1-Rewşa Edebîyata Kurdî, îro beramber bi salén 80 çawane.Li Turkîyê ku şertên nivsandina bi Kurdî parîyek azad bune, çî fersend daye pêşketina edebîyatê.Gelo em dikarin bêjin ku xwendin u nivsandin yekser di meşin yan na..? Ez rewşê gelekî baştir dibînim, li aliyekî jî xirabtir dibînim! Dibe ku ev bersiva min weke pêkenoikekê be lê ez dê wê şirove bikim! Di sala 1992 an ji bo cara yekem ez hatim istenbolê û min li wir tevgera edebî ya Kurdan dît! Bi rastî ew gelekî bi coş bû, xwendevan mîna kesên ku rojî girtibin û êdî dema fitarê bûbe bi ser pirtûkan de diçûn, tîbûneke mezin ji bo naskirin û xwendina zimanê Kurdî hebû! Bi hezaran rojname ya Welat dihate firotin. Pirtûk çap dibûn dihatin xwendin, vê yekê jî gelek kes ber bi karê weşangerî yê ve ajotin, ango berjewendîyeke aborî ji weşandina pirtûkan xuya dikir. Mixabin piştî çend saln ew tîbûn şikest û ew hêrsa ji bo xwendina kurdî nema1 erê weşanxane bêtir bûn, pirtûk zêdetir çap bûn û govar û rojname yên cur be cur derketin, lê xwendevan kêm bûn! Eger rewş weha bimeşe wê gelek dezge yên edebî û çandî derîyên xwe bigrin. Li hêleke din sewiya nivîsên ku ertên nizm e, yanî di nav re berhemên hêja hene , lê bi piranî kêmsewîye ne.
2-Di dîrokê de gelek caran rewşenbîrên Kurd sedem şert u zirûfên nexweş, mecbûr mane ku koçebar bibin u herne derveyê welêt. Her weha li dervêyê welêt berhemên xwe amade kirine. Edebîyat di salên dijwarîyê de li derve xwe parastîye. Sûrgûn u xerîbî çî tesîrek danîye ser edebîyata Kurdî. Tesîra sirgûnîyê li edebiyata Kurdî her positîv dibînim! Nivîskarê Kurd yê ku derbeder bû , aso li ber wî fireh bûn û vebûn, çavên wî bi jiyaneke nû ketin, ew bi xwe kete tecrubeyên girin ji bo nivîsandinê, îcar berhemin hêja yên girêdayî jiyana sirgûnîyê derketin meydanê, gelek ji nivîskaran nikaribûn li welêt berhemên xwe bi azadî çap bikin, û heta fersenda nivîsandinê jî nedidîtin, şukur nivîskarên Kurd ji koka xwe qut nebûne, erê ew dûr ketine lê hîn ruh û giyanê wan Kurdî ye, ew zimanê me diparêzin û ruhekî nû jî lê digerînin.
3-İro jî navenda edebîyatê xerîbîye yan êdî edebîyat dikare li ser axa xwe şîn bibe.Nîvîskarên Kurd lazime çî bikin ku edebîyat zêdetir li ser axa xwe xûrt bibe. Di nerîna min de navend ji edebiyatan re nîne, lê eger tu israr bikî ku ez navendekê bi nav bikim, dê bibêjim ku hundurê aferîner( nivîskar, hunermend,....) ew navende . her tişt di dîza xeyalê nivîskar de dikele û dibe berhemeke hêja. Ez dibînim ku pîvanên berhemên astbilind ne mekane ango ne cografya ye, lê ziman û mijar e. 4- Dengbêjî,xalek gelek giringe di edebîyatê de. Her weha edebîyata Kurdî ya devkî dengbêjîyê rumetek bilin hesab dike. Gelo Dengbêjên Kurd hetanî îro çî xizmet dane Edebîyatê.( kekê letîf bibûre nikarim bersiva vê pirsê bidim).
5-Tê gotin ku Niştimanperwerî bi edebîyatê dest pê dike.Roman , berhemek pir hêjaye di edebîyatê de.Her weha, roman barkêşê gotara nîştimanperwerîyê ye.Edebîyat u romana Kurdî çî tesîrek li doza Kurdayetî kirîye. Ez bi xwe ne meyldarê siysetkirina edebiyatê me, yanî ez di wê bawerîyê de me ku edebiyat ji siyasetê cuda bibe baştire, ev nayê wê wateyê ku kesê bi edebiyatê re mijûl dibe divê ne welatparêz be!! Ew tiştekî din e, lê ya ku dibêjim terazûya ku pê nirx û buhayê berhe,eke edebî tê pîvan ne miştimanperwerîye, navroka edebiyatê bi xwe ye! Mumkin e romaneke li ser gerîlla ji hêla hunerî ve qels û bêkêr be, û yeke li ser jiyana keçeke li dîskotêkan dijî xurt tir be bi ziman û hunera xwe! Ya keça deskotêkê xizmeta kurdayetîyê dike bêtir ji roman ku li ser gerîlla hatiye nivîsandin.
