home
contact

Hevpeyvînek li gel nivîskar û lêkolînerê kurd Jan Dost

Hevpeyvîn : Imer Kalo

 Di seranserî mêjûya gerdûnê de , û di pêvajoya pêşketina gelan de , rewşenbîr pirê caran roleke xurt û sereke û bingehîn di pêşvebirina raman û bîr û bawerî û nerîn û helwestan - helbet yên nirxdar - de lîstiye , belê tim bi mejiyê ronakbîran şaristaniya gelan tête  pîvandin û nirxandin , û ew nûneriya encamên şaristanî yên gelan dikin , û dikarin bibin ziman û wergerînerên gelan di hemî bûyer û astengan de , ango rewşenbîr - ew mirovê zana û xwedî raman û helwest û bîr û baweriyên nirxdar û giranbuha , dikare xwe bike neynik , û tê re , ji gelên din re asteya şaristaniya civat û gelê xwe wergerîne . Li gel van bîr û baweriyan bi rola rewşenbîr û xebata wî , û di piştî van bûyer û guhertinên -hilkirina rêjîma Îraqê ye kuştinkar- ku di rojhilata navîn de çêbûn û hîn çêdibin , me ev pirsên li jêr di riya E-mail re ji nivîskarê kurd Jan Dost re bi rêkirin .
  Jan Dost di sal 1965 an de li bajarê Kobaniyê - başûrê rojavayî kurdistan – ji dayik bûye , beşê beyalociyê li zanîngeha Helebê xwendiye , ji sal 2000 î de li Almaniya rûniştiye , bi zimanê Kurdî û Erebî dinivisîne , ji berhemên wî yên çapkirî : 1- şi’ir we şu’era , helbestên hilbijartî ( bi zimanê Erebî )  2- Kela Dimdimê ( destan , bi zimanê kurdî )  3- Sazek ji çvên kurdistan re ( helbest , bi zimanê kurdî )   4- Mem û Zîn , Ehmedê Xanî ( serrastkirin û wergerandin bi zimanê Erebî )  5- Mihabad , Selîm Berekat ( helbest , wergerandin , bi zimanê kurdî ) 6- Beda’êi El-luxa , Elî Ekber Kurdistanî ( ferheng , wergerandin , bi zimanê Erebî ) 7- El-hedîqa El-nasiriyê , Elî Ekber Kurdistanî ( wergerandin , bi zimanê Erebî ) ji bilî gotar û lêkolînên ku di rojnamegeriyê de diweşîne , û di edîtorya rojnameya Avesta û Ewraq Kurdiyê , û (di beşê Erebî - di telefizyona MedyaTV de xebiti
bû edîtorê kovara Pêl ya li Almanya hijmareke wê derket jî, her weha edîtorê kovara Hecelname ye, ya ku li Swêdê derdikeve.
  De ka em bi hev re bibin mîvanên wijdana Jan Dost û binirxînin , ka ta kîjan radeyê pirsên me di dil û mejiyê wî de cih digrin û bi yar dibin , û ka çi di tûrê bîr û bawerî û ramanên wî de heye .
                                                            
                                                                     * * * * *

 Imer Kalo :
Piştî rêz û silavan , mirov dikare di kîjan dergehî de , di ferhenga Jan Dost de , pênasiyekê ji rewşenbîr re bibîne , ango kiye rewşenbîr , û çine wate û erk û rol û mafên wî , nemaze yê kurd ?
Jan Dost :
ji bo em rewşenbîr bidin naskirin, divê em li koka vê peyvê binêrin, rewşenbîr  ango ew kesê ku bîr û bawerîyên wî ronî û vêketî ne, tu perdeyên reş li ser mejîyê wî nîne, tabo di serê wî de nînin, bawerîya wî bi azadîya bawerîyan tê, çeka wî ya herî mezin pênûseke rexnegire, tirsê nas nke, peyva pîroz di ferhenga wî de nîne û di ber azadîya xwe de amade ye ku giyanê xwe jî derbide. Rewşenbîrê Kurd divê haya wî ji dîroka Kurdî hebe, lê ne ew dîroka qehremanî û lehengîyê, dîroka ku nehatîye nivîsandin, mekanîzma dîrokê nas bike û bi cesaret û wêrekî destê xwe deyne ser deverên ku kes newêre xwe nêzîkê bike, mînakeke biçûk bidim, dema ez dîroka komara Kurdistan li Mehabad dixwînim, ne pêwist e ji bo min ku kurdan komarek avakirin, lê ya pêwist ew e ka çawa ew komar hate bi rêvebirin!! Çi şaşî hebûn û kurdan bi çi çavî ew kat û têkilîyên navnetewî di wê demê de dixwendin, gerek e rewşenbîr  tiştên nehatibû nivîsandin  bibêje, çima em tim mihtacî pênûsên biyanîyanin ku rastîyê li ber me radixin.
