home
contact

Mîrname -1

Elî Fikrî Isik

"Mirovê rûnuxamtî, axa ku bi cilên wî ve girtî bû û li ber çipikên baranê bûbû peşkin ji heriyê û li rûpoşa wî jî ketibûn, bi destê xwe yê rastê daweşand û ji binê gorê de bi dengekî jinane bang kir;
-Ev çende bes e.
Dema ku bi destê wî girtin û ew derxistin, pişikên xwe tijî bayê şil kirin û got;
-Eeeeeh. Elhemdulilah em li tehtan rast nehatin, gorra wî pir bi nermî hate kolan.
Û bi awireke jixwerazî li binê gorrê nihêrî.’’
Kitêba Jan Dost ya nû, ku bi navê ‘’Mîrname’’ji nav weşenxaneya Awestayê derket, bi wan hevokên pêşî dest pê dike.
Gotina min ya pêşî, Mirname romaneke herî ji bendewa romana kurdî ye. Mîrname bi her tiştê xwe ve roman e. Mîrname romanekê wilo ye ku ne hewceyî navê Ahmedê Xanê ye. Jixwe ya rastî jî ev e.
’’Xûşka Xanî ya mezin Perî, cotecot hêsir diherikandin û her bêhnekê lawjeyek davête ser birayê xwe heta ku kelagirî li gewriya wê dida û nehwirandina wê digurand.’’
Nivîskar di nava 229 rûpelên kitêbê de careke din venagere ser Perî û çiroka wê. Ji bona niyeta nivîskar ev tişt, tiştekî manîdar e. Li ber gorra Ahmedê Xanî 22 kes hene-xwendewanekî çavvekirî kare di beşa pêşi de, bi rihetî xwe bigihîne vê hejmarê-Ji van lehengê li ser gorrê, 21 yek kes çiroka xwe û ya Ahmedê Xanî bi ziman dikin. Lê yek tenê li derva dimîne, ev jî Perî ye. Perî ne lehenga Mîrnameyê. Li ba dilê min roman ji alî niyeta nivîskar de li vir, xwe dispêre niyeta metn.
21 leheng diaxavin, lê bala lehengekî jî ne li ser Ahmedê Xanî ye. Her leheng çiroka xwe pêşkêşî xwendevan dike û dibe lehengê çiroka xwe.
Nivîskarê Mîrnamê Jan Dost ji binê barekî gelek giran, bi rihetî derketîye. Çiroka romana Mîrname ya taybet nîne. Ku hebe jî, kes nikare bi rihetî bêje, ma çiroka Mîrnamê e ve! Û ji xwe Miîname bi xwe jî ,wî tiştî mukur tê. Di rûpela 19-ê de,vebejêr, dev ji vebêjkirina çirokê berdide û panaromayeke mirovên ku li dor gorrê civîyane, wan destnîşan dike.
‘’Peyvên kesên ku li dora gorrê kombûyî, tev li wê xiştexiştê dibûn û hev nedigirtin. Weke ku ew her yek ji xwe re dipeyive, guhê kesî ne li ser axaftina kesî bû. Wan jî nizanîbû çi dibêjin, hema kî li kê rast dihat hevîrê pirseke şikeva li tenûra gûhê wî dixist û dimeşiya.’’
Wek ku di hevokên jor  de jî hatiye îfadekirin, nivîskar pişti wan hevokan dev ji çiroka xwe ya taybet berdaye û daye du lehengê xwe. Ji vir û pê ve roman ji edebiyateke xas hatîye avakirin. Bira xelet neyê fêmkirin, roman heya wan hevokan jî bi edebiyateke bilind hatiye honandin. Sahna pêşi ya ku li ser gorrê, kolandina gorrê, axaftina ku leheng di nava xwe de dikin bi rastî jî j qelema nivîskarekî herî mezin derketîye. Min ji wan sahneyan pirr hiskir. Her bêje dijî, her hevok di nava xwe de xwedî misyonekê ye û ji xwe di herikandina romanê de xuya dibe ku wê bikêrî tiştekî verin. Û bikêr ten jî.
Bi xwendinekê nirxê vê romanê naye kifşkirin. Ku xwendevan aciz nebe, ez ê li xwe mukur verim; min sê caran ev roman xwend. Piştî xwendina dawî min biryarek hilgirt.’’Bi nirxandin û şirovekirin rumeta vê romanê nayê eşkerekirin. Vê romanê analizek divê.
Pirsa mezin; navê romanê Mîrnameye, lê di romanê de ji nameyeke nîvco pê ve tiştek nîne Ku ev rast be-erê rast e-hinge, niyeta metn ne name ye. Name bahane ye. Niyete metin çiye?Ni yeta metn dibe ku çirok be. Ku ez ne şaşbim, Mîrname xwe bi çiroka xwe ve girê nade. Lê di bahsa çirokê de ku em bixwazin tiştekî bêjin jî ev tişt ji tekiliya çirokê pê ve ne tiştekî din e.
Di wêjeya xas de, çîok mijareka gelek giring e.Çirokê Mîrnamê giş jî bi serketin e. Giş jî xwedi naverok e û giş bûye çirok jî. Bi termonolojîya wêjeyê ku em bêjin, çiroken Mirnamê xwedî buyer in û têrî naverokên xwe dikin.
Lê derdê Mïrnamê ne ev tişten eslî ne. Mîrname derenca xwe katek hê bilindtir kiriye. Bi Mirnamê re edebiyata zimanê kurdî, romana zimanê kurdî ji xwe re cîkî nû û gelek birûmet ava kiriye.
Di vê bêşê de min dilxweşîya xwe anî ziman. Di bêşa didoyan de, ez ê li ser analîzkirina Mîrnameyê bawerîya xwe pêşkêş bikim.

