* pirrbûna helbestvanan nîşana paşketina civakê ye
* rewşenbîrên Kurd li ser tilîyan têne jimarê
* xwedîyên malperan wek serokeşîranin
Hevpeyivîna: Qado Şêrîn
P.1- Tore neynika jiyana gelan e, heya çi astê toreya kurdî ev pêk aniye?
Jan Dost: Toreya Kurdî jî, neynika jiyana milletê Kurd e, wek ku em dizanin, her neynik rastiyê raberî mirov dike, ango rewş çawa be, di neynikê re xuyaye, di serdema berê de neynika li ber çavan Folklor bû, bêtir ji helbvest û nivîsên nivîskarên naskirî weke Ehmedê Xanî, Wefayî, Salim û Hacî qadir û …, ji ber ku nivîskar di nivîsa xwe de fikr û raman û çanda ku di rêya xwendinê re wergirtîye derdibirîne, bi wate yeke dî: em nikarin ji sedî sed xwe bisipêrin nivîsên wan û bibêjin jiyana milletê Kurd sedî sed weha bû, weke mînak bibêjim, di Mem û Zînê de her çar evîndar , Mem û Zîn, Tacdîn, stî, cilên xwe diguherin û diçin Newrozê, gelo ev yek dab û urf û adet bû li ba kurdên Cizîra Botan? Dîrokzan vê yekê nabêjin, lê em dikarin bibêjin ku xanî ji xeyalê xwe gelek tişt rêsane û em mem û Zîna wî nakin weke jêdereke dîrokî, lê nivîsa Mele Mehmûdê Bayezîdî Adat û Risûmatname ê Ekradîye, neynikeke saf û zelal e ji bo civaka Kurd ya koçer û jêdereke girîneg e ji bo civaknasiya kurdên sedsala nozdehan.
Di nerîna min kêmbûna berhemên Kurdî tê wateya nezelalbûna neynika me, ji ber vê yekê em xwe şûndmayî dibînin.
P.2-Astengiyên zimên ko bi taybetî bi du ebcediya tê nivîsandin {Latînî, Erebî}, ta çi radeyê ev yek bandora xwe li gelê me dike û ji aliyê zaravên cuda çine?, çi bandora du ebcediyan li wêjeya kurd heye?
Jan Dost: çanda kurdî û wêjeya Kurdî ne hevgirtî ye, ev rastîyeke lêkolîner bala xwe baş nadinê, ji ber ku neteweperestin û alîyekî rastîyê tenê dibînin, ez dibêjim wêjeyên kurdî hene, heta berî ku elifbê(ez nabêjim Alfabe, ne rast dibînim) ji hev cuda bibin. Bawerîya min ew e ku Kurd di giravin jihevcuda de dijîn, û cudabûna elifbê ev girav bêtir dûrî hev kirin, niha ez rewşê çêtir dibînim, ez dibêjim eger cografîya Kurd dûrî hev kirin, Teknolojiya wê wan bigihîne hev.
P.3- Tu çawa helbesta kurdî {kilasîk û nûjen} li başûrê rojavayê kurdistanê bi taybetî û li kurdistanê bi tevayî dinerxîne?
Jan Dost: ev pirseke mezin e ku bi du peyvan bersiva wê nayê dan, ez dixwazim vê bibêjim, ku êdî helbest li cîhan pêşketî bi şgûn de diçe, pirrbûna helbestvanan nîşana paşketina civakê ye, naxwe divê em dilê xwe bi pirrbûna wan û berhemên wan xweş nekin, ew pirrin û dîwan jî pirrin, û helbestvanin hêja û zimanxweş jî derketine, lê ev yek têra me nake.
P.4- Gelo bandora kevnetor li te çi ye?, û bi tevayî çi bandora kevnetor li nivîskarên kurd heye?
Jan Dost: kevnetor an berhemên kilasîk dareke mezin e ku bi salan di bin siya wê ya hênik de dijîm, ne tenê şakarên ku hêjayên berê bi xameyên xwe darijandine ser rûpelê dîroka wêjeyê, lê stran û destan û çîrokên ku xwedîyênwan ne naskirî ne jî.
Ez di bin bandora wan berhemên kilasîk de me, ya pêwist ew e ka heta kîjan astê min karî bû di nivîsên xwe de xwe bisipêrim koka xurt ya wê darê.
Nivîskarên me yên nû, bi piranî haya wan ji kilasîk nîne, tiştê seyr Puşkîn û Bodlêr dixwînin, lê kevnarên me naxwînin, ne tenê naxwînin, nizanin, behaneyan derdixin dibêjin nivîsên wan tijî erebî û farisî ye!! Çi xem e!! farisî jî tijî erebî ye kes nabêje çima!!
