home
contact

Mîrname:  manîfestoya felsefeya Ahmedê Xanî ye

M. Şefîq Oncu

Nivîskarê binxetî Jan Dost piştî kitêba xwe ya bi navê “3 gav û 3darek” vê carê bi Mîrnameyê xwendevanan di tunela zeman de de derbas dike û dibe demsala tovçandina fikr û ramanên kurdewarîyê, demsala Ehmedê Xanî û me li dîwana wî dike mêvan.
 
Dixûye ji sebebê niviskar bi xwe jî ji wê tunela zeman derbasî demsala 18. bû ye û ji bo lehengên romanê weka ku ew di wê demê de bi kurmancîyek çewa jiya bin, bi me bide naskirin, kurmancîyek ku gelek gotinên erebî, farisî û ji alîyê bikaranînê ve tirkî, bikaranîye. Wekî dinê zimanê romanê him bilind û him jî sivik e. Nivsîkar hesasîyetek mezin daye da ku kurmancîyek herêmî bikar neyîne û hewl daye ku tu devera Kurdistanê ji vê vegotinê bêpar ne hêle.
 
Niviskar lehengê xwe ji meslekên cuda yên demê hilbijartîye. Lê alîyekê dinê jî bi hilbijartina leghengan rewşa siyasî, civakî û sosyal ya demê û trajedîya kurdan jî berbiçav dike. Di nava şer û tixûbên nediyar yên osmanî û farisan de ji ermen, êzidî û gurcîyan jî lehengan derdixe û bêbextîyê li dîrokê nake.
 
Jiber lehengên romanê bi xusûsîyet û taybetmendîyên xwe ewqas zindî û xwezayî ne, li gel min dizanibû ku ez romankê û ne belgeyek dîrokî dixwînim jî gelek caran destê min bê hemdê min diçû kitêbên dora min û min dixwast ez binêrim bê ka  Teymûrê fasiq, Mele Ferîd yan jî Mîrza Sebrî kî ye, li ku jiyaye. Dîsa di cîhek dinê de min xwe jibîr dikir û destê min ber bi refika kitêban ve diçû da ku ez zanibim bê şerê tê destnîşankirin li wê deverê çêbûye yan na.
 
Jan Dost ji alîyekî beyî ku bersîvek berbiçav bide, bi hosteyî du pirsên girîng tavêje ber xwendevanan, dihêle xwendevan bi ahagîyên ji devê leheng û şahidên demê, xwe bi xwe bighêje qenaetekê. Niviskar ewqas bicesaret û ji xwe bawer e ku hê di beşa yekem de hema hema nevê hemû lehegngên xwe di wê “ sibeha bi baran” de li pê hev rêz dike. Lê Jan Dost ji alîyê dinê ragihandina fikir û ramanên Ehmedê Xanî, felsefa wî weka erkeka li ser milê xwe dibîne û bi  hosteyî di ber vî barî radibe. Herçi minaqeşeya sebebê mirina Xanîyî û di roja wefata wî de barana hibrê derdikeve pêş jî di eslê xwe de Mîrname; weka manîfestoya felsefa Ehmedê Xanî ye. Peyamên Xanî bi taybetî di Mem û Zînê de dide bi Mîrnamê kamil dibin, li qalibê xwe rûdinên.
 
Heger Mîrnameyek duyem bê nivisandin divê li ser bingeha bihevhonandina taybetmendîyên netewebûna kurd be. Pêvajoya em tê de derbas dibin vê erkê dixe stûyê romannivîsên kurd.
 
Cîhê kêfxweşîyê ku em dibînin; sewya romana kurdî bilind dibe. Îro alîyek çiteyê di destê Hesenê Metê û li ser ‘Gotinên Gunehkar û alîyê dinê di destê Jan Dostî û li ser Mîrnamê bilind dibe. Divê ev sewye êdî daneyê. Pêwist e romannivîsên kurd derbaskirina vê çiteyê ji xwe re bikin armanc û vê çiteyê her bilind bikin. Roja romana kurdî jî gîhaşt derceya romana xelkê- bê guman ketîye wê rêkê-, dê hîmek dinê yê netwebûna kurd li cîhê xwe rûnê.
 
*  *  *  *   *
 
Ronîkirina sebebê mirina Seyda êdî karê krîmologa ye. Medem sêhezar sal piştî mirina Tutan Şamun bi saya teknolojîyê mirina wî  hate ronîkirin, dê rojek mirina Syedayê Ehmedî Xanî jî bê zellakirin. Ne ji bo ez pesnê xwe bidim, lê ji bo dîrok barekî dixe stûyê min, ez ê bêjim bê min ew roj çi dît.
 
Min jî dît ew roj hibr barîya
 
Belkî ji ew zilamê rûnuxamtî û Seydayê min Ehmedî Xanî  pê ve kesî min ne dtîtibe, lê ew roja Înê ya yekê remezana 1119 de ez jî li goristan binîya mala me bûm. Dema dîya min Sitê bi qelogirî xwe reş girê da û berê xwe da Mela Qasim ya kevn, min zanibû tiştek ne li xêrê qewimîye.
 
Ez li pê wê çûm û di hewşa mala Mele Qasim de pê hesîyam ku Seydayê min wefat kirîye. Min dizanibû ku nexweş e, li mirina wî qe nehditibû bîra min. Mirina merivek weha pîroz divîya ne weha bû ye. Ez ji xwedê jî hinek dilşikestî bûm. Vegerîyam malê û min çi kinc û bergê reş dît li xwe kirin.

Dema min dît ku çend mêr li goristanê gorekê dikolin, min zanibû ya wî ye û ez çûm ser gora hê nû dihate kolandin.
 
Zilamê rûnuximandî ji min pirsî bê ez kî me û li wê li çi digerim. Min gotê; ez suxteyek Seyda me. Gote min; Îro ew roj e ku tu ji bin deynê xwe derê. Min go çewa ? Gote here ferşikên bi qasî mezinayîya du destan bide hev û bîne !. Li gotina xwe zêde kir û got; bira mezinîya wan weka hev be!.
 
Êdî kesî nikaribû min bisekinanda. Jiber wê barana hur lê ji sibehê de dest pê kirbû, ji cîhrakirina ferşikan rehet bibû. Min tê ra du goran ferşik berhevkirin û danî bakurê gorê û û çûme ber daldeyekê. Ew ferşikên li dirêjîya termê Seyda hatin danîn û wî ji çavên xerab veşartin, min dabûn hev. Wê rojê heta mêrê dawî jî ji ser gora wî çû ez li wê bûm. Piştî kes li wê nema ez çûm ser gorê, çend ayetê Quranê min jiber kiribûn, hemû li ser lêvên min çûn û hatin. Dema min cara dawî destê xwe da kêla serê wî, hê ziwa bû
 
Herê cilê min reş bûn û jiber vê yekê ji hibrê ne lewitî bûn, lê Îneka sax bêhna hibrê bi ser mala me girtibû û heta ku diya min nema debar kir û beyî riza min serê min di serşoka me de bi heft avan şûşt jî, bêhna hibrê ji her dera min dida der.

  www.netkurd.com

 

 

veger
 
©jandost2008