Nameyên ji Gewrê re (6) Îtiraza min heye
24/12/2008
Ji tininîyên ji pêşrewa stranên xwe di cêrê ji herî dicivîne,
îtiraza min heye.
Ne di şilîyê de, stêrk di hewayek zipî ziwa de belav dibin.
Demek şilope û wenda , weka kesek ku bîranînên xwe di nava postê mîhekê de veşartî...
Dawîya xwe tîne hêdî hêdî...
Ronî bê deng bû.
Ji ku hate heşê min nizanim, gelek wext di ser da derbas bibû. Piştî ez bi pê şopa Jan Dostî ketim û min kitêba Mijabad xwend, ez weha bûm. Bi bêhnekê min kitêb xwend Gewrê ! lê hê jî ez ji wê jan a kete dilê min, pak nebû me. Ez çûm kuderê, çi serpêhatîyên min hatin ber çavên min, Heger tu zanibî! A vê dema niha ez ji te re dinivisînim jî ; ez ji xwe re dibêjim, ev tiştên min xwendin tenê romanek bû. Û ez ji xwe re dibêjim dilo hiş be! Ev romanek bû.
Li gora gelek kesan wêje’ ne neynika jiyanê ye, lê ji bo min tam jî ew e. Heger dil bêdeng bimana, dê wêje qe nehata bîra tu mirovî. Sebebê jana tê kişandin jî ev e; jihevcudabûna rih û maddeyê. Û bi ya min wêje tam jî ev e. Şewqa ji neynikê. ..’Amîral Axa’ tesîrek mezin li min kir. Ji felsefa wî ji mirina wî gelekî tesîrdar bûm. Leheng bi şêweyek maqûl di nava çîrokê de hatibû bicîhkirin. Lê dilê min digot hinek din... Xwezî derbdana avê hinek din jî bi hêz bûya. Ewqas tesîr li min kir.
Karekterê herî zêde kêfa min jê re hat Kalê ermen bû. Ji xwe bi qasî ez tê gihîştim, niviskar vegotina xwe li ser wî ava kiriye, bi zanatîya wî dafik li ber xwendevanan danîye. Hê di rûpelên destpêkê de, gotinên li ser Yunus Amedî, yên efsûnî ‘ Keştîya Spî’ ya Aymatovî anî bîra min. Ji min re balkêş hat. Bi hewesek ku qe bi min re çê nebibû, hema bi carekê ve min xwest ez herdu kitêban bi hev re, di nava hev de bixwînim. Helbet min weha nekir, lê bawerim heger min biceribandana dê armonîyek mukemmel ku hê tu kes negîhaştibûyê, derketa holê. Ez ê di derfeta herî pêşîn de vê yekê biceribînim. Dê çavdêrîyek balkêş be û qe meraq neke, ez ê encama wê ji te re jî binivsînim. Hêleka (Mijabad) bajarê mij biser girtîye ya ku ez gelekî jê hes dikim, ya ji destê şaîrê ku bi rojnivîskan hatiye nivisandin e. Belê Gewrê ! Niviskarek hest û çavdêrîyên xwe tenê bi şêweya helbestê weha dikare destnîşan bike. Bûyer weha bû, ne rastî. Ji sebebê uslûbê ez gêj bûm û kitêbê min daqurtand. Belkî ji sebebê rih maddeyê ji hev vediqetînin; ez ji niviskarên kurd hes dikim.Zimanê wan yê nivisandinê ji jiyana maddeyî cuda ye. Ji bo xwendevanên mîna min, asanîyek e. Çi tê gotin em dikarin di nava rêzan de, wan bi asanî bibînin, ne hewce ye em bi destên xwe maddeyan daf bidin. Halbûkî wêje weka ku Pamukî biser dikeve, honandinek matematîkî ye. Ez naxwazim têkevim minaqeşeya bê wêje, welê yan weha ye Gewrê ! kî çewa dixwaze vebêje û binivsîne...
