home
contact

Sê gav û pirseka fetisî

Rahmî Batur

Romana Jan Dost a duyemîn bi navê  „3 gav û 3darek (Şeva dawî di jiyana Şêx Seîdê Kal de)“ ji alîyê weşanxaneya Avesta ve hate çapkirin.
Her çiqasî wek şeva dawî di jîyana Şêx Seîd de hatibe binavkirin jî, roman ne di şeva dawî tev de, tenê di demeke kin ya wê şevê de bi tîbûneke dijwar û bi bêdengîyeke tîr û tarî dest pê dike û di wê şeva bêsitêrk û di wê bêdengiya tîr û tarî de bi pirseke fetisandî bidawî dibe.
Diyare ku Jan Dost mîna romana xwe a yekemîn (Mijabad) ji bo vê romanê jî gelek lêkolîn kiriye û kedeke mezin daye.
Şêx Seîd di navbera du leşkeran de ji hucrê heya ber sêdarê dimeşe û ji xeynî pênc rûpelên destpêkê ku dimeşin, roman li ber sêdarê û sê gav jê dûr ve dest pê dike ta bi dawî dibe.
Nivîskar xwe xistiye bin karekî giran. Ji ber ku jîyana Şêx tev de li ser wan sê gavan radixe. Xwendevan di navbera dem û bîranînan de dibe û tîne. Nivîskar bi xwe jî, ji ber kurtedema ku hilbijartîye li ser devê şûr dimeşe. Lewra divê wisa xwendevan di navbera dem û bîranînan de bibe û bîne ku bi awayekî çerxa demê nerawestîne, da xwendevan ji rastîya demê şiverê nebe, sar nebe. Tevî ku hinek car hestên rawestina çerxa demê çêdibe û nivîskar wek biterpile jî, nakeve, heya dawîyê li ser pîyan dimîne, her sê gavê xwe jî dimeşe û xwendevanan gavekê jî bi xêra xwe zêde dibe…
Ji destpêka romanê ve pirseke Şêx Seîd heye ku ji Xweda bike lê tim „hê wext heye“ dibêje û pirsa xwe nake û wê pirsê wekî xwendevanekî ez ditirsandim û ji tirsa xwe tevî mereqa xwe ya zêde jî, min newêrî li dawîya romanê binihêrim. Tirsa min ew bû ku ez wê pirsê bixwînim, dê ji romanê sar bibim û romanê nikaribim heya dawîyê bxwînim û her ku ev pirs derkete pêşiya min, min xwezîya xwe dianî ku nivîskar, Şêx ji vê pirsê poşman bike, wê pirsê pê nede kirin, ji ber pirsa wî çi dibûya bila bibûya wê di wê kêlîkê de bêwate bûya. Û nivîskar ew xweziya min bi awayekî ku min dixwest jî çêtir pêk aniye.
Bi çi awayî?
Em wê diyar nekin, bi tama dawiya romanê nelîzin…
Ji navê romanê ta dawiya romanê, her tişt ji serî de hatiye fikirîn û hûnandin.
Jixwe zimanê Jan Dost yê poetîk xwendevan tevlî çemekî xemgîn dike. Roman tev de mîna helbestekê ye. Û ev alîyê nivîskar yê serkeftî jî, hin caran ji bo romanê dibe pirsgirêk. Yanê car caran helbestvanîya wî, dorê ji romanê distîne, ji bîr dike ku di nav romanê de mêvane. Rola romanê didize:
“Wê şevê xwedê  pişta xwe dabû dunyayê û li ser erşa xwe ya nûranî, hêsirin ji ronahîyê dibarandin….
Hemû xwedayan girîyê xwe ji hev vedişartin û çavên xwe ji wê meydana li himber camîya mezin ya Amedê dadigerandin.“
Xwedê çima hêstran dibarîne? Helbest xweşe, başe lê divê nekeve pêşiya romanê. Divê helbest bizanibe ku ew dinav romanê de mêvane…
Ev nêrîna min a şexsîye, dibe ku ji bo xwendevanên din ev ne mesele be.
Kêmasîyeke esasî ku ji bo min di vê romanê de diyare, şexsîyet û zimanê lehengên romanê ne. Nivîskar navek hilbijartîye û ji bo wî navî dawîyeke serkeftî amade kirîye, lê bi qasî serê xwe li ser şeklê romanê êşandîye, serê xwe li ser hunandin û lihevanîna şexsan neêşandîye. Mirov dema romanê dixwîne, di serî de Şêx Seîd, mirov tê nagihêje ka lehengên romanê xwedî şexsîyet û karekterên çawa ne.
Tevî ku em wekî xwendevan ber zaroktîya Şêx Seîd ve diçin jî, di vê romanê de em li ser şexsîyeta wî, karekterê wî nikarin bibin xwedî fîkrek. Yanê ne şexsîyeta serok û rêberekî ne jî şexsîyeta şêxekî diyar dibe… Ez bixwe nebûme xwedîyê fikrekê.
Ji bo mebesta min diyar be, em li çend mînakan binihêrin:
“Çend carî şêx Seîd ji midûrê hepsê  xwest ku desmala wî jê re bînin, lê bê fayde bû. her mudûrê hepsê jê re digot:

  1. şêx efendî, ew ne desmal e, ew ala ku we di isyana xwe de hildida ye, nabe ku dîsa têkeve destên we!!
  2. Bînin bînin, tenê dikim pê hêsrên xwe damalim!!
  3. Niha Qasim beg xwêdana xwe pê dadimale!”

Ev dîyalog di navbera midûrê hepsê û Şêx Seîd de derbas dibe.
Ev ê ku dawa wê desmalê bi wî rengî dike, Şêx Seîd e yan evîndarekî mecnûn e?

„Şêx derket ber derîyê camîyê, êdî rû ji hev nedihatin naskirin, berê xwe da wê qerebalixê û got:

  1. zû hilat, wê zû biçe ava jî.“

Ger bawerîya wî ev bûya, ma nikaribû rawestanda? Çima ew qirkirin bi serê gelê xwe ve anî? Ma ji bo rawestandinê pir dereng bû? Mirov çêdibe ku tevî mirina xwe bibîne jî xwe ji karekî, ji tiştekî nede paş, lê çêdibe ku eynî tiştî bi serê miletekî ve bîne? Ew maf heye?…

„Ew bi hemû hêza pişikên xwe bîn kir, maç kir, serê xwe xiste nav berfa germ ya singa wê û weke hecîyekî  gunehkar li ber Ke`ebe yê,  girîya.

  1. ez ji te hez dikim. „
  2.  

Yanê çima evîna xwe ya eşkere bi girî tîne ziman? Bêhêvîbûnekî jî xuya nake, ger bêhêvîbûnek hebuya yan evîndara wî jê re gotibuya “Na!” û wî jî bi girî bixwesta dilê wê bi halê xwe bida şewitandin, mirov dikaribû fêm bikira lê bi vî rengî nayê fêmkirin ew girî. Nivîskar zêde dixwaze dilê xwendevan li ser lehengê xwe bide şewitandin, lê ev bixwe dibe asteng li ber dilşewatiyê…
Du dîn hene di romanê de, her du jî feylesof û xwedî kerametin…
Ne dirêje ku di wêjeya kurdî de em bimînin bi hesreta dînekî wekî dînan. Dînên di wêjeya me de tev feylesofin. Û biaqilên me jî tev dîn… Erê di nav axaftina dînan de gotinên feylesofî xuya dibin lê dînên di wêjeya me de xwedî felsefeyeka bi rêk û pêk in…

„Şêx çavên xwe li rêza sêdaran û li wî ezmanê bêdeng gerandin, pêjna tu mûcizeyan nedihat!

  1. ne wexta keramatane Seîd!! 

Wî di dilê xwe yê mîna hirmîyekê dipelçiqî de got.“

Ev Şêx Seîd e diaxive an mirîdekî belengaz?..
Şêx Seîd ji pirsên zarokatiya xwe derbazî vê pirsê dîbe:

“Gelo ji van sêdaran jî mezintir e xwedê.  Pirs di  mejîyê wî de weke şapatekî berfê hate xwarê.”
Gelo nivîskar ku dixwest illa vê pirsê pê bide kirin, di zarokatiya wî de pê dabûya kirin, wê ne çêtir bûya?
Û her weha, lehengên romanê jî ne li gorî xwe diaxivin. Yek ê ku di cihê xwe de û yê din ku ne di cihê xwe de, em li du mînakan binihêrin:
Dema Şêx Seîd dixwaze bahayê şimika xwe bide, şimikfiroşê ku mirîdê wî ye naxwaze ji şêxê xwe pere bitsîne û şêx jî dilê wî nahêle:

  1. Xwedê bike ez gavên xêrê bi vê şimikê bihavêjim.

Ev zimanê şêxeke, gotina şêxeke…
Û rojekî di rojiya remezanê de bavê Şêx Seîd diaxive:
“bavê wî yê ji nêza re engirî digot: ev roj li nîvê ezmên eynî  weke singekî hatiye kutan. Ma kesek nîne wî hilkişîne bavo!! »
Û ev ne zimanê şêxeke, zimanê xortekî gundîye.
Û ev kêmasiyên di şexsîyetan de, di zimanê wan de, ne ji qelsîya nivîskar tê, dîyare ku serê xwe li ser vê naêşîne. Serê xwe li ser bûyer û şeklê hûnandina romanê diêşîne û giringiyê nade vê yeke. Di navbera bîranîn û demê de ku nivîskar me dibe û tîne, mîna li ser qumaşekî neqşê bineqşîne, ew beş bi çi gotinî bidawî bibe, beşa din jî bi wê gotinê dest pê dike. Ez bawer dikim ku ew keda ku ji bo vê hunera xwe daye, nîvê wê li ser çêkirina şexsîyetan bida, dê niha îmkanên min û van rexneyan tunebûya.
Û kitêba kurdî a yekemîn ku min xwendîye, kitêba Jan Dost a bi navê Kela Dimdimê ye. Ez niha wê qenciya wî, bi van rexneyan lê vedigerînim…

 

veger
 
©jandost2008