
Jan Dost (جان دۆست ) rojnamevan, helbestvan, wergêr, nivîskarê kurd e. Jan Dost di 12'ê adarê sala 1965 an de li bajarê Kobanî hatiye dinyayê. Xwendina xwe heta lîseyê li Kobanî qedandiye. Ji sala 1985 an heta 1988an li zanîngeha Helebê fakulta zanistê beşê Biyolojiyê xwend, lê temam nekir. Jan Dost di dehsalîya xwe de dest bi nivîsîna helbestên erebî kir paşê ji panzdesalî de qulipî zimanê kurdî. Çîroka wî ya yekem Xewna Şewitî sala 1993 an di pêşbirka kurteçîroka Kurdî de li Sûriyê xelata yekem stand. her weha li Tirkiyê jî li ser sehneyê hate lîstin. ji bilî wê çîrokê, jan Dost çend çîrokên din j nivîsandine, wek Mistek ax ku sala 2007 an li Almanyayê bû kurte-filmek, û rûyekî şêrîn û hinin din. Her weha gelek helbest û lêkolîn bi erebî û kurdî di rojname û kovarên cihê de weşandine. Jan Dost di malpera Diyarnameyê de di qûncika xwe ya bi navê Şevnem de ji 2007an vir ve nivîsaran dinivîsîne Jan Dost ji sala 2000î de li Almanyayê dijî. Berhemên Wî Kela Dimdim, Destan 1991 Bonn-Istembol Mijabad Weşanxaneya Belkî, Amed, Reşemî 2003 Sazek ji çavên Kurdistan re, Helbest 1994. Sûrya şiir we şueraa pirtûkek biblografî li ser helbestvanên kurd yên kevn û nû. 1991 sûrya 3 gav û 3 darek. Şeva dawî di jiyana Şêx Seîdê kal de. roman. 2007. weşanxana avesta. istembol. Mîrname. Roman. 2008. Istembol. weşanxana Avesta Werger Mem û Zînê bi erebî çapa 1 Şam 1995, çapa 2 Beyrût 1998, çapa 3 Dihok 2006, çapa çaran. Şam. sibat(reşemeh= reşemî). 2008 Mehabad ber bi olimpiyada xwedê - Istembol 1996 helbesta Selîm Berekat wergerandin bi kurdî. weşanxana Avesta Bedayiulluxe ferheng Kurdî-Erebî wergerandin ji Farisî, 1997.Sûrye Elhedîqe el Nasiriyye, wergerandin ji farsî, bi erebî Hewlêr 2002. Sirûda baranê, helbestên Bedir elseyyab wergerandin ji erebî. istembol Avesta1995 El Durr El Semîn fî şerhî Mem we Zîn werger û şiroveya Mem û ZînaEhmedê Xanî bi zimanê erebî. Dihok weşanxaneya Spîrêz 2006. Mem û Zîn bi kurdiya îro. Avesta. istembol. 2008 |
©jandost2008 |