Pêwist ew e ku nifşên nû ji bo asoyên mejîyên xwe yê Kurdî fereh bikin, dest bavêjin berhemên kevnarên me û wan fehm bikin û xêza dîroka wêjeya Kurdî ya resen û rastîn nas bikin.
P.5-Çi rola rewşenbîrê kurd li gelê me heye, rewşenbîr kîye û gereke çi bike, ma ê nivîskar dibe ko rewşenbîr be?
Jan Dost: rewşenbîrên Kurd li ser tilîyan têne jimarê, lê nivîskarên kurd xwedê wan zêde bike ji stêrikan jî bêtirin bi taybetî helbestvan.
Rewşenbîr ew e yê ku fikra azadîyê çi ya kesane çi ya tevayî û civakê diparêze, ew e yê ku guhertina civakê dixwaze û diguhere jî, dilêr û netirse , mejîyê xwe bikar tîne û di lêkolînan de hestên xwe ji bîr dike, rastî li ku be , ew jî li wir e, ne alîkarê kesan e, alîkarê bîr û bawerîyan e. rewşenbîr ew e yê ku mijara wî ne tenê nivîsandin e, civak e siyaset e, dîn û ol e, jiyan e.
Erê mumikin e nivîskarek rewşenbîr be jî, lê hindikin nivîskarên ku bîr û bawerîyên wan rewşen û ronî ne, mixabin piranîya nivîskaran berjewendîyên xwe di ser her tiştî re dibînin, terîya partîyan in û tirsonekin, yan jî dibêjin ma filan tişt bi serê min ketî ye, ev xayintîya mezin e ku nivîskarek dikare bi civaka xwe re bik e.
P.6-Rêziman û ferhengên ko hene, tu çi li ser wan dibêjî, ta çi radeyê ji bo zimanekî standard bandora xwe kirine?
Jan Dost:Bi giştî başin, lê ne her ferheng, ez dikarim bibêjim ku ferhengên berê bi rêk û pêktir in tevî ku peyvên wan hindikin , mîna Bedayiulluxe ya Elî Ekber Kurdistanî, yan Elhediye elHemîdiye. Ez niha ferhenga Jîn ya M: Cemîlê Seyda, yan jî ya Kurdî Nujen ya Elî Seydo Goranî cihê ewlebûnê nabînim, ew ferheng hatine durustkirin weke ku yek helbestekê binivîse, peyv bi salan têne şayik kirin û cihê xwe di axaftin û nivîsandinê de dibînin û rûdinin, ne ku ferhengnivîsek were di roj û şevekê de peyekê durust bike û bibêje ya ellah û ya xwedê!!
Mesela zimanekî standard jî li ba min ne ewqasî ecele ye, tiştê pêwist ew e ka çi tê nivîsandin, salin dirêj divên heta ku em bigihin zimanekî standard ji bo nivîsandinê ji tevaya milletê Kurd re.
Min behsa rêzimanan nekir, ew jî eynî ferhengan e, yekî çarsal zimanê Ingilîzî li zanîngehê xwendîye, tê rêzimanekî ji bo Kurdan çê dike!!! Sosret e!!
P.7- Internet dergehekî nû li tore û nivîskarên kurd vekiriye, tu tecrubeya xwe ya taybet bi malperên kurdî re çawa dinerxîne û wekû nivîskarek çi ji malperên kurdî re dibêje û bi taybetî malpera tîrêj.com?
Jan Dost: Ez vekirî dibêjim: internet bela serê nivîsandina Kurdî ye, xwedîyên malperan wek serokeşîranin, ji vî hez dikin , ji wî heznakin, cilê filankes yên gemarî li ser rista Interneta xwe radixin, tenê dixwazin qerebalixê çêkin, bi xêra Internetê pizik di rûyê wêjeya Kurdî de bûne bi hezaran, wek dobelanên tavên buharê nivîskar derdikevin û internet jî çi be diweşîn e!! ez bawerim roj bi roj ev ta ya germ sar dibe û wê mejî bêtir bixebitin ku Internetê bikin dergeha dokumentkirina û parastina wêjeya Kurdî ne berjewendên demî, heta niha malperek nîne ku bûye jêderek li ser Kurdan. Ji bo Tîrêj.com jî dibêjim ku divê ji xeleka teng der bikeve û gavin bi lez tir ber bi firehbûnê de biçe, ez bawerim gelek gav hatine avêtin û ew jî dilê mirovan xweş dike. |