6- Di Hişyarbun u pêşketîna mîlletan de rola ziman çîye. Rola ziman rola sereke ye!! Ji ber ku ziman ne tenê sîstemek ji bo axaftin û ji hev fêmkirinê! Ziman her tişt e, hes û jiyan û bîranîn û giyan û her tişt e, ji bo vê jî dema dixwazin milletekî bindest bikin berê xwe didin zimanê wî . 7- Pêwendîya ziman u raman, ziman u edebîyatê çîye. Berhemên edebî, lazime li gor zimanên xwe yan li gor kesayetîya nîvîskarên xwe werin bi nav kirin. Ez dibêjim min hinek bersiva vê pirsa te berî niha jî da! Berhemên edebî ji xwedîyê xwe cuda dibin dema ku çap dibin û dikevin nav destê xwendevanan, êdî nivîskar karê wî bi tu tiştî namîne! Ji xwe ew nema xwedîyê berhema xwe ye jî! Ew berhem bi xwe xwediyê xwe ye, hinekî rola nivîskar mîna rola mîmarekî jî dibînim!! Ew serayekê ava dike pişt re nema karê wî pê heye, eger sera xwehik û delal be , yan jî kirêt û nelihevhatî be dibêjin filan mîmarî ew ava kir, lê bi rastî eynî mîmar dikare gelek serayên ji hev cuda ava bike.
8- Pirs u kêşeya yekîtîya elfabe u zaravên di zimanê Kurdî de gelo wê çawa çareser bibe. Zû bi zû çareser nabe, tenê yek çare li ba min heye, ew jî dewletek Kurdî hebe yek alfabe û yek lehce resmî were pejirandin û yên mayî jî qedexe bibin.
9- Xuyaye dî edebîyata Kûrdî de,helbest zêdetir pêş ketîye. Çîma. ? Helbesta klasîk a Kurdî u ya nûjen bî çî şîweyî divê ji hev werin cuda kirin, yanî çî ferq di nabvbera wan de heye. Ji bo beşê yekem ji pirsê, helbest berhema koçerî û jiyana çandinî (ziraetê) ye, dema ku milltek di warê awayê jiynê de pêş dikeve, û dibe civatek pîşekar êdî roman serî hildide! Li ba me Kurdan helbest hîn li pêş e ji ber ku em Kurd li paş in. Ji bo beşê duyem cudatîya helbestên klasîk û nûjen di gelek waran de heye, yek jê mûzîka ji derveyê peyvan e, ango mûzîka kilasîk hazire ji derve ye( erûz, qafîye....), di ya nûjen de rola peyvê gelekî heye bêtir ji ya fikre yê, xeyal bêtire, wêne bêtirin. Lê bi dîtina min hîn helbestvanekî nûjen ku bi bejna xwe ya edebî bibe mîna cizîrî yan xanî derneketiye holê.
10- Xebata di warê ziman u gramera Kurdî de bese yan na. Hewcehî îro zêdetîr bi çî heye. Gelo mumkune ku di ayende de ( rojên pêş de ) ferhengek mezin ku ji hemu zarav u devokên kurdî pêk hatîye çê be. Ji bo vî karî lazime çî were kirin ev wezîfeya giring lazime ji alîyê kî ve were pêk anîn. ? ev pirsa te birînên min yên kevin der dike, eger em xirakirina ziman û gramera ziman (xebat) bihesibînin ez dibêjim êdî bese!! Zimanê Kurdî bûye ew şîrmijê di pêçekê de ku li ber derê camîyekê hatiye dîtin, kîjanê ku kordûnda ye dibêje ew kurê min e û xwe dike bavekî sexte!! Mixabin hefsarê zimanê kurdî îro di destê amatoran de ye,. Di rojên pêş de ferhengek mezin dikare amade bibe çima na!! Û dikare hemû wêjeyên Kurdî ji her lehce yê di nav xwe de biguncîne!! Bes divê berî her tiştî ew nezanên ku berpirsyarên Enstutiyên kurdî û sazî yên kurdî ne ji cihê xwe bifirrin û kursî ji bin wan werin kişandin , ji parîsê bigir heta Bruksel û Istenbol û Berlîn û hemû bajarên dunyayê. Divê cihên wan nexweshxaneyên dînan bin ne Enstûtî.
Latîf EPÖZDEMİR/ İstenbul |
©jandost2008 |