home
contact

Mîrname û Kujerê Ehmedê Xanî

Hesenê  Dewrêş 
   
Karê edebîyatê û romannivîsê, xebatek kur û sebrek mezin dixwaze. Ez baverim ku her romannivîsek her ku lehengkî di afirîne, yan ji bûyerkê ku di qewimîne, sed çari xwe dixe şuna leheng yan jî xwe dixe nava bûyerên ku tê nivîsandin û piştî ku bawerîya wî bi sekn û tevgera leheng, bawerîya wî bi bûyerê ku di serê lehengê xwe derbast kirîye tê, êdî tîne ziman û bi wê baverîyê wê ji xelqêre jî dibêje.
 
Di romankêde gere mirov li;tevn, meraq çêkirin,paşde vegerîn û honandina bûyera miqatebe. Genette di vebêjeyê de li ser çend tişta disekine; “mawe-dem”, vegotina bûyera bê çawa hatîye gotin, çawa hatîye firehkirin,çawa hatîye kinkirin, bê carna çawa  bêhn wedan çêbûye û paşre çawa hatîye domandin. “Guranî”;  bûyerek dinav çîrokê da bê carekê çêbûye û carekê hatîye gotin,  carekê çêbûye û çend cara hatîye gotin,çend cara çêbûye û carekê hatîye gotin yan çend cara çêbûye û cend cara hatîye gotin.  Vebêjer dikare ji lehenga bêhtir,hindiktir yan bi qeysi wan bi tişta zanibe; vebêjer di gel ku li dervêyî bûyera mabe jî ji terefê vebêjerkî ku bi hertiştî zane bi hawê “nelêcivînbûyî” dikare bê gotin yan ji terefê aferînek kî asun guherbar yan jî bi  nêrîna çend aferîneka bi hawê “lêcivîna hindir” dikare bi hawê neqlê bê gotin. Bi hawê “lêcivîna derve” ku vebêjer ji aferîneka hindiktir tişta zane jî mümkün e. Hûn dikarin bûyera berî ku çêbibin, di peyre ( wek di name-romanê da) yan wextê ku çêdibin jî karin bêjin.
 
Mîrname romana Jan Dost ,ya dawîyê ye, beri niha bi  çend meha(gulan 2008) di nav weşanên avesta derket û hate belavkirin. Vebêj,bi gotyarîya nivîskar bi tirbkolana zilamê rûpoş dest pê dike û bi hatina cenezayê Ehmedê Xanî berfireh dibe. Piştî çîroka ewil wek ku di şevbihêrkekê de, li oda gund yan li hêvanek konferansê mirovê ku Ehmedê Xanî nasdikin û pir-hindik têkiliya wan pêre çêbûne,mirovê ku rengê bajar û  wê dewrê di xwede hilgirtine,mirovê dilxwaz û dilnexwazê Ehmedê Xanî, mirovê sedema paşdeketin û pêşdeketina zimanê kurmancî hwd. Yek yek gotinê digrin (yan mîkrofonê),derdikevin ser dikê û “çîroka xwe” dibêjin.
 
Pirtûk ; ji çirokê Sibeheke bi baran bû, Teymûrê Fasiq,  Emerê xiznedar, Şengê, Hecî Zuhdîyê Bazirgan, Buharî, Mele Ferîd, Mîrza Sebrî, Dengbêj Dostoyê ormewî, Recebê terzî, Xalidê çolaq,  Sofî Heyderê Qersî, Şêx Seyfeddinê Cubbeşîn,Hekîmê fille, Mele Salihê Cizîrî, Seleheddinê Sehhaf, Selîmê nalbend, Bengînê dergevan, Şemsoyê qewwal, Mirovê rûgirtî,Mîr, Mele Ismaîlê Bazidî û Mîrname  ve pêkhatiye. Gelek ji wan çîroka mirov kare bitenê,yeko yeko jî bixwên e.
 
