Jan Dost di romana xwe ya nuxurî de
Fadil Temo
Piştî xebata di warê gelek şaxên wêjeyî de( helbest, gotar, lêkolîn ) Jan Dost bi romana xwe ya bi navê MIJABAD ya ji weşanên Belkî sal 2004 derbasî qada romanê dibe. Di romanê xwe de Jan Dost jiyana kurdekî ji bajarê Amêdiyê (başûrî Kurdistanê) ji destpêka temenê wî de dişopîne. Badîn kurê ?nisê Amêdî di gel bextreşiya xwe ji daya xwe ya ermen dibe, di zayîna wî de daya wî Hamêst ji ber janê dimire, û bavê wî yê ku çavên wan tew li hev du neket li eniya şer li Derbendî Baziyan li Silêmaniyê dimire.
Bûyerên romanê li herêmine têvil (Silêmanî, Mehabad, Amêdî ) û gelek herêmine dî diqewimin û wuha jî lehengên romanê ji herêmine dûr û biyanin ji herêma ku Jan Dost
jiyana xwe lê buhurandî, ev jî taybetiyeke romana Mijabadê ye çiku zorbeyî romannivîsan em hokirine ku herêmên xwe bikin warê qewimandina rûdawên romanên xwe yên yekemîn û lehengên xwe ji herêmên xwe bigirin lê Jan Dost gaveke wêrek avêtiye û xwe ji vê rê daye aliye.
Jan Dost zimanekî dike devê dîrokê û dergehên wê li pişt vedike, û bi destên me digire û me li kuçe û kolanên Mehabad û Silêmaniyê digerîne û wan bost bi bost bi me dide nasîn, meyxane û mizgeftên wan, çayxane û kerxaneyên wan, çiya û newelên wan, partî û serokêlên wan ta kitkitên jiyana wan, titûna wan û xwarin û vexwarina wan.
Jan Dost rewşenbîriya xwe ya dîroknasî û cografî bi giranî xistiye romana xwe ta pila ku hiştiye roman bibe weke belgeyeke dîrok-cografî.
Di romana xwe de Jan Dost tayên evîn û cins li hev du dihûne. Badînê Amêdî yê ku ji ber evîneke ne rewa û têkçûyî ber ji Amêdiyê dide Silêmaniyê li wir jî dil dikeve keçeke dî, Jale ya ku ji bavekî nenas û dayeke ku nanê xwe ji xwiya nav ranên xwe derdi'anî dilê Bêdîn talan dike û jiyana wî serebin hev dike, Badîn ji ber agirê evîna Jaleyê ya têkçûyî berê xwe dide agirê şoreşa Berzaniyan û tev li refên pêşmergeyan dibe û di gel wan berê xwe dide Mehabadê, li Mehabadê Badînê xwendevan û helbestvan dibe mamosteyê xwendgehekê, li wir jî narvînê ji dilê wî re tebetora evînekê ristibû, , car jî Mujde ye hemkara wî di dibistanê de, Mujde ya ku mijeke weke mija ku li dora duwaroja komara Mehabadê pêçiyayî li dora duwaroja evîna wî dipêçe û soxîn bi hevalekî wî yî.lperest re dizewice evîn di romanê de weke şoreşên kurdan yek li dû yekê têkdiçe, her jî jin (Jale, wêlma, mujde ) dibin egerên wan têkçûnan Badîn û komara Mehabadê li dawiyê bi yek çarenûsê re rû bi rû dibin Jan Dost di romana xwe tu dilsoziyê di jinan de nabîne, û nêrîna wî ya li ser jinan nêrîna nivîser Helîm Yûsêf ya ku di hemû çîrok û romana xwe de diyar kiriye bi mirov bîrtîne û wuha jî her du bi yek çavî li partiyan dinêrin " partî qaşilekî tenge ji mirovan re"
Wêne gelekî dubare dibin di romana Jan Dost de.
Lêrasthatin jî rola xwe di şêraziya romanê de dilîzeîû pendên Kurdî jî para xwe ji romanê birine.
Roman bi zimanekî hêsan û rewan hatiye nivîsîn ne bi zimanekî herêmî ne jî bi zimanekî Ferhengî.
|