Hevpeyvînek li gel nivîskar Jan Dost
Hevpeyvîn: Fatma Savci
1- Tu çi ji me xwendekar û civaka kurd dixwazî ku evîn, şoreş, paşeroja me ya têkçuyî dubare bi me didî jiyîn?
Ez ji xwendevana tiştekî naxwazim. Naxwazim dilê tu kesî biêşînim û naxwazim ne şoreşan li ber çavên we reş bikim ne jî bi we xwendevana xweş bikim! Eger xwendevan pê bihesin ku ez careke din derd û êş û evînan bi wan didim jiyîn ev cihê serbilindî û şanaziya min e. tevî ku ez kêm caran bi xwe şanaz dibim. Dizanim ku hemî badihewa ye. Miste ba ye. Ku ez neêşim nanivîsim. Bi nivîsa xwe re di cihên xemnak û diltezîn re negirîm, nanivîsim. Îcar xwendevan bi kêfa xwe ye dikare piştî ku rûpela dawî ji berhema min wê bi carekê de ji bîr bike û min jî. dikare jî ji xwe re (ji ber ku êdî berhem milkê wî ye) bi kêfa xwe cîhanekê jê ava bike, êdî tu karê min bi xwendevan û çêja ku ew ji berhemên min digre namîne. Lê divê bibêjim ku ez naxwazim dilê xwendevanê min di dawî de bişikê û li xwendinê poşman bibe.
2- Di pêvajoya nivîsîna 3 gav û 3darek de, we çi jiya, çi hîs kir?
Nizanim! Bi rastî nizanim hestên xwe bibêjim! min got ez bi nivîsa xwe re dijîm. Nîvdînî dibim. Ez bi mala xwe re bi hev diçim. Cirra min zêde nexweş dibe. Heta êdî herdu keçikên min ên biçûk tên dibêjin: ma wê kengî roman biqede!! Ew dibînin dema ez dinviîsm nema bavê wan im. Ez jî di romana xwe de dijîm û bi karekteran re diçim û têm û şer dikim û hez dikim û digrîm û dikenim. Ez berî karekteran dibim karekterek di romanê de. Ne ku ez karekterên xwe dixuliqînim. Bêtir ew min dixuliqînin û min ji halekî dixin halekî din. Divê ez bi ya wan bikim, li dû wan biçim, devera ku ew jê hez nekin wan nebimê. Ji min bixwazin êdî ez wan bikujim divê wan bikujim û li ser wan jî bigirîm. Ez him xwe xaliqê karekterên xwe him jî qatilê wan dibînim. Ez bi rastî dema dinivîsim tême guhertin. Ji xwe romanên min dîrokî ne îca ez ji dema xwe derdikevim û bêgav dibim bi dehê salan û sedê salan jî bi şûn de herim. Lê bawer bike ku çêjeke xweş jê distînim. Ji bo vê romanê jî(§ gav û §darek) wisa bû. ez bi şêx Seîd re mam heta ber sêdarê. Pê re dimeşiyam. Min li birîna nav tilîyên nigê wî dinêrî. Min li xeyalê wî guhdarî dikir û li bayê seherê yê ku ji ber darên Dicle dihat jî guhdarî dikir. ez hêrs dibûm, weke ku ew sêdar li ber çavên min bin û dê stûyê min bvi xwe bikeve xeleka werîs. Diçûm min çixare dikişand. Û nedixwst li nivîsê vegerim. Tu zanî nivîs li ba min çi ye? Derba xençerekê ye hêdî hêdî û nermik di singa min re diçe lê bi qasî ku min diêşîne xweş e jî!
3- Çi hest in, çi giyan û daxwaz in, ku we ber bi van birînên ku kesek newêre ( ji ber gelek sedeman) dest bidiyê ve dibî? Heya niha ev buyerên dîrokî nehatine nivîsîn, kesek xwe nêzî nivîsîna van buyeran nake. Lewra gelek zehmet e, êş e, buyerek giran e ûhw. Sedema te çi ye ku ev buyer te dikêşinin ber bi xwe? çima xwe bi te didin nivîsîn. Derdê te çi ye?
ez dixwazim careke din û bi çavekî din dîroka kurdî binivîsim. Ez dîroka me ya ku di rûpelê pirtûkên tarîxê de ne naecibînim. Ew ne dîrok e. ew tenê rêzkirina bûyeran e û heta niha min nedîtiye dîroknivîsek bi cesaret nêzîkî mijarên mezin dibe. Şiroveyên dîroka me seqetin. Kêmin û gundîtî di wan de heye. Em heta niha dibêjin ku filan ne xayin bûya dê filan şoreş bi ser biketa!! Wey li vê ecêbê!! Kê ji me pê ve dîroka xwe wisa daye tefsîrkirin!! Em ji dîroka xwe tenê qaşil nas dikin. Kakil nenas e!! loma jî ez dixwazim bi rêya romanan tefsîreke nû ji têkçûn û şikestin û rabûn û vêketina agirê serhildanan re bibînim. Dixwazim niha ji xwendevana re bibêjim ku Xanî yê mezin bi serê xwe projeyek têkçûyî bû ji ber kerîtiya mîrên kurdan. Dixwazim bibêjim ku serhildana şêx Seîd li ser bingeheke ilmî ava bûbûya dê hezar Qaso yî nikarîbûna ew bişikandana . qasoyên her milletî hene, lê çima qasoyên me tenê dikarin qedera me reş bikin? Min dixwest hinekî vê pirsê biteqînim. Min berê jî gotibû ez naxwazim bersivan bidim, lê bêtir di berhemên xwe de dixwazim çanda pirsînê damezrînim. Milletê ku pirsan ji xwe û dîrok û wêjeya xwe nake, nikare bersiva jiyana xwe bide. mixabin serokên me, rewşenbîrên me, hunermend û nizanim çiyên me tên û iddiya dikin ku bersiva her tiştî li ba wan heye. Ez jî dikarim iddia bikim ku pirs li ser her tiştî li ba min hene. Mesela mijara kurd û islamê!! Kî rabû û got: bindestiya me sûcê isalmê ye!! Min bala xwe dayê ku ev bersiveke çewte ji pirsa esasî re!! Heyran çima tirkan bi islamê çûn li deriyên kela Viyannayê xistin!! Çima nîvê ewropa kirin wilayetên osmanî bi navê cihadê!! Çima derya spî hindik mabû bibûya deryayeke osmanî?? Û çima ê me ne wisa bû!! derfet ji bo me jî hatin. Selaheddînê Eyyûbî yê kurd mînakeke mezin e!! ew ne kêmî Sultan Selîm bû, ne kêmî Mehmet Fatih bû jî. ji xwe hin dîrokzanên ereb dibêjin ew mezintirîn kesayetiya islamî bû piştî pêximber Muhemmed. De were em bipirsin çima wî nikarîbû imperatoriyeke kurdî di bin sîbera islamê de damezranda!! Û çima tirkên koçer yên ku mala wan pişta hespê wan bû karîbûn islamê istismar bikin û imperatoriyeke mezin ava bikin!! A ji ber van pirsan dinivîsim. Dibe ku niha em bersivan nebînin lê sedî sed dê nifşên pêşerojê werin û li van pirsên me yên mîna mayin û keviran bilikumin.
5- Civaka Kurd çawa nêzî van buyerên( Kela Dimdimê, Mahabad, Şêx Seîd û hwd. )xwe yên dîrokî dibe, xwe ji slogan û propaganda xelaskiriye, çi çavdêriyên we hene di vê mijarê de?
Civaka kurdî !! bi sedê salan e ev civak bi cezbeyê ketiye!! çavgirtî serî dihejîne û ( ellahû ellahû) dibêje. Li ba min helqeya zikir û civîna partiyekê ku dê tê de (mûlida) serokê wê partiyê li dar bikeve, weke hevin. Cegerxwîn digot: tekyexana şêx divê ko tê hebin çend kerkere!!
Ma rewşa partiyan ne ya tekyexaneyan e qey! Ku vê mijarê tev bidim dê gelek tiştên xwe yên mayî jî der bidim. Tu dixwazî ez hîn fere bibêjim? tu dipirsî ma me yanî civaka me xwe ji sloganan xelas kiriye? Dînê me sloganin. Wêjeya me sloganin. Siyaseta me sloganin. Sloganan em têk birin û berê me de cehnemê! Em him mirîperesin him jî kompleksa Birayê Mezin di mejiyê me de cih girtiye û hêlîna xwe ya kirêt ristiye. Hîn rexneya mezinekî me tabu ye. Bi zihniyeta: Eyb e ne minasibe!! Em nêzîkî her tiştî dibin. Yanî yek were û berê me bide agir û şikestinên derûnî û têkçûnên mezin ne eyb e!! bes tu werî bibêjî ev şaş e dê kevir bi ser te de bibarin. Civaka me hîn civaka eşîrê û malbatê ye. Hîn mezinên me apê me , kakê me û mamê me ne!! Xal ji me kêm in ne wisa!! Sedî şêstê civaka kurd divê ji kompleksên xwe yên psîkolojîk tedwaî bibe û ilac bisîtine. Rastî dibêjim em civakek nexweşin.