Li ser rol û erkên rewşenbîr dikarim bibêjim ku rewşenbîrê kurd  rola xwe nalîze, ez nabêjim romannivîsek yan helbestvanek  rewşenbîr e, rewşenbîrî bi mejî ve girêdayî ye bêtir ji hest û gupegupa dilan.
Divê amade be her tilîya xwe dirêjî şaşîyê bike bêyî ku hesabê berjewendîyên xwe bike, ji xwe divê  rastî destgirtîya wî be, û divê berxwedaneke mêjûyî were kirin ku azadîya bîr û bawerîyê were parastin, di civaka me de kesên azad kêmin û li ser tilîyan têne jimartin, girêdana bi partîyekê rastîya rewşenbîr dikuje,  ew divê di ser partîyan re be û sînorên fikra wî nebin, ne. Lê ne ku hemî partî ne rastin, fikr û raman di partîyan de jî hene, lê ji rola rewshenbîr eku netirs be li himber partîyan û xwedan hêzan.
Eger ji niha de şer ji bo azadîya fikr û ramanan neyê kirin , civakeke tirsonek tê ava kirin û bingeha diktatoriyetê tê danîn, ev jî metirsiyeke mezine ku divê em hayê xwe jê bikin, rewşenbîrî bi kurtî  xwestina guhertinêye di civak û mejîyê civakê de.
Ez bi xwe buhayê azadiya xwe didim, ez nikarim devê xwe bigrim û avê tev li hibr û murekkeba ku pê dinivîsim bikim, min di gotareke xwe de jî weha nivîsîye, ez dê her bimînim azad û doza azadîyê bikim.
Imer Kalo:
Li gor têgihştina me , we bi helbestê destpê kir , ta lêkolîn û wergerandinê , gelo çiye pênasiya we ya rewşebîrî , ango we ji kude destpê kir , û win gihiştine kur , û dixwazin bi kuderêgin ?
Jan Dost: destpêkirin bi du sê peyvên erebî bû, ez biçûk bûm û çavê min li pirtûkên bav û birayên min vebûn, min xwe di nava pirtûkan de dît, û yekem pirtûk min kirrî di yanzde salîya min de bû, bê guman ew pirtûkek olî bû, ango girêdayî diyaneta Islamê bû, hûn dizanin ez di malbateke dîndar de mezin bûme, min helbesta Erebî di xortanîya xwe ya pêşî de nivîsand, pişt re çûme zimanê dayikê, min gotar jî ji xwe re dinivîsandin, ji bîst salî û vir de min dest bi gotarên rexneyî kir, niha defterek tijî gotar li ba min heye min neweşandiye, ez gelekî ji wan gotaran ne razî me , lê ji wan hez dikim çiku bawerîyên min yên xortanîyê ne.
Pişt re min berê xwe da wergerandinê û dev ji rexneyê berneda, we di destpêkê de behsa berhemên min kirîye, xuyaye ku lêkolîn û wergerandin bêtir min bi alî xwe de dikişînin.
Ez dixwazim bi lêkolînên xwe bigihim rastîya milletê Kurd, ew rastî li gor dilê me be, ne li gor dilê me be ne pêwiste, ya pêwist ew e ku tozê ji ser tiştên windayî rakim.
Imer Kalo:
Me bihîst ku we di hevpeyvînekê de , di kovara Sorgul de gotiye : Jan Dost nema êdî xwe dibîne helbestvan , û êdî helbestê nanivisîne !! win dikarin çi li ser wê yekê ji xwendevanan re diyarkin ?
Jan Dost :
 ev pirs girêdayî pirsa berî xwe ye, min dev ji helbestê berda ne ku ji helbestvanîya xwe nebawerim, lê ji ber ku ez pêwisttir dibînim  lêkolînan li ser çand û dîroka Kurdî bikim, xwe tê de dibînim, lê nayê wê wateyê ku dema helbestek li derîyê dilê min dide, ez derî venakim.
Imer Kalo:
 Li gel van bûyer û guhertinên dawiyê -cenga li dij rêjîma Îraqê ya kuştinkar û hilkirina wê , û di derbarê rewşa herêmê ye nû de , mirov dikare çi di asoyên we de bixwîne ?
