home
contact

sê(3) roman û nivîskarek(1)

Yaqob Tilermenî
 
Tebaxa sala 1990’î ji bo xweqeydkirina li dershaneyê, ji Qoserê çûbûm Amedê. Piştî qedandina kar û barên xwe derbasî pirtûkfiroşê nêzîkî dersxaneyê, DÎLAN’ê bûbûm. Renge cara pêşîn bû ku min ew qas pirtûkên der barê kurdan û yên bi kurdî de didîtin. Ger şert û şirût guncav bûna û di bêrîkên min de têr pere hebûna, min ê bi dehan pirtûk bisitendana; lê min baş dizanîbû ku li vegerê li du yan sê cihan saxkirina polîs û leşkeran heye. Pirtûka rengtarî ya ku li ser berga wê Kela Dimdimê û Jan Dost hatibû nivîsandin, di kelegerma bajêr de weke aveke hênik di ser giyanê min re herikîbû û ez di mînîbusê de heta Qoserê çendîn caran li wan tîp, bêje û rêzikên kurdî qefilîbûm.
Nema tê bîra min ew pirtûk li cem kîjan hevalê min ma û jixwe min jê û pê ve ew li tu derê jî nedît; lê navê nivîskêr her û her di bala min de ma û ji wê çaxê de ye nivîsên wî weke çavdêrekî dişopînim. Nivîskar Jan Dost ku di sala 1965’an de li Kobanî’ya Binxetê hatiye dinyê û ji deh saliya xwe pê ve agirê nivîsînê bi lodên pûşê wî ketiye, ji sala 2000’î û vir ve li Elmanyayê dijî. Bi qasî ku ji nivîsên wî diyar dibe; lingekî wî li ser rêya wêjeya nûjen be, lingê din di gencîneya dîrokê de ye û rabirdûyê û îro di hişekî zelal de digihîne hevdu û bi zimanekî helbestî pêşkêşî xwîneran dike. Dema ku min romana bi navê Mijabad xwend û min li çûn û hatina helbestkarekî di nava avakirin û hilweşîna Komara Mahabadê temaşe kir, hem bi zimanê coşdar ê ku seqaya demeke ji raboriyê vedigot kêfxweş bûm, hem jî bi karesata ku Qazî û hevalên wî ber bi sêdarê ve dibirin re êşiyam û ji bo nivîseke li ser vê pirtûkê min roman danî aliyekî ji bo ku cara duyem bixwînim. Jixwe ew fersenda min çênebû ku Mijabad’ê cara duyem bixwînim; çinku romaneke wî ya din derketibû û bi heterî bang li kurdan dikir ku serokekî serîhildanê û gelek pêlewanên bênav bi çi dek û dolaban ber bi sêdaran ve hatine kaşkirin. Min romana 3 gav û 3darek bi rasthatinî di tebaxa 2007’an ji Amedê sitend. Yanî di navbera Kela Dimdimê û vê romanê de 17 salên tijî xweşî û reşî yên jiyana min bihurîbûn. Divê min fikr û ramanên xwe yên der barê vê romanê de zûzûka binivîsanda, ji bo wiha min di sê bêhnan de xwendina xwe qedandibû. Jixwe di xwendina duyem de min ê binivîsanda; lê nebû, wext ket navberê û romana Mîrname hat li ber derî rawestiya. Berî ku Mîrname’yê bixwînim, 3 gav û 3darek bi çêjeke dîtir tev li giyana min bû û asoxî min biryara xwe ji bo vê romanê da ku bi xwîneran re parve bikim…
Jan Dost, ji ber hişmendiya xwe ya mêjerî ku ji berhemên wî diyar e bi mantiqeke matematîkî serê xwe bi nivîsên xwe re diêşîne, Mijabad’ê li 4 çirayan dabeş dike û ji xwîneran dixwaze ku "li ber çar çirayan bixwînin”; lê ligel ku bi sê gavan kêlîkên taliyê yên Şêx Seîd vedibêje, di 3 gav û 3darek’ê de Pêşgav, Gava Çarem, Guldanka Sewrê, Kevirê Lozanê, Gav ku namînin ji bo avêtinê, ?, Siya dil ya kesk jî tev li romanê dike û ji xwîneran re dibêje “ji bo tu wê bixwînî, tu ne bi hewce yî çira yî”. Mirov dikare bi van hevbeşiyan her du romanan weke du xelekên zincîrekê bi nav bike. Ger Mîrname xeleka sêyem be, weke xwîner li hêviyê me ku bi romaneke din xeleka çarem temam bibe.