Mirname - 2
12/8/2008
 
Kitêba Jan Dost,Mirname, bi hezar tevnî,ku be xwendin jî,ji rûmeta xwe tiştekî hunda nake.Her xwendinek,vê gelek  Wate û ramanên balkeş bi xwe re binin.Tişte ku min ji metn femkirîye, şêwa metn ne ji ‘’Çêbûn ‘’a çunduna wateyî ye,Ji ‘’çêbûn’’ a çunduna avakarîyê ye.Avakarîya ku ez li wir pêk tinim,bi mana (yapısalcılık) a bi Tirkîye.Wek ku di têbinîyeke di sînor de,ku bi kurtê parî, bahsa avakarîya edebî bikim,ez karîbim wan tişta bir dev bikim.Mirname pirsekê mezinê.Mirname bi zanebuneke mezin tu pirsa bibersiv nake.Mirname xwe naxe şuna bersiva,vezifeyeke wusa hilnagre.Bersiva li holê dihêle û azadiyeke mezin dide xwendewanê xwe.Vegotun ji alî wî qerektere xwe ji vegotina Mehmet Uzuni dikete.û li ba dilê min vegotina romana kurdî, ji bin bandora Realizma kurdî yan hişk,  hedî hedî derdikeve.Bixêra ‘’Gotinên gunehkar û Tirsa bê diran’’ riya vê revayê vebu.Piştî Hesenê Metê û Helim yusiv,Jan Dost jî,bi Mirnamê nefeseke mezin li vegotina romana kurdî veda.Realizm di nava jiyanê de ye!çi karê vê heye di nava wejê de!.Ku hebe,hebe jî enceq qerekterê vê hebin,wejê enceq wîqasi qebul dike. Ne kem û ne zêde.Realizm bê qerektera xwe, bira di nava  rûpele dirokte be.Ciyê wê evdere.Vegotineke realist temsilkirina metn e.Ti imkana nahêle,ji ramanen cuda û ji pirsen curbecur re.Realizm zanaye.!Rastî jî yeke û wê rastîyê jî nivîskar zanê!!?? Jixwe di realizmê de nivîskar rêbere.Misyona wî e ve.
Hezar car şikir ku vegotina romana kurdî dev ji vê rîya hişk berdi de.Edî emê bi rihetî zanibin, kî nivîskare û kî berdevkê serpêhatîya ye.?Ku prizmakî nivîskar nin be,û her tişt di vê prizmayê de neyen şikandin,ma wêje çêdibe,ma wêjeya netewî karê xwe bi afirine.
Ez disa izrê xwe dixazim ji xwendewanê hêja,ji mijara xwe disa dur ketim.
Metnê Mirnamê dibêje ci.? Dibêje min çawa bişopînin? Ne dure,di rûpela 21 de(disa 21 yek derkete pêşîya me!!)Teymûrê Fasiq(hinek jê re dibêjin Teymûrê meyxur û hinekidin jî jê re dibêjin Teymûrê gûrcî.)Wê rojê wuha bi devdike’’ Gava ez qêriyam û min got;Hibr dibare! Ez ne serxweşbûm.Hefsarê hişê min di destê min de bû û bîna hibrê jî,ji bîna xwêdana paxilên yarika xwe ya ermen bêtir nas dikîr.’’Hefsarê hişê metn di destê metn deye û metn ne serxweşe.Metn dibêje Hibr dibare!.Li ser gorra Ahmedê Xanê baran di be hibr û dibare.!Barana ku di be hibr, û dibare tenê bi serê xwe mirnamê dike, Alegorîyeke mezin.Ahmede Xanê ji Teymûrê Fasiq re di bêje’’Murrekkeba min dizîne’’.Û Her wuha disa Xanê di cîkî de ji Teymûrê Fasiq re dibêje’’ Ez mirina xwe dinivîsim’’..Nivîsandina mirinê,murekkeba hatîye dizîn û hibra ku ji devla baranê re dibare.Ev her sê şop jî eşkere dikin ku niyeta metn ne jiyana Ahmedê xanê ye.Ahmedê Xanê   nişandanike. Nişandanikeke İkonik e.
Avakarê ilmê nişandanik,fîlozofê Emerîkî C.S.Peirce, di derheqê nişandanika de sê vesfa dest nişan! dike.Vesifa pêşî,Nişandanika ku dişibe nişandanika xwe,’’nişandanika ikonik’’(minak, wek fotoya yekî.)Dest nişankirina nişandanikê û tewgirtina bîranina vê ‘’Nişandanika tewgirtin’’(Minak,dû û agir,)û,bi têkilîyeke keyfî,pêdivîya dest nişandina,nişandanike,’’Nişandanika sembol’’.(Minak,Gotinên gunehkar,û şeytên)..
Mirov kare wê lista curbecur hêjî zêde bike.Wek,destnişankirina nişandanikê û tiştên din.Her nişandanik bir xwe re mesajeke radigihîne.Lê tespitkirina wan mesaja ne karekî rihete.Tekîliya nav nişandanika divê mijarê de,ji wata nişandanikê bi xwe hê pêwiste.Wek rewşa lehengê Mirnamê Emerê Xiznedar.Emerê Xiznedar korr e.Lê gava ku Teymûrê fasiq diqêrîne,û dibêje Hibr dibare! Emerê xiznedar,kefa destê xwe di de ber baran ê  û dibêje ’’Rastî jî bîna hibre ji wan dihat’’..
Emerê xiznedar ji qû zanibû ku hibr dibare.Nizanî bû ,lê pir dixwest ku ev barana ku dibare hibr be.Ku yekî bê itibar ,yekî meyxur jî bêje nexeme.Metn dilsoze û bi vêrekeke mezin, vê bi de du çirokê xwe.
Ji lehengê Mirnamê Buharî jî di destpêka çiroka dibêje’’Dema ku min bihîst mele Ehmed mirîye, berê min li dikana Selaheddînê sahaf bû.’’…
Ku em ji wek Buharî bikin û berê xwe bidin metnê Mirnamê,emê bibînin ku Mirname,bahsa îro dike.Ne hibr barîye,ne kesî Ahmedê Xanê jahrkiriye û ne jî Ahmedê Xanê nameyek ji mîr re şandîye.Jiyaneke zindî,jiyanekê kurdî di nava rûpelê Mirnamê de di pengizin,roja me.Jixwe mebesta dirok ji femkirina roja me pê ve çiye.?

veger
 
©jandost2008