîkeyê ew çê dikirn, bûbû du sed sal ku nav û dengê wan li tevaya Ewropayê belav bûbû, êdî ku bazirganekî bixwesta firaxên xwe yên ferfûrî li bazarekê bifiroşe, bi dengê bilind digot:

  1. ev malê Sîver e, destê xwe bidinê, eynî mîna memikên keçikên çarde salî ye!

Hîn ji serdema Liwîsê panzdemîn de, nêriyê hezar û sed yarikên çavşîn û ransipî, padişahên Ewropayê ku dibûne mêvanên şahnûşîna Parîsê, tebsî, sênîk, peyal, guldank, şekirdank, xwêdank, xwelîdank, camên meyê yên krîstal, tasikên şîr û fincanên qehweyê û çaydankên ferfûrî weke yadigar bi xwe re dibirin serayên xwe.
Wê roja havînê ya dirêj, karkerên ku dûyê cixareyên wan tev li dûyê êtûnên fabrîkeyê dibû, nizanîbûn ku li nêzîkî wan, bi qonaxa çarîkekê meş,  guldankin mezin, mezin weke xewnan û weke hêvîyan û weke welatên di xeyalên mezinên welatan de, ji bo maseyên bê guldan, yên milletên ku hêvî mîna cuheran li ber devê wanin û her jê dixun, hêvîyên ku ne  bi dawî dibûn, û ne jî ew têr dikirin, têne sazkirin.
Wan nizanîbû ku giregirên di talareke mezin û kevnare de, li serayeke wî bajarokî, li hev civîyayî, qederên milletan mîna teşîyan di destên xwe de dizîzikînin û xewnên ji murekkeb û xwînê, li ser kaxezan dirêsin û  bi pozikên zêrîn yên xameyên xwe, dewletekê ava dikin û yekê diruxînin.
Li wî bajarokê nêzîkî çemê Senê, lê dûrî Dicleyê, guldankeke ferfûrî ji kurdan re jî dihate amade kirin, lê bi neqşin ewropî, û bi tilîyên hunermendên siyaseteke bi mij,  û imzeya Damad Ferîd paşa, nûnerê imperatorîyeke li ber sekeratê, xemilandî.
Her axayekî kurd, ku çar xulamên wî hebûn, her torinê mîrekî ku du sê hevalên wî yên ewropî hebûn, her şêxekî ku çend mirîdên wî hebûn û her efserekî ji alayên  Hemîdiyan ku du sê nefer bi tifinginên Martîn û Meceran li dora xwe didîtin, çavên xwe berdabûn wê guldankê. Hemûyan maseyên xeyalên xwe ji danîna guldanka Sîverê re amade dikirin, hemûyan gula hêvîya xwe, bi xewnên hukumdarîya kurdan av didan û ew ji wê guldanka Sîverî re dibişkivandin.
Çend roj ji cejna qurbanê re mabûn, peymana Sîverê û bêhna dewleteke kurdî kete pozê hemûyan, lê Enqere ji Sîverê nêzîktir bû.
Di rojên cejnê de, li ser menberan şêx û melayên ku zêrên Enqerê diherikîn berîkên wan, tenê behsa xayintîya Ferîd Paşa û Ermenî û Kurdên ku hiştibûn ew peyman ronîyê bibîne, dikirin.

  1. gawirin, dixwazin xilafeta islamê ji holê rakin.
  2. Destekên Ingilîzin, çavên wan li tunnekirina Kurd û Tirkan e.
  3. Ew bi wê peymanê, deskîsîya artêşa Yûnanistanê dikin.

Beg û axayên  ku meyldarîya Enqerê dikirin jî, li her civatê behsa xayinên Sîverê dikirin û xelk ji vegera Ermenîyan ditirsandin.

  1. ev peyman, li dijî kurdan e, berî tirkan. Ew erdê me  dê li Ermenan belav bikin û me bikin koleyên wan. Bedlîs, Wan,  Erzerûm, dê ji dest me herin birano.

Ronakbîr û siyasetmedar û şêxên têgihiştî yên Kurd, nikarîbûn li ber pêlên dijîtiya peymanê rawestin. Berovajî wê, dijberên peymanê di nava kurdan de, xelk germ dikirin û berê wan didane  enîyên şer yên li rojava.
Guldanka Sîverê, ya ku dewletên mezin ew li ser maseya xeyalê Kurdan danî bû, bê gul mabû. Kurdan nêrgiza xwe, nêrgiza azadîyê ya ku di xewnên wan de bişkivî bû, ber bi wê guldankê de birin.

  1. nêrgiz du rojan tî bibe, diçilmise.
Xeyalên tî, ji xeyalên tî re digotin.

 

veger
 
©jandost2008