Roman bi tîbûna Şêx Seîd dest pê dike û ev tîbûn ew qasî tê şayesandin, dîmeneke weke çola Kerbelayê tê ber çavên mirov. Ligel ku di Mijabad’ê de rabûna lehiyan her û her di nava rêzikên helbestî de ji nava rûpelan derdikeve û digihîje heta menzela xwîner, di vê romanê de tîbûn bêhnê li mirov diçikîne: “Kesekî tî wê şevê li Amedê nebû, ji bilî wî şêxê ku du serbazan bi milên wî girtibûn û ew ber bi sêdarê ve dibirin.” Nivîskar weke dîsgotinekê meseleya tîbûnê hey dubare dike û vê meseleyê bi têkçûyîna Bedirxan paşayê ku ji teref Osmaniyan bi bêaviyê hatibû têkbirin, girê dide. Şêx Seîdê ku lehengê romanê ye, ji serî heta binî ne ew Serokê Serhildanê bixwe ye; ew kesekî ji xeyalên nivîskêr afiriye û ger bi navekî dîtir di romanê de cih girtibûya, ji bilî hin kîteyan dê neşibiya Şêx Seîdê Paloyî. Çinku salên jiyana wî giş ji tûrikê Jan Dost derketine û ew sal di nava mêjûyeke nivîsandî ya kronolojîk de hatiye belavkirin: “Li ber sêdarê, salên Şêx Seîd li pêş û paş hev diketin, bûyerekê xwe dida ber yeke din,” û “xeyalên wî carnan weke serxweşan paş û pêş diçû, carnan jî dibû hespekî rewan sal li dû salê, li pey toza xwe dihiştin.” Û çinku der barê jiyana Şêx a şexsî de (dê, bav, jin, zarok, xuşk, bira) tu agahî nayên dayin.
Objeyên aydî leheng û yên têkîldarî leheng weke lehengên biçûk ên romanê di her beşê de derdikevin pêş û weke rengên alîkar ên wêneyekî, ruhekî taybet didin romanê: Şijika ketiye şimikê, şimika şoreşê, saeta serkîsof, şehê ji dara gwîzê, şaşika spî, sêdarên spîndarê, şivqelûn, tûtin, werîsê zeytkirî, gwîz, kilê subhanê, desmala perîxanê, gustîlka zîv, kevir, liba tûyê… Dema ji van objeyan qala hinan tê kirin, têkîldarê wê objeyê qala xayîntiya hevlingê Şêx ê bi navê Qasim beg jî tê kirin. Ji lewre ew obje di bêrîkên mirovekî nehêja de hîna bêtir Şêx dîêşîne û mahdê xwîner jî ji kirûyeke wiha dixelîne.
Dîsa sê lehengên ku ji xeyalên nivîskar afirîne, her carê bi xwevegotin û xeyalkirina lehengê sereke re bi rêkûpêk dimeşin û cihêrengiyekê didin pêşaniyê. Xidirê Botî bi navê xwe yê din Sofî Gwîzo, bi felsefeya xwe ya ku bi gwîzan ruhber dike, weke çarenûsa kurdan a dubarekirî her û her bi xwîner re bêhêvîtiyekê çêdike û serhildaneke têkçûyî û sedemên wê bi bîra xwîner ve tîne: “dewrêşê botî her în dihate ber mizgefta Mûşê, li hewşa mizgeftê, di binê qubê de radiwestiya, gwîzek ji keşkûlê xwe derdixist û diavête ser qubê, gwîz digindirî û dihate xwarê,” Lehengekî balkêş ê din Xalisê Bedlîsî ye ku di dema feqîtiyê de hevalê herî nêzîkî Seîd e: “Xalidê Bedlîsî, xwediyê qelûnên dar, hostayê şewatên dilan û tûtinê,” Piştî mirina Sofî Gwîzo ew radihêle keşkûleke tijî gwîz û gwîzan diavêje ser quban. Qerwaşa ber malê, Perîxanê jî diyar e ku lehengeke honakî ye ku dilê Seîd dikevê û di bihara temenê wî de ji bo tîbûna wî bişkîne daqûlî ser bîrê dibe, di bîrê werdibe û tê de dixeniqe. Perîxana ku desmala wê ya kesk heta dîlketina Şêx Seîd di bêrîka wî de ye, heta fînala romanê jî ji xeyalên wî yên di bin sêdarê de dernakeve û pirsa herî dawîn arasteyî wî dike: “-Pirsa te çi bû?”
Ligel ku 3 gav û 3darek bi honakeke xeyal-rastî û xurt hatiye ristin jî, di bingeha bûyeran de dîrokeke hatiye jiyîn a zexim heye. Di beşên li dû gavan de weke “Guldanka Sewrê”; avabûna Komara Tirkî, çarenûsa kurdan, di beşa “Kevirê Lozanê” de; rola Îsmet Paşayê kerr û firotina kurdan bi bajarê Mûsilê, di beşa “Gav, ku namînin ji bo avêtinê” de; amadekariyên serhildanê, rola Yûsif Ziya û Xalid begê Cibrî û sedema girtin û dardakirina van her du lehengan, di beşa “Siya dil, ya kesk” de; gavên ber bi serhildanê ve, xeletiyên tên kirin û xefikên artêşê, çûna Şêx Seîd a Pîranê û bersiva neyînî ya Seyîd Riza û di beşa “?” de jî rojên taliyê yên şer bêyî ku xwîner di xwendinê de bilikumîne û bêyî çêja xerab a vegotineke dîrokî bide xwîner bi rêkûpêkî di romanê de hatine bicihkirin…
Mirov dikare ji bo berhemê gelek xalên dîtir ên girîng destnîşan bike, lê xala herî girîng ew e ku mirov berhemên li jêr, li dû hev bixwîne û bibîne ku cihê romana kurdî gihîştiyê, li kûderê ye.
*  *  *
DERWAZEYÊ WÊJEYÊ
1.      Mijabad, Roman, Weşanên Belkî
2.      3 gav û 3darek, Roman, Weşanên Avesta
3.      Mîrname, Roman, Weşanên Avesta        

veger
 
©jandost2008