Ez nikarim bêjim bê dema min karektera Jaleyê xwend, ez çûm çendî cîhan, min destê xwe da çendî rûçikan,. Ez bawerim ev ê evînê her mêrk kurd jiyiyaye. Çîrok ne tenê rengîn e , herweha rastîyek e. Dema min ew xwend min di dilê xwe de got ; xwezî qedera wê ewqas ne şibiya ya dayîka wê. Çîroka Mujdeyê jî bi min nas hat. Weka ku mirov hinek din jî li benda tiştên cuda be. Nizanim weha ji serî heta binî êş û jan. Belkî divîya têbinîyek vê çîrokê hebûya. Hinek felsefeyek kûr. Ji bo vê yekê jî min romanê weka nêrînek li dîroka nêz, dît. Hê jî wê jana di gewrîya Badînî de, di gewrîya xwe de hîs dikim. Tu zanî kitêb ji alîyê Kawa Nemir hatiye wergerandin. Serkeftina wergera ji kurdî ji bo tirkî jî tesîrek mezin li ser min kir.
Beyî ku ez vanan jî binivsînim; ez ê nameya xwe bidawî nekim Gewrê !. Ez bi xwendina destnivîsa xwezayîyê, dil dikim erda ez li serê dijîm fêm bikim, di tiştên li ser wê rû didin, diqewimin, bighêjim wan binirxînim û bighêjim zelalîyekê. Û belkî bo me heryekî sedemê jiyanê jî ev e.
Ne hewce ye ez dirêj bikim. Ev demek e ez li kitêba Jan Dostî Mijabadê digerîyam. Min sparîşa wê da birazîyên xwe jî. Li gel min dizanibû ku kitêb li ba rêzdar Selaheddîn Bulutu jî heye min cîhê kitêbxana wî ji wan re negot. Min xwest ez weka xwendevanek tirk li vê kitêbê bigerim; li Taksîmê, li Beşiktaşê, li her kitêbxaneyê gerîyam. Min talîya talî îro li kitêbxaneyekê şopa wê dît. Camêr got ; qedîya ye, û dîsa got ; min ê ji bo te sparîş bida lê çapa duyem çê nebûye. Min dema ez li vê kitêbê digerîyam tiştek ji tunebûna wê hîn balkêştir dît. Di komputera kitêbfiroşên ez çûm gel wan de, navê bi hezaran nivîskar û kitêban hebû, lê ji niviskarên kurd ji yê Mehmed Uzunî pê ve min navek jî nedît. Qedrê ji bo niviskar û wêjeya kurdî tê nîşandan ev e. Ez carek dinê xemgîn bûm. Ev ji bo xwendevan jî ne rewa ye.
Bi qenaeta min ji bo ku wêjeya kurdî di nava wêjeya cîhanê de cîhê xwe bigre, tenê teknîka nivisandina niviskarên kurd yên nivşa nû, tenê şêwe û zanistîya wan, tenê gerdûnîya wan têr nake. Bar dikeve ser milê her wêjehezî. Ez ji wêjeya kurdî hes dikim. Ji naveroka wê hes dikim. Ji hêza xeyala wê hes dikim, Lê ez xemgînim ku haya kesî jê nîne. Û sebeb jî ne ew e. Em ê çewa li bendê bin ku xwendevanek wêjeya kurdî nexwendibe, jê hes bike, pê bê girêdan. Bawer bike ev ne sucê wî ye jî. Ez weha difikrim Gewrê ! Tê gotin ya; heskirin divê dualî be.
Weka şairek amator dibêje;
Jiyan weka darikek kibrîtê ye
Ewqas basîd
Şewitandin
Neşewitandin !
Û heger em pêxistinê jî li van gotinan zêde bikin, herhal temam e. Gotina dawî ev e Gewrê !; heger em pênexin, kibrît bi xwe çirîsk nade.
Ez li benda bersîva te me Gewrê |