Jan Dost :
Min di gotara xwe ya (El zat El Kurdiye Emam El teheddiyat)de nivîsî ye ku divê piştî van bûyeran her kesek hesab bi xwe re bibîne, tiştê ku bû, mêjûya herêmê parçe dike, berî nehê Nîsanê û piştî nehê Nîsanê, ango berî û piştî ruxandin û xistina pûtê diktatorê Iraqê Seddam, divê Kurd fêrî demoqratîyê bibin, berî ku doza demoqratîyê li dijminê xwe û dewletê desthilatdar bikin, ev tiştekî seyre, ecêb e, em bi sedê salan e ji bo azadîyê  şer dikin û xwîna ku hatîye rêtin ne hindik e, îcar divê pirsa azadîyê li civaka Kurdî û li ba partîyên Kurdî çareser bibe, bi wî mejîyê kevin divê civak neyê ajotin ber bi kuştargehên mezin de, divê rê ji her bîr û bawerî û fikran re were vekirin, rojê sloganek millet diajo, armanc ji jor de têne guhertin bêyî ku ray û dîtina gel were standin, hilbijartinên diktatoran têne bîra mirov  99,99% deng dibirin!!
Imer Kalo :
Di vî nîrê ne zelal de , divê rola rewşenbîrê kurd di wênekirina paşeroja pirsa kurd û kurdistan de çi be ,   nemaze di perçeyê başûrê rojavayê kurdistan de ?
Jan Dost :
Min hinekî bersiva vê pirsê bi giştî di bersiva buhurî de da, lê ji bo başûr rojavayê Kurdistanê, pêwiste ku partî rengê xebata xwe ya siyasî biguherin,  me çavên xwe vekirin û filan û bêvan dîtin, û ne dûre em bimirin û hîn ew serok û sekreterên partîyan bin, ev yek li ba min tê wê wateyê ku ew qet nikarin tu çareyekê ji pirsa û doza kurdî re bibînin, tê wê wateyê ku zikên dayikên kurdan beyarin û nema karin serokan bînin,  heta niha di cihê xwe de rawestîyane, heta zimanê wan yê siyasî yê berî sî salî ye!! Mumkine!! Ev yek li ser xwendevan û nivîskar û rewşenbîran dimîne, divê ew şerekî li dar bixin û berê xwe bidin gel û vê rola mezin bilîzin, nebêjin em dinivîsin û hew, xwe ji erkên xwe nedin alî, eger wa nekin, xayintîya rewşenbîrîyê dikin, li gor ku ez dizanim, rewşenbîran civaka Ewropî guhertin û wan bi zanebûna xwe û bi şerê xwe yê ji bo azadî û demoqratîyê pêşketina herî mezin di tarîxa mirovayetîyê de çêkirin, li gor cihê ku em jî lê dijîn, mebesta min rewşenbîrên me, divê ev rol were lîstin, yan na em divê navê wan bikin  reşbîr!!
Imer Kalo:
Di derbarê mijara aloziyên di têkiliya di navbera rewşenbîrê kurd yê serbixwe û mirovê konevan û partiyan de ,   win dikarin çi di vê mijarê de ronî bikin?
Jan Dost:
Li ser vê mijarê baş hatîye nivîsandin, hîn em li sûrî bûn ev mijar li ser rûpelên rojnamegerîya partîyan germ bû. ji ber ku rewşenbîr nikare devê xwe gem bike, yên siyasetmesdar jî tim gem di destên wan de ne û li devekî vekirî digerin, di nerîna min de gerek bi çavekî biçûk li rewşenbîr û rola wî neyê mêzekirin, heta niha   partîyên ku bê bingehin fikrî  rê ji gel re datînin û me li gelek kelem û kortan diqelibînin, êdî divê li rewşenbîran were guhdarîkirin. Li alîyê dî divê rewshenbîr jî ji xwe bawer be û xwe biUûk nebîne û nebêhe : bê fayde ye lo, ma em dikarin çi bikin!!
Imer Kalo:
Win çawa asteya toreya kurdî di celebên -helbest , çîrok , roman , rexne , de dinirxînin?
