home
contact

NIRXANDINEKE KURT LI SER ROMANA JAN DOST ”3 GAV Û 3DAREK”

Amed Tîgrîs

Romana Jan Dost a bi navê “3 gav û 3darek şeva dawî di jiyana Şêx Seîdê Kal de“ di nav Weşanên Avestayê de derket. Edîtorê pirtûkê Abdullah Keskin e. Pirtûk ji çar beş (gav) û ji 214  rûpelan pêk hatiye.

Ez ê nirxandina xwe ya li ser  romana 3 gav û 3 darek bi du sernivîsan pêşkêşî we xwendevanên hêja bikim: Şaşî û kêmasî û Serketî û pêşketî.


Şaşî û kêmasî:

Di zimanê wêjeyî de bikaranîna hejmaran (reqeman) metodeke baş tê dîtin. Em vê metodê bidin aliyekê û em dev ji hejmaran berdin û bêjin me pejirand. Lê hezar mixabin dîsa navê pirtûkê şaş hatiye nivîsîn. 3 gav cuda nivîsiye û 3darek bi hev ve nivîsiye. Rastî divê her du 3 jî cuda bihatana nivîsîn ango weha: 3 gav û 3 darek.

Nivîskar ji kindirê sêdarê re ango kindirê ku dikin qirika kesên ku îdam dikin re dibêje werîs. Heta li ciyek nivîsiye; ”werîsê kindir”. Ne carek, ji destpêke heta dawî werîs bi kar aniye. Wek tê zanîn werîs ji mûyên bizin û nêriyan tê çêkirin û kindir jî ji nebatî, ji kenewîr tê çêkirin. Îdam ne bi werîs bi kindir tên kirin. Kindir bê girek û şimtok e. Dema zeyt dikin hema bê hemdê xwe dişimite.

Ji destpêkê heta dawî behsa şimika Şêx Seîd dike. Şimik li piyê wî ne û şer dike. Sol an pêlav tunin. Di wêneya  berga pirtûkê de jî di piyê Şêx Seîd de sol hene.

Dema Şex Seîd li Mûşê diçe medresê li wir  xeratekî ermenî menber çêdike û feqî Seîd diçe cem wî, him li karê wî dinêre û him jî guhdariya gotinên wî dike: Dîyaloga nav wan weha dom dike:
”-û çima dar ew qasî serhişk dibe ku bêrewa dibe?”
”- Te bi xwe got feqeyê delal, dar serhişk dibe, av tê xeyalê darê, hêrs dibe  û xwe û xwe li sînorê dînbûnê diqelibîne…..” û nivîs weha dom dike. ”menbera mizgefta Mûşê, ya ji darê Benavê ( tîpa B mezin nivîsiye), di çend hefteyan de bi hev ket û melayê cubbe zer xutbeyên xwe yên di dawiya wan de dua ji sultan Evdilezîz re dikirin, xwendin. Sultanê Osmanî, haqanê berr û behrê, padîşahê Anatolya û Romeliyê,  hayê wî ne ji menberê hebû, ne jî ji tîbûn û rewabûna daran hebû, wî wê demê li qeraxê çemê Seineê li Parîsê enişka xwe dabû ser palgeheke tijî perikên tawizan û memikên xezaleke çavşîn mis didan….” (rûpel 56-57)

Herweha nivîskar di rûpela 106an de jî behsa Sultan Evdilezîz dike.
Halbû ku sultanê osmanî Evdilezîz di sala 1830-1876an de jiya ye. Pişt wî re Evdilhemîd-2 bûye padîşah. Evdilhemîd di navbera salên 1842-1919an de jîya ye û kurê Evdilezîz e. Sultanê dawî  yê Osmaniyan jî wek tê zanîn Wehdedin bû. Haydê em bêjîn bila Sêx Seîd hevsalê bavê Wehdedîn ango hevsalê Evdilhemîd be, lê ne yê Evdilezîz e, na?
 
Nivîskar gelek caran behsa Gola Kebanê dike. Bi taybetî dema ku Şêx Seîd biçûk bûye û mala wan li Paloyê bûye.(li rûpelên 109 û 193 binêrin.) Gola Kebanê di dema Şêx Seîd te tune bû. Di sala 1966an de dewletê dest bi avakirina bendava Kebanê kir û di sala 1975an de bendav temam bû û gol pêkhat. Dibe ku nivîskar di şûna Gola Hezarê (Gölcük) de  Gola Kebanê binivîse. Gola Hezarê ji berê ve heye û him jî nêzîkî Paloyê ye.

”Agirê li pîranê vêket, her der di ronahiyeke germ de hişt. Hêne, Dara Hênê, Elazix, Elezîz, Xinûs, Maden, Gimgim, Erxenî, Licê, Çermûg, Meletî û bi dehan gund bi hev re daketin dîlana agir û berf  êdî di şopa lingên sofî û mirîd û gundiyan de diheliya.” ( rûpel 182). Li vir Elezix û Elezîz yek bajar in, Elazix bi tirkî û Elezîz jî bi kurdî ye.

