Nameyeke ji dil ji Jan Dost re
Dilawer Zeraq
Hêja Jano,
Min tu bi Kela Dimdimê nas kirî; piştî çend salan em bûn şînasê rûyê hev ên geş û me di keleha Heskîfê de hev hembêz kir; û em di pasvaniya keleha Kurdî de bûn hevalbendên hev.
Te çend roj berê bi nivîsekê, ku ji pirseke ku ji kirineke ecêbê ecêban afirîbû; te pirsa xwe pênûsa xwe li dilê me yî ku bi salan e kuleke ku -ne ya me ye- tê de bi cih bûye, daçikand.
Te çawan kir nizanim, bi Xwedê ez dibêjim te li şûna me pê li mala cinan jî kir –ez ê bi nav nekim û nebêjim em kî ne, ji bo ku hinekên me yên ku ji bo paşeroja xwe û ji bo navmezinkirinê dixebitin, karibin xwe jê bişon…-
Hêjayo,
Ma te nizanibû qadeke wêjeya Kurdî heye li Stenbola şîrîn; ji kurdên ku, li ser navê ziman û wêjeya Kurdî tîpeke bi Kurdî jî nenivîsandine û di qada nivîsandina Tirkî de heta tu bêjî navê Kurdan bilind dikin(!), pêk tê; ew in xwedîgotin, û ew dikarin –bêyî ku dadî û edaleta xweyîgotiniyê bînin bîra xwe- di hemû konferans û semîneran de bêyî metirsî û fikarkirin ne bi hezar gotinên neketî ferhengan, belê bi çend hezar gotinên xwe yên çêjdar ên bi Tirkî, qala wêjeya Kurdî bikin, rexneya wê bikin, qala firehî, xweşî û girîngiya Kurdî bikin.
Jano can,
Divê ez bala te bibim ser vê jî; ku medyaya Kurdan a bi Tirkî jî, wek gotina me ya Farqîniyan bûye derdê ser derdan, heta niha qet xisar tê de nedîtiye, ew wek nivîskar û wêjekarên Kurdî bi nav kirine û li ser navê wêjeya Kurdî di festîvalên ku li me bûne hetiketî de, derxistine pêşberî Kurdên safo!
Jano,
Te gotiye helbet dê nivîskarên bakur dengekî bidin… Ez jî wekî dilê te, dilê xwe bi vê hêviyê tije dikim û dibêjim xwezî…
Lewre dengê me dê piçek jî bibe dermanê vê kulê û destpêka hayjêbûnê…
Na Jano,
Qet xem nexwe. Ma ne em hemû jî dizanin ku ew hezar peyvên ku neketine ferhengan, qet nebe 990 hebê wan di ferhenga Zana Farqînî de heye û bila dehê mayî bibe tespît û peyitandina birêz Hasan Kaya û bimîne ji ked û hêjahiya Mehmed Uzun re.
Jano can,
Heye ku cin li me rabin, heye ku hinek gotinên ji derveyî edeb û wêjeyê darije ser ekranên computerên ber dilan, heye ku hezar peyv jî bên nivîsandin û nîşandan, xeman nexwe.
Jano,
Min gotibû te pê li mala cinan kir. Ez jî bi vê nameyê dibêjim; çi gava pê û ling li te qerimîn û te êdî nekarî piyê xwe li ser mala cinan bihêlî, bêtirs û fikar rake, dê çend nivîskar û kurdîzanên bakur hebin ku şûna lingên te vala nehêlin.
Tu firîqet be Jano,
Û ji kerema xwe re, tu car dest ji pênûsa xwe bernede, bi wê Kurdiya xwe ya şîrîn û çêjdar û ferhengfireh, xurttirîn berheman biafirîne ji bo me. Da ku em bi rûmet û bi serbilindî karibin bi hev re pasvaniya keleha Kurdî bikin û nehêlin kevirekî wê jî jê bikeve.
Tu firîqet be Jano,
Dil û pênûsa te ne tenê ye. |