“Mîrname” an Mirinname
1/3/2009
“Mîrname” an Mirinname
“Me hebû Ehmedê Xanî,
Dixwest axeke Kurdistanî
Zarok jê re digotin bav,
Ji zimanê kurdî re bûbû nav”
Wekî her dem min dîsa nûçe û agahiyên di derheqê kurd û kurdistan de dixwend ku pêrgî nûçeya pirtukekê bi navê “Mîrname”yê hatim.Di nûçeyê de radigihand ku ji Weşanên Avesta pirtûkeke nû ya Jan Dost’î bi navê “Mîrname”yê derçûye.Ji berê ve ez him Jan dost him ji Avesta dişopînim,her pirtukên ku bi destê wan bi xebatên wan derkevin ji bo min dibe sedeme standina wê berhemê.”3 gav û 3 darek” ,”Mijabad” dîsa bi vî rengî min bi dest xistibû. Bi heycanekî bêtarif serê şevekê rabûm û min xwe da pirtukfiroşên kurdî ên li enqerê,lê min tu şopa “Mîrname” nedît.
-Hêj nû derketiye,nehatiye,filan û bêvan….
Min sebr nedikir.Dotira rojê ez ê biçûma welêt,lê baş zanibûm ku li batmanê jî tune ye.Min telefonê hevalekî li amedê kir ku ew pirtukê ji min re bîne.Ez gihiştim welat,rojek derbas bû nebû hevalê min pirtûk ji min re anî.Bêsebr bûm ku dest pê bikim,di heman şevê de min dest pê kir.Min kir ku di yekcarî de biqedînim lê nebû.Min xwe li hemberê razanê têkçûyî hês kir û ketim xewê.Roja din min bi tevahî qedand û neha li ser qompîturê di şîrovekirina “Mîrname” de dixebitim.
“Mîrname”
“Mîrname” romaneke dirokî ye.Jan,Mirina Ehmedê Xanî ji xwe kiriye bingeh û li derdorê wî romoneke nûjen,şêwazeke nûjen ava kiriye. Di dîroka kurdan de gelek mijarên bingehîn hene ku mijarên romanên wiha ne.Bi taybetî Jan wê meselê baş bi kar tîne.Wekî numûne “3gav û 3darek” bingeha xwe ji dardekirina Şêx Seîd digre.Dîsa “Mijabad” ji heman hêmanê(Komara Kurdistan) tê.Ez wiha bawerim ku ev terz him ji romanûsiyê-ji bo wêjeya nûjen-,him jî ji bo ronîkirina dîrokê gelek girîng e.Mirov bi vî awayî ji wan kesên ku mijarê romanê ne bêtir hez dike,bêtir bi jiyana wan ve mijul dibe. Wekî mijarên dîrokî xelqê aciz jî nake û dike ku mirov di bêhnekî de kitêb bixwîne.
Ji dûrî xweşî û ne xweşbûnan ev berhem tahmeke baş li ser zimanê min hişt.Û ev tahmê hanê dike ku van rêzikan li dû hev rêz bikim.Nexwe rexnegiriya pirtukan ne haddê min û baş zanim ku karekî pisporî ye,ne hêsan e.Bi vî awayî ez ê hinek hest û fikrê xwe bi we re parve bikim.
Dema mirov li pirtûkxaneyekê li kitêbekê dinerê pêşî li berga wî dinere,dûre rupelan diqulibîne,berhemê bêhn dike û xweşa wî here distîne û xwe li nav dixe.Berga pirtûkê xweşa min çû,ji xwe Avesta di vî warî de gelek bi serketî ye.Dûre min rupelan qelapt û hay jê bûm ku şêwazeke nû tê de heye. Bi awayekî ku her mirovê di jiyana Ehmedê Xanî di her quncikên rupelên xwe de behsa jiyana xwe û a Xanî dikin.Jan Dost’î bi hosteyî ew(karakteran) dane axaftin, berhem ji destê wan re hiştiye û çûye.Her karaterê ku Jan peywirek li wan kiriye bi şêwazên xwe bi rengên xwe diaxifin.Ew usuleke nû ye ku ez di xwendina kurdî de dibînim.Rengeke xweş çêjeke lezîz li berhemê kiriye.Lê kêmasiyek an ne kêmasî ez bêjim tiştekî ku xweşa min neçû ew bû;karakterên ku li derdorê Xanî ne zêdetir behsa xwe dikin zêde cih nadin jiyana Xanî.Min wekî xwendekar dixwest ku ji her aliyê jiyana Xanî ji nêz ve nas bikim,ka çawa av vedixwe, porê xwe çawa şeh dike hwd tiştên wiha.Ha tiştên ku me qet hay jê tûnebûn jî di berhemê de hebû wekî mirina Xanî,wekî Şengê tev bi hosteyî hatibûn honandin.
Multiple Narration(vegotina pirrjimar)
Piştî qedandina du sê beşan mirov pê dihese ku gelek kesê derdorê xanî diaxifin.Yanî vebêja romanê ji gelek dengan pêk tê.Mahfê hinek kesan heye ku bêjin Mîrname dişibe “Navê Min Sor E”ya Orhan Pamuk'î.Lê belê mirov dema dîna xwe bidê û lêbikole dibîne ku ev şewaz(teknik) ne ya Jan'î ye,ne jî ya Pamuk'î.Ew şewaz cara yekemîn ji aliyê nivîskarê Amerîkî ya ji nifşa modernîst William Faulkner ve hatiye ceribandin.Mirov dikare wekî minak li pirtukê wî yê bi navê “As I Lay Dying(Dema Dirêjkirî Dimrim) binêre.Ev pirtûk ji aliyê Murat Belge'yî ve jî li tirkî hatiye wergerandin-Döşeğimde Ölurken-.Bi rastî Jan jî ew şêwaz baş bi kar aniye.
Şengê Zîn e,Xanî Mem... “Evîn roj e,lê naçe ava!”
Şengê ew keç e ku agir bi dilê Xanî xistiye û ev sê sed sal e ku em li ber siya wî agirî ne.
Şengê ew keç e ku bavê wê ew daye zilamekî xwedî pere û milk nedaye Xanî’yekî evdê xwedê.
Şengê ew keç e ku Xanî di sekerate de jî gotiye Şengê û Şengê..
Şengê ew Şengê ye ku Xanî ji bo wê dibêje: “Şengê dînê min hemû bû.Tucarî dê evîna xwe ya pak bi zewacekê nelewitinîm.”Şengê jî bi qasî Xanî jê hesdike,ew jî Xanî gelek dihebine.Heta ku bavê wê ew dabû mêr -ya rastî firotibû-dev jî hezkirina Xanî bernedabû ew geştir kiribû.Her dem çavê wê li ser hatin û çûyina Xanî bû.Li sikak û kolana li vexwendinên bavê wê,hwd li mizgeft û hin derdorê.Bi hezkirineke wiha ji Xanî hezdike ku nikare bi peyvan rastbike.Ji bo Xanî dibêje: “heta niha, heta vê rojê û vê gavê jî hîn bîna ku ji ber hûçikê ebaya wî radibû tê min.Dengê wî ewqasî nerm bû te digot di rûnê mîhan de kiriye.Û rûyê wî ewqasî li ken bû te digot qey li keskesor an dinêrê.” Taybetmendiyên ku di her evîndariyên bêsiûd de hebe di hezkirina wan de jî heye.Xanî li ser pelên çinarê nameyan jê re dişîne.Çawa Dewrêş ji bo Adûlê diçe şerê,çawa ku Mem ji bo Zîn di zindanan de dirize,çawa ku Mecnûn çolan derbasdike Xanî jî bi wê taybetmendiyê jê hezdike.Ji pelê çinarê û nameyên Şêx,Şengê wiha qal dike: “Wî çend caran ez dîtibûm û bi xwişka xwe ya piçûk Ketan re çend name ji min re li ser pelê darê çinarê şandibûn.Hezkirina me ji ew bû.Nameyên li ser pelên çinarê û yek dîtinên weke biruskekê bi lez û bi tirs û gupegupên du dilan.” Evîneke bi vî rengî dike ku Şêx Ehmedê Xanî destaneke nedîtî ji ser rûyê erdê re bihêle.
Xanî’yê mirovperwer,muxalîf û kurdîparêz
Xanî ji şêx û meleyên kevneperest û paşverû şêxekî gelek cihê ye.Di dema xwe de gelek meleyên aligirê roma reş hene û li heremê bi navê wan xutbe didin,ji bo wan leşker dicivînin,hwd xebatên cur bi cur dimeşînin.Lê Xanî zana ye,muxalîfê mîrên xwefiroş e.Çawa rewşenbîrên hemdemê xwe ji ber nivîsandina zimanê farisî û tirkî rexne dike herweha li mîran jî dibarîne ne beyt û qasîdeyên xwe.Piştî mirina Xanî nameyeke wî ya ku ji Mîrî re şandiye dertê holê.Hevalê wî Mele Îsmaîlê Bazidî bi dest dixe.Di wir de jî hin şîretên xwe li Mîrî dike.Jê re dibêje: “Heta tu dikarî li durî romê be,li wan ewle nebe.Hindî ji wan dûr bî,ewçende nêzikî xwedê yî.”Bi vî awayî bi sedan pend û şîretên wî hene ku gelê kurd neçin tevlî şerê osmanî û eceman nebin.Nimûneyekî din jî mirov dikare ji jiyana wî ya cizirê bidê.Beriya icazeya xwe ji Medreseya Sor bistîne her roj diçe serdana gora Meleyê Cizirî ,pê re rudinê guftugoyên kurdî,kurdperwerî dike.Gelek ji Cizirî hes dike.Lê dema ku qasîdeyekî Cizirî di her heqê mîr de dixwine dilê wî pê diêşî,dilê wî ji Cizirî dimîne û çend roja naçe ser gora wî.Bi vî qasî li hemberê mîran e.Heta ku ji bo Cizirî dibêje: “Şaîrekî mezin û zana mîna rehmetiyê Cizirî çawa dikare bibe meddahê qatilê birayê xwe.Merdê alim û zana nabe destbirakê zaliman.” Bi vî rengî Xanî muxalif e.
Bi qasî ji mislimanan hes dike ewqasî ji ermeniyan,ji êzîdiyan jî hez dike.Gelek şîretên wî di vî warî de hene û dê ji bo me û neviyên me re mîrat be.Wekî nimûne di xutbeyên xwe dibêje: “Xelqno! Berî hûn cilên xwe bişon,dilên xwe bişon.Bila dilê we pak be bes e.” Her tim di civata Xanî de mirovên ermenî û êzîdî hebûne.Xanî li dijî Mîr û began çiqas tund be jî li hemberê gel hewqas zimannerm e.Di pend û şîretên xwe de ji xelkê re dibêje: “Hêsan e şêrek sef û tîpan bişkîne,lê şêr ew e ku zora xwe bibe.”
Mirina Xanî,Mirovêrûgirtî,
Di vê beşê de ez heyrana Jan Dost’î mam ku wiha baş û delal,weke romaneke polisiye li hev anî ye.Heta mirina Xanî min zêde ji terz û şewazê bêtir û ji hezkirina Şengê bêtir tişt di derheqê Xanî de li ser zanîna xwe zêde nekir.Lê beşa ku “mirovê rûgirtî” diaxife,qala serpêhatiya xwe û kuştina Xanî dike gelek balkêş e,hêjayê pesnê ye.
Kî ye ev mirovêgirtî,çi dike li derdorê Xanî?
Me berê got ku Xanî li hemberê Mîran muxalifiyeke gelek tund nîşan dide.Loma jî ji mîr bigrin heta mirovên derdorê wî jî ji Xanî aciz in.Xanî nema zimanê xwe digre,ew jî nema pê dikarin.Mîrza Sebrî yek ji wan mirovan e ku ji kiryarên Xanî aciz e.Mirovê Rûgirtî jî qatileke homoseksuel e,hema çi bêjin ji serê wî derbas bûye.Dûre bûye qatil.