Her çiqas hejmara peyvan kêm bin jî devoka Binêxetê bi kar aniye. Şêx Seîd û serhedî bi devoka Mêrdîn û Binxetê dipeyivin: yadê, wilo, ezbenî, diştexile .Heta Şêx li Pîranê gotinên soranî têkil dike. Wek nimûne. ”...Derketina wan bi şêweyê  tu dixwazî ne durust e...” (rûpel 178)

”… em dê li nîvê bajêr û li ber  mizgefta Behram Paşa hev bibînin û dûyê tûtina Xursê hemûyî bi ser xwe bixin…” (rûpel 67).
 
Wek tê zanîn navê çend gundên herêma Merdînê Xurs( x’ê bi tîpa biçûk nivîsiye) in û li wê herêmê tûtina Xursê bi nav û deng e. Lêbelê bûyer ne li herêma Mêrdîn û Binxetê derbas dibin, li herêmên Bedlîs, Mûş, Çewlik û Amedê derbas dibin, lê ew Behsa titûna Xursê dike. Ev mijarê jar dixe.

Bi piranî û giranî lehengên xwe nade axaftin û nivîskar bi xwe di şûna wan de diaxive. Ango şirove yên wî ne. (wek nimûne li rûpela 153an binêre).

Di gelek cihan de “û” û bîhnokê(vîrgulê) bi hev re bi kar anîye, wek nimûne; “dikeniya, û guhe xwe dida axaftina wan...”(ru 13). “bi werîsê kindirekê, û di gewriyê de tîbûneke weke coleke ji dirrî û striyên hişk û tûj, û di şeveke tarî weke postê gurekê de.(rûpel 27). Herdu serbazên ku bi milê şêx girtibûn, û tîpên mirinê ji cizmeyên wan dimeşiyan hinekî rawestiyan.” (rûpel 27). Ji xwe “û” wezîfeya bîhnokê dibîne. Dema mirov herduyan bi kar bîne dibe cotbîhnok û şaşiyeke mezin e.

Herweha li gelek cihan bîhnokê şaş bi kar aniye. Mînak, ”Şêx Seîd, dizanibû ku banga wî, ya ku bi dilê xwe yê guvaştî dikir…”(rû 19), ”gayê Osmanî, yê pîr, yê ku çermê wî….”(rûpel 127)


Di gelek hevokan de tempûsa lêkeran hevdu nagirin yên demê cuda cuda ne. wek nimûne: “Wî bi destê xwe bavê xwe şûştibû û kefen lê pêçabû. Di şînên gelekan de, dilê xwediyê wan xweş kiriye û pend û şîret li wan kirine...(rûpel 17)


Serketî û pêşketî:

Tevna romanê baş e û şêweyeke balkêş bi kar aniye. Destê sibê Şêx Seîd ji girtîgeha Derê Serayê digrin ku bibin ber deriyê mizgefta Mezin bi dar ve bikin. Ku dirêjiya rê hemû 300-400 metre ye. Roman weha dest pê dike û bi paş ve vedigere dema zaroktiya Şêx Seîd. Behsa zaroktiya wî dike û dîsa vedigere ku hîn çend gav navêtiye û negehiştiye ber sêdarê. Carek din vedigere dema xortaniya wî û dîsa tê ser gavavêtina wî ya ber bi sêdare ve. Rewşa osmanî û kurd û Kurdistana wê deme tîne zimên û carek din vedigere û pê çend gavên din jî dide avêtin. Şer dest pê dike û heta tê girtin. Yanî bi kurtî dema Şêx Seîd diçe ber sêdarê di navbera çend saetan de hemû jîyana wî wek fîlmeke bi reng û deng tê berçavên wî. Belê Jan Dost bi rastî di vê mijarê de serkeftî ye. Girêdana bûyeran bi awayekî hostatî û hunerî bi hev ve hatine hunandin û girêdan.

Rastî û xeyal di nav hev de hatine hunandin û nexşandin. Carnan weha bi westatî hatine hunandin ku mirov baş dernaxe û nizane ka kîjan jê rastî ye û kîjan jî fantazî ye.

Jan Dost zimanekî wêjeyî bi kar aniye. Zimanekî rewan, zelal  û pîlebilind. Sembol û mînandinan (şibandinan) baş û di cih de, bi kar aniye. Çend nimûne:
”…da ku di ser pira Evdirrehman Paşa re derbas bibe,  piştî qonaxekê nêzîkî li pirê kir,  êdî bêjinga rojê, ardê zêrîn li herdu rexên çemê Mûradê diweşand.”(rûpel 96)

”Û hersêyan li ber roniya çirayeke geş, xewnên xwe bi tayekî xav, bi dilê xwe ve dirûtin.” (rûpel 156)

”… Siwar û peyrewên Şêx jî  hêdî hêdî û bêdeng dimeşiyan. Simên hespên wan, di nava wê berfê de li buhareke kuştî dilikumîn.” (rûpel 182)

”Loma jî hespê pirsa xwe ya ji xwedê, zîn kir û hat ku berde berriya wî ezmanê bê stêrk, lê xwe girt û li şûna pirsê, bazê xeyalê xwe dîsa firande rojên vê buhara buhurî, yên mîna qitikan li dora pingavên herdu çavên wî diçûn û dihatin.” (rûpel 183)

”Şêx bala  xwe dayê ku desmalka wî di berîka Qasim (q”ê bi tîpa biçûk nivîsiye) de reştir bûye, zanîbû ku êdî roja wê tam çûye ava. Û refek kew ji bin sakoyê Qasim Beg firiya.” (rûpel 201)

 

veger
 
©jandost2008