6- Dema hûn dest bi romanekê dikin hûn çi amadekariyan dikin? Bi taybet hûn pêdivî bi çi dibînin? (ji der vî belge û materyalan, tiştên maddî, Hêlên psikolojî jî)
Tiştê ku ez dixwazim bi dest min nakeve. Divê ez dûrî dunyayê bikevim lê nikarim. Divê dûrî astengiyên biçûk yên rojane bikevim lê mixabin bi dest min nakeve. Divê sibê ji xew rabim ji min re neyê gotin: pîvazên me yên hişk nemane. Ez nabêjim pîvaz ne pêwistin. Ji xwe gelek caran pîvazek hêjayî deh romanan e jî. lê mebesta min ew e ku divê valahiyek temam ji bo nivîsê hebe. Aramî hebe û berî her tiştî( ezê vê bi dengê bilind û ketî bibêjim) divê çavê nivîskar têr be, bi gotineke din divê nivîskar zanibe ku dê xerciya xwe jî ji vê nivîsa xwe derxîne ku rûniştina wî ya li ser pelan yan li ber Computerê bi wate be.
7-Bala min kêşand, hûn rastî û pirsên xwe dikin destên lehengên xwe yên dîn, di Mijabadê de, Emîral Axa hewl dide ku deryayekê ava bikê ji bo serkeftina komara Mahabadê, loma bi sîtilan avê kom dike.Di 3 gav û 3darekê de Xidirê Botî û Xalisê Bedlîsî gwîzan didin hev bo ku li ser qubeyan bidin rawestandin û xeyalên nebuyê pêk bînin.Çima hûn vî barê giran dikin destên dînan?
Rastıya ku li ba dînan rût û bêrûpoş e bala min dikişîne. Ew ji qeyd û bendên aqil rizgar bûne û ya dilê xwe dibêjin. Ez nivîskaran bi xwe nifşek ji dînên(bi aqil) dibînim. Yanî nivîskar di hêlanekê de ye ku di navbera dînbûn û baqiliyê de diheje. Lê bi rastî ez vê yekê bê qesdkirin dikim. Yanî karekter bi xwe tê cihê xwe di romanê de xweş dike û li min dibe bela, ez jî dilê wî nahêlim, bi xêr hatî dibêjimê û êdî ew bi kêfa xwe digere. Xwezî wêrekiya dînan û rastiya tim li ser zimanê wan li ba rewşenbîrên me yên ziravqetî hebûya!! Xwezî nivîskarên me jî hinekî mîna dînên me karîbûna bi dengê bilind a dilê xwe bigotana û li razîbûna filan û bêvan negeriyana. Wê çaxê me yê wêjeyeke ciwantir, civakeke saxlem tir û siyaseteke bi rêk û pêk tir li holê dîtibûya.
Di gelek waran de min xweziya xwe bi dilê dînan aniye, di gelek cihan de min xwestiye ez dîn bim û ya rast bibêjim. çima yek caran mirov zêde vedixwe!! Serxweş dibe!! Şêxê min Xanî yê mezin dibêje:
Mexmûri bibim bikirme lafan
Serxoşi bibim bikim guzafan
Bêkeyfi neşim çu ez bibêjim
Dîwane bibim duran birêjim!!
Yanî ez bê serxweşî nikarim dur û gewheran birêjim nikarim raza dilê xwe bibêjim.
Serxweşî birayê biçûk yê dînbûnê ye. Ez jî ji zû de dostekî wî birayê biçûkim, lê çavê min bêtir li hevaltiya birayê mezin e.
8-Di avakirina romanê de, hûn çiqas belge û rastiyên dîrokî esas digrin, heya çi astê xeyal û hestên xwe tevî dikin? ( Li gor min hûn cesur nêzî nivîsîna romana 3 gav û 3darek bune. Mînak desmala kesk ku Perîxanê diyarî evîndarê xwe Seîdê ciwan kiribû paşî dibe ala serhildanê. Li gor qeneata min hîna evîn ewqas ne meşruye di hin buyerên dîrokî û rastiya politikaya îroyîn de, we ji xwendevanên xwe reaksiyon dîtin qet? Mînaka nêzîkbuna li xwedê jî hakeza..we rexneyeke mezin kiriye..)
bawer bıke qet nayê bîra min ku ez rexneyan dikim!! Ez dinivîsim û hew. Ew desmal jî( madem te qalê kir) xemla romana min e!! li ba min wek nivîskar ew ji partiya Azadî û hedefên wê pêwisttire, bi kêmanî ji bo romanê. Yanî di romanê de rêşiya kumê Yûsif ziya beg ji eşîra wî muhimtir e. dibe ku hinek ne wisa dibînin. Lê li ba min ji bo romanekê ev xeml gelekî pêwistin. Ez romanê dinivîsinim, roman çêlîka xweşik ya xeyal e. ku xeyal seqet be ew çêlîk jî dê basko kirî be. Eger evînê meşrûiyet nestendibe ne sûcê min e. ez ne qala rahiban dikim!! Ez çîrok û jiyana insanên me yên bi dil û kezeb û goşt û hest û hestî dikim. Ji xwe evînên rahiban jî hene. Seîdê evîndar (weke karekterê romanê) ji bo min rihettir nermtir û dilvekirî tir bû ji yê şervan. Nizanim dibe ku wisa nêzîktirî min e loma!! A din dixwazim evînê yanî têkilîya keçik û xort normalîze bikim. Di vê civaka me ya ku hîn tê de bi keviran keçek tê kuştin yan jî bi agir tê sotin zor e ku em têkilîyan bigihînin radeyeke normal. Lê divê em bikin. Xanî pîrê me ye di vê barê de. Wî têkiliya Mem û Zîn ê pir hêsan û asayî dît ew gihandin hev û maçên wan hemêzkirina wan xweşik û ciwan dît. Em bi hacetî dilferehiya mutessewifanin ku evînê rast û rewa bibînin. Her yek ji me (çi nivîskar çi siyasetmedar û çi dîndar) dema qala evînê dibe wê ciwan dibîne. Lê hemû derewan dikin. Lê ku di rastiyekê de evîn diqewime agir dibare. Ka îca evîna ku şev û roj em ji bo wê stranan dibêjin çi ye!!
Carekê xizmekî min hat û got: filan keça ji malbata me şerefa me dilewitîne. Dengê wî hêrseke tirsnak di xwe de veşartibû. Min got çi bûye? got ji filan xortî hez dike. Min bi sarî got: ma jê xweştir heye ku evîn di dilê wê de bibişkive?? Erê em civakeke durû û derewînin jî.
9- Heya niha 3 gav û 3darek çiqas hat xwendin, rexnekirin û şîrovekirin?
Ez vê nizanim. Dibêjin baş tê xwendin. Û ji pirtûkên kurdî yên herî baş hatine (firotin) îsal. Kawa Nemir nivîseke baş li ser nivîsî bû, Cemîl Oguz, Receb Dildar û Amed Tigrîs û Rehmî Batur. Ez dixwazim vê bibêjim: pirtûka kurdî ku dadikeve bazarê weke sêwiyê ku roja cejnê diçe sûkê!! Xwedîtîya wî nabe. Ne gazine ha, lê rastiyeke divê bibêjim. ne ji bo min, ji bo her pirtûkên din jî . em hemû nivîskarin. Rexnegir ku karê wî rexnegirî be, dê li hêviya derketina pirtûkan be. Dê ew bi ilm û zanîna xwe ya pir bibe bêjinga berhemên baş û nebaş. Lê mixabin ev kategorî( Rexnegir) hîn nehatiye sazkirin. Erê nivîsên rexneyî hene, lê ew jî romannivîs û şair û nizanim kî dinivîsin. Bêtir danasînin, bêtir şiroveyên di ser re ne. Ev yek tu pêşxistinê di wêjeyê de nayne. De emê jî binivîsin, qey em li hêviya rexnegiran namînin. Ku em bimrin wê kitêbên me jî bi gelekan şêrîn bibin. Helbet hinek hesûdî jî heye ne! Lê dîsa kêfxweşim ku herdu romanê min jî( li gel rexneyên ku li wan bûn) cihê pesinandina piraniya xwendevana bû. jê hez kirin û barê min jî giran kirin. Divê ez jî wefadar bim bi wê hezkirina wan re û berhemên ku ew li hêviyê ne binivîsim.
10-Çi projeyên we di rê de hene, hûnê vêcarê kîjan reng û awayê tîbûnê bi xwendekarê xwe bidin nasîn?
Tîbûna hibrê!! Eve mijara romana ku min berî çend rojan qedandiye. Roman li ser Ehmedê Xanî ye. Li ser mirina wî û tîbûna wî ya ji evîn û welat û civaka saxlem û nivîsê re ye. Li ser hezkirina wî ya kaxezan û ciwaniya keçeke celalî û çûna mîr ya nêçîrê ye. Li ser barana ku dê kefenê wî şil neke ye, û li ser hêsrên ku wî di şeveke zivistanê de berî mirina xwe bi du kêlîkan rijandine re ye. Li ser min e, li ser te ye, li ser wî ye, li ser wê ye jî. û ne li ser tiştekî ye. |