Jan Dost :
Ezê behsa vê mijarê li başûrê rojavayê Kurdistanê bikim, were em rewşa me û ya cezayirîyan di bin destê firensa de bidin ber hev, em digihên çi encamê? Rewşa me baştir e, yan ez baştir dibînim, çiku  şerê zimanê Kurdî tê kirin, giyanê Kurdan berî welatê wan hatîye  dagîrkirin, di gel vê yekê jî  kurd li ser lingê xwe ne  û tu dizanî ku helbest û çîrok û roman û lêkolîn û pirtûkên rêziman bi Kurdî dertê, ev tiştekî balkêş e û li gor agahîyên min tu millet ne weke milletê Kurdî tîyê zimanê xwe ye, bala xwe bide Kurdistana başûr!! Volkaneke û teqîyaye, êdî tofaneke mezin rabûye û bêguman di salên bê de wê her tişt ji hev derkeve û berhemin astbilind werin holê. Piçek azadî hebe, zimanê kurdî bi kêrî her tiştî tê, hinek xizmet ji ziman re bibe wê encameke mezin were meydan toreya kurdî.
Di quncikên tarî de, û bi dizî gelek fêrî tîp û elifbêya Kurdî dibe, û tu dinerî ji nishkêve kitêbek tê çapkirin!! Ma ev yek ne xurtîya vîna millet dide ber çavan !! raste  gelek ji berhemên derdikevin qels û lawaz in, lê ne xem e, roj bi roj pêshketin heye.
Imer Kalo :
win dikarin çi di aloziyên zimanê kurdî de - ji aliyê bikaranîna tîpên cuda û zarav , û rêzman de - bêjin û pêşniyar kin ?
Jan Dost :
Ez nikarim tu pêşniyaran bidim, lê zimanê Kurdî bi saya pêşketina teknolojî û şikestina sînoran êdî ber bi nêzîkbûnê ve diçe, lê rewş ne gelekî başe, ez naxwazim bi derewan pêşbîniyekê bidim xuyakirin, alozî hene, û serhişkî û zaravperestî li nav me heye, em zû bi zû nikarin xwe bighînin encamekê ku hemî kurd jê razî bin.
Imer Kalo:
Li gel van pêşketinên tiknolocî di warê ragihandin û hevgihiştinê de , win ragihandina kurd çawa dinirxînin ?
Jan Dost :
Ew pir paşketîye, ji sebebekê tenê, ku piranîya navendên çandî – eger ne hemî bin- di destên rêxistinên siyasî de ne, ne serbixwe ne, serxwebûna ragihandinê şertê bingehîn yê pêşketina wê ye. Internet li paş e, xwedîyên malperan bê proje ne, û nikarin xwe ji gundîtiya xwe rizgar bikin, çibe tê weşandin, hinek jî malperan dikin malker û kînên xwe lê bar dikin, naxwazim navan bibêjim lê sedî sed hinek xwedîyên malperên çandî hene nizanin berê çanda kurdî bi kude ye, û herêmperestî jî  di mejîyê wan de ye. Internet yek caran roleke xirab jî dilîze, ji ber ku bûye weke ash yan tenûrê jin ji xwe re li dorê dicivin û qal û qîlan dibêjin, heta niha min malperên kurdên sûrî hemî shopandine, yek malper jî nikare xwe bide qebûlkirin weke malpereke bêalî û nazik û astbilind.
Imer Kalo:
Piştî borandina çend salên we li dervayî welat , gelo Ewropayê çi sûde li we kir , û çi guhertin di we de çêkir , bi derbirineke din , win li welatên biyaniyê li çi digerin , û çi dixwazin ?
Jan Dost :
Li welatê biyanîyê ez li zinarekî digerim ku bi azadî li ber siya wî rûnim û cixareyekê bikêşim bêyî ku li pişt xwe binerim û tirsa guran di dilê min de hebe, mixabin  xewnên me yên ku em pê hatin van welatan tev bûne dû û bi jor de kişîyan. Ev welat ji xwedîyê xwe re xweşin, lê rewşenbîrek dikare (eger pirr sal di ser re derbas bin) faydeyekê li milletê xwe bike, ez li hêviya wê fersendê me ku karibim tiştekî bikim, xwarin û vexwarin û imkana zengînbûnê li welatê mirov jî heye, lê hîn ez fêrî vir nebûme û bi keser berê xwe didim bayê ku ji hêla Kobanî radibe.
Ev welat yekî fêrî xweşîya welatê dayikê dike.
Dema ez dibînim keç û xort bêtirs bi hev re ne, yan xwepêşandanek bi serbestî li dar dikev  li dijî hikûmetê, dibêjim xwezî em jî wa bûna û me berê xwe nedabûya vî welatê ku mirovan tê de dihêrin û bindestîyek e nû ye, lê mixabin her kes pê nahese.
Imