home
contact

Jiyaneke li ber sêdarê "3 gav û 3darek"

Receb dildar

Edebiyata Kurd, bi helbest, çîrok û romanên ku nû dertên û digihîjin ber destê xwendevanan re, her roj qada xwe firehtir dike. Di nav helbestkar, çîroknivîs û romannivîsên kurd de jî hunermendên hêja û berbiçav derdikevin û dixwazin kabên xwe di qada navnetewî de bi hunermendên cîhanê re biavêjin. Yek ji van romannivîsên me jî Jan Dost e. Min Jan Dost bi romana wî ya yekemîn, “Mijabad”  (Weşanxaneya Belkî-2004) nas kir. Min bi xwe tahmeke pirr xweş ji romanê stend û zarokên min jî eşkere kirin û gotin: “Ev cara yekemîne ku em ji romaneke kurdî  notan digrin û hevokên ji romanê li defterên xwe dinivîsînin.”  Îsal (2007) romaneke wî ya nû ji weşanxaneya Avestayê derket. Navê romanê “3 gav û 3darek” e. Dîsa “Şeva dawî di jiyana Şêx Seîdê kal de” li bin navê wê wek navê duyemîn hatiye bikaranîn. Roman 214 rûpel e.
Ciyê kêfxweşiyê ye ku nivîskar, roman bi Kurmanciyeke xweş û zelal nivîsiye. Dîsa ciyê serbilindiyê ye ku zimanê romanê di asteke bilind de ye û gelek herikbar e. Ji ber ku nivîskar xwe li peyvên di quncikan de mane, asê nekiriye, herkes bi rehetî dikare bixwîne û jê tahmeke Kurdî bistîne. Bi rastî jî ew, hostayekî ku ji hostayên zimanê Kurmancî ye. Wek kaniyên ku bi ser çeman de diherikin, peyvan li dû hevdu rêz dike û bi şêweyeke helbestkî bi ser kaxizên sipî ve diherikîne. Ji me re jî dimîne ku em di nav wî çemê zelal de, bi kêfa dilê xwe avjeniyê bikin.
Mijara romanê, jiyana Şêx Seîdê kal e. Serbaz, Şêx Seîd ji girtîgehê digrin û ber bi sêdarê ve dibin. Di sê gavên dawî de bîranînên Şêx Seîd, di nav mejiyê wî de wek birûskê tên û diçin. Êş û janên wî, evîn û hesretên wî yeko yeko di ber çavên wî re derbas dibin. Û pirseke wî ji Xwedayê wî heye...
Di gava yekemîn de; Şêx Seîd diçe zaroktiya xwe. Seîdê zarok di malek mezin de li cem dê û bavê xwe ye. Wek herkesî, zarokatiya wî jî pê şêrîn e û bi dû zarokatiya xwe dikeve.
Di gava duyemîn de; xortaniya Şêx Seîd heye. Seîd feqiyekî 14 salî ye. Evîndarê Perîxanê ye. Hesreta wî pirr mezin e. Tî ye, dike bifetise. Tîbûna wî ancax bi çavên Perîxanê yên deryayî dişikê, lê nagihîje wê. Perîxanê di bîra avê werdibe û Feqî Seîd tî dimîne. Gelo yê di bîrê werdibe Welat û bîr jî Lozan e?
Berî gava sêyemîn, nivîskar di ser 40 salên Şêx Seîd re gavek mezin davêje û wan salan ji ber çavan dûr dihêlê. Di wan salan de; zarokên wî Alî Riza, Selahedîn, Eyşan, Xêriye, Ehmed Ezîze, Evdilxaliq û dêyên zarokên wî Amîne, Fatma û Nazîfe hene. Fatma xwişka Xalidê Cibrî ye, xwişkeke wê jî pîreka Bînbaşi Kasim e. Ji ber ku di romanê de bêyî Şêx Alî Riza, ji malbatê navê tu kesî/ê derbas nabe, ev rewş ji bo malbatê wek neheqiyek jî xuya dike.
Di gava sêyemîn de;  sala dawîn a temenê Şêx Seîd heye. Dest pê kirina serhildanê, êrîşa ser Diyarbekir û têkçûn hatiye nîqaşkirin. Rewşa dinyayê ya siyasî û ya Welat jî li ber çavan hatiye raxistin. Şêx Seîd di gava sêyemîn de jî tim tî ye, wê ancax azadiyê tîna wî bişkesta lê negihîşt wê jî. Nivîskar gava sêyemîn li ser belgeyên ku heta aniha hatine nivîsîn honandiye. Wer xuyaye ku nivîskar gelek lêkolaye, ji ber ku gelek tiştên biçûk jî zeft kiriye.
Nivîskar romanê bi hostatî honaye. Şêx Seîd her ku ber bi sêdarê ve dimeşe, dixwaze jana têkçûna serhildanê ji bîr bike û ruhê xwe yê birîndar bi xweşiyên rojên berê derman bike. Lê dilê wî dîsa jî aş nabe, berê wî tim li Xwedê ye dixwaze pirsek jê bike.
Di romanê de tîbûn wek hêmayeke gelek xurt hatiye bikaranîn. Dîsa gwîzhavêtina ser quban jî hemayeke ku wê kurd gelek li ser bifikirin. Aniha gwîzên me li ser parçeyeke qubê sekinine, hêvî ji bo perçeyên din.
Di cografyaya ku roman lê derbas dibe û di hinek agahiyên di heqê malbatê de, qelsiyek xuya dike. Wek min li jor jî gotibû, nivîskar lêkolînek baş kiriye lê wisa xuyaye ku negihîştiye hinek agahiyan an agahî kêm mane. Ez ê di vî warî de çend mînakan bidim: “Gola Kebanê” (r. 96, 108, 155) bi kêmanî, 50 sal piştî dardekirina Şêx Seîd, bi avakirina bendava Kebanê re çêbû. Di wextê Şêx Seîd de Gola Kebanê tune bû. Elazix û Elezîz (r. 182) wek du bajarên cuda hatine binavkirin. Lê herdu jî navê Xerpûtê ne. Piştî ku komara Tirkiyê ava bû, navê Xerpûtê kirin Elazix, kurd jî jê re dibêjin Elezîz. Yanî herdu bajar yek in. “Mizgefta Qerqeşûnê” bi ya min çewt hatiye nivîsin, rastiya wê Mizgefta Qûrşûnlû ye.
Bêyî sêdara Şêx seîd, nivîskar qala 46 sêdarên din dike.(r. 114, 126) Lê gorayî belgeyên mehkemê ku Şevket Beysanoglu di kitêba xwe ya bi navê “Dîroka Diyarbekir 3” yan de wan yeko yeko bi nav dike, tevlî Şêx Seîd 46 kes hatine bidardekirin. Di ciyê îdama wan de jî xeletî heye, rastî ew e ku li derveyî birca Derê Çiyê hatine bidardekirin. Lê, qefleya berî wan ku şeş kes in (Seyîd Evdilqadir û hevalên wî) li ber deriyê Mizgefta Mezin înfaz kiribûn. Berî wan jî, Dr. Fuad û Şêx Eyub nêzî deriyê Serayê hatibûn îdam kirin.
Sêdara ku nivîskar tarîf dike jî, ji min re hinek luks hat. Çimkî di wêneyên ku heta aniha me dîtibûn de sekûyên ku  ji bo îdamê hatibûn çêkirin tune ne. Li erda rast kursî danîne, wan derxistine ser kursiyan û kursî ji bin lingên wan kişandine. Amed, ne Ewropa bû, hovîtiyê lê hukum dikir.  Bi ya min şaşîtiyek din jî ev e: Nivîskar Palo yê wek ciyê zarokatî û xortaniya Şêx Seîd dest nîşan dike û romanê gora vê yekê honaye. Lê gorayî ku agahdariyên malbat dide, Şêx Seîd li Xinisê hatiye dinê û li wir mezin bûye. Dibe ku bavê wî li Paloyê mezin bibe.
 
Karakterê romanê yê sereke ŞêxSeîd e. Nivîskar di gava Sêyemîn de; Şêx Seîdê ku xwendevanan ji berê de ew nas dikir, nivîsandiye û bi romanê ve girêdaye. Lê Zarokatî û xortaniya Şêx Seîd bi hostatiya qelema nivîskar di romanê de cî girtiye. Di gava duyemîn de nivîskar wêneyên evîndareke nûgihîştî li ber çavên meriv radixe û di mejiyê meriv de bi cî dike. Navê wê keça delal Perîxan e. Karakterekî din heye ku navê wî Xalis e. Ew di feqetiyê de hevaltiya Şêx Seîd dike û di jiyana wî de tim derdikeve ser rêya wî. Xalisê bi tûrê gwîzan digere û hertim dixwaze gwîzên xwe li ser qubek bi cî bike, dişibê Emîral Axa yê romana Mijabad ku ew jî derî bi derî digeriya û ji bo deryayê bîne Mahabadê avê berhev dikir.
Nivîskar di romanê de tiştek balkêş jî kiriye, xwestiye bi lehengên xwe herdu romanên xwe bigihîne hevdu, ev ceribandineke gelek xweş e. Hamesta qîza Entranîk, Ûnisê Amîdî û Remoyê Diyarbekirî ku lehengên romana Mijabad in, di nav romana 3 gav û 3darek de jî xuya dikin û derbas dibin.
Wê xwendevan belkî jî cara yekemîn di romanê de Şêx Seîd ji hemû kirasan tazî, wek însanek sade jî bibînin. Çimkî kirasên serokatiyê, Şêxitiyê, mezinatiyê rola wî ya di jiyanê de pirr giran kiribû. Nivîskar di hinek beşan de van kirasan jê datîne û wî bi dilê wî yê tazî dide xeberdanê.
Divê şexsiyêtên kurd û xebatên wan bibin mijarên romanan û ji neviyên me re bimînin. Jan Dost di vî warî de di herdu romanên xwe de jî biserketiye. Em ê li benda berhemên nû bin.

 

veger
 
©jandost2008