Di nav van çîroka sahna ewil,gorrkolan, hêvîkek mezin dide xwendevan û bi vê kelê xwendevan xwe li ser gorrê, dibin hibra reşî ko dibare,di guhdarkirina telqînê dibîne û dibe guhdarê çîroka. Çirokbêj herekê çîroka xwe bi kel û heyecana xwe dibêjin. Kesê ku gotinê digrin giş qala baranek reş dikin. Hin dibên ev barana reş hibr e û kerametekî Seyda ye, hin dibên baranek reş barîya ye, erê, lê ev ne hibr bû toz û terpela ku ketîbû nav hevê ev reng daye baranê, dibên çekê her mirovê li ser gorê şilbûne lê kefenê Seyda bi tenê zuwa bû qet şil nebuye . Tiştêdinî ku pirr tê dubarekirin,şeva ku Seyda diçe rehmetê sê çara find li mala vedimirin. Li ser vê meselê jî galgal ne yekin, hin dibêjin ba hebû û ji ber vê yekê find ditefîyan, hin jê jî dibêjin na, ev kerametek şêx Xanî bû. Ev dubare wek takekî ku çîrokê ji hev cuda bi hev girêbidin jî vezîfe dîn e,û ev buyerê ku carekê (yan vek tefîna finda ku sê cara ) çêbûne û gellek cara hatine gotin di vebêjeyê de cîkî xweş girtine û di rêya vebêjertîya Kurdî deye jî…
 
Çend çîrokê dinê (mînak: Seleheddinê Sehhaf , Teymûrê Fasiq ) bi cêşa çîroka yekemdene û bi naveroka giştî girêdayîne.lê ligor "niyeta metn" min tu mane neda çîrokna jê, wek çîroka Selîmê nalbend (û sê çîrokê ku Selîm di çîroka xwe dibêje), wek çîroka  Recebê terzî hwd. Ev çîrok bi naveroka giştî pirr sist hatine girêdan , divir de xwendevan dikeve pey “nîyeta nivîskar” û dike ku bibê nivîskar xwestîye ku hal û tevgera Kurmanca a wê demê bide nîşan, lê ez bawerim ku ev peyketina “niyeta nivîsar” tiştekî xelete, em bi amûrinê di destê xwede têrbin û bivê em biramin,ev nêrînek e. Nêrîna duya mîrov kare bibêje di ceme’tê wanîde, herkes ne heşlisere, mirov giş liser mijarê napeyivin û hin derdê xwe dikin derdê mijarê û ev çîrokbêja ha jî hin jivan kesanin. Dîsa bawerim ku ev roman bêhtir nêrîna mafdike û bi  çend gotinê kin mirov nikare binirxîne.
 
Ji serê romanê hema hey davîya wê qala kujerkî têkirin, dibên yekî yan hina jehra silêmanî daye Ehmedê Xanî, û metn bawerîya me pê têne ku hin dilnexwaz û ne bîrbirna Seyda jehrkirîye. Raman û delîlna jî dixe serê xwendevan, bê ka kê Şêx Xanî jehrkirîye. Piştî ku bawerîya me tê, bê ka kê Seyda kuştîye û kê daye kuştin,berbi xelasa romanê, dibêjin: na wele Seyda ne hatîye kuştin, ev zilamê ku me nîşan da ne kujere, ev nexweşî û halê kurmanca jehra herî mezine ,dibe ku Seyda bi fermana Xweda miribe. Ev bûyera ha bime dide zanîn ku vebêjerê serî, ji lehenga, ji xwendevana bêhtir bi tişta dizane. Xwezî ku kujer kî Seyda hebûya, ev kujer ne zilamê ku şipha gişa dikişîne serxwe bûya jî, dîsa kujerek jêre bihata peydekirin. Ku kujerkî seyda hebûya , wê xwendevan xwe ji xapandinê dûr bidîtîya.
 
Wek ku min li jor jî got, Mîrnama birêz Jan Dost, nirxandinî dirêj mafdike û mirov nikare bi nivîsek kin derbasbike,gellek nêrîn û raman diserê mirov derbasdibin û mirov dikeve dudilîya bê ka kîjan a bi îsabet e.
 
Çîroka gişa ziman û tevgera dewrê xweş anîne ziman  û ez bawerim ku wê xwendevan cêşik xweş ji vê romanê bistînin û gellek tiştê nû di romana Kurdîde bi vê sedemê bibînin.

veger
 
©jandost2008