Rojek Mîrza Sebrî tê eleşgirê ew dawetî kujtina Xanî dike.Li cem Mirovê rûgirtî weke ku ew jî dibêje tu fark di navîna serjêkirina mêrekî û ya pîvazekî de jê re nîne.Loma ew kujtina Xanî bi bîst zêran dipejirîne.Ew û Mîrza Sebrî biryar didin ku Xanî bi jehrê bikujin.Mirovê rûgirtî pêşî jehra silêmanî(mirov bi vê jehrê hêdî hêdî dimire û tu riya xelasbûnê tune ye) amade dike.Rojek piştî hatina wî, ew,Mîrza sebrî û Mele Ferîd diçin cem Xanî rûdinên.Mirovê Rûgirtî dixwaze ku jehrê bixe nav şûşeya çiraxa li ber Xanî.Lê nabe li hev nayê û bi şaşîtî zeyta nejehkirî berdide nav şûşeya çiraxê.Wê rojê sihbeta Xanî têsireke mezin li ser wî dihêle.Ew ji Xanî hez dike.Lê xişexişa zêran lê xweştir tê.Cara yekem bi ser nakeve û hin tedbiran digere.Gelek dûr û kûr difikre.Dûre ji tûrika xwe –ku nav lê kiriye mirindank- jehra silêmanî derdixe û dest bi nesixkirina kitêba Şêrin û Xusrew dike.Bi awayekî ji nesixkirinê ku li cem Usta Xelîlê Diyarbekirî fêr bûbû cihêtir dinivîse.Vê carê ji bilî hibrê, jehra silêmanî jî di destnivîsê xwe de bi kar tîne.Kitêb bi tevahayî bi hibr û bi jehra silêmanî dinivîse.Û dibe li cem Selehedînê Sehhaf datîne.Neha em berdin bila Mirovê Rûgirtî qal bike:
“Min texmîn dikir ku Selahedînê Sehhaf wê kitêbê bibînê,dê xeberê bide Xanî û Xanî jî dê xwe li ber negire û bikire.Ji bo pelan biqulibîne dê tiliya xwe ya şehadetê bi zimanê xwe şil bike û pelê li dû pelê biqulibîne.Min di binê her pelê de li hêla çepê,kelimeya ku sehifaya din bi wê dest pê dike nivîsîbû.Eynî li cihê ku dê tiliya wî were ser…Îca ew kelîme hema bibêje ne murekkebê bi jehrê nivîsî bû.Ew li gor min texmîn dikir,dê sed sehifeyî tenê bixwîne.Di sehifeya sed û yekê de û bi xwendina vê bey tê re:
Bi ferman kî xwahed,xelqi ra kujt
Bi desteş deh qelem,yanî deh engûşt
Dê êdî jehra silêmanî karê xwe bi bedena wî de bibîne û dê nema karibe rabe ser piya û hêdî hêdî bimre.”(Rup.206,Mîrname,Jan Dost,Weş.Avesta)
Lê nabe Mirovê rûgirtî poşman dibe,diçe kitêba jehrkirî dîsa li xwe vedigerîne.Hezkirina Xanî vê yekê bi wî dike.Di dawiyê de jî dibe kitêb diyariyê Mîrza Sebrî dike.Lê Xanî bi jehrê tê kujtin-bi jehreke silêmanî-.Lê çawa tê jehrkirin ne diyar e.Suikasteke wiha ye ku ne kêmî ya Kennedy e.
Wekî encam…
Mirov neha di derheqê Xanî de çiqas binivîse,çiqas medhên bi qasî yên Cizirî lê ke,heta ku çend ayetan ji her olên xwedahî ji bo wî bîne,nebe mirov Mem û Zîn ji gorê rake mahra wan li hev ke û Beko di nav gorên mara de bihele jî,ez bawerim ji bo Seyda dê hindik be. Hibra ku di roja mirina Xanî de li ser rûyê erdê dibare,wê bi pênûsa me ji Kurdistanê aj bide û dê kulîlkên kurmancî li ser gora Seyda şax vedin.
Ferzan ŞêR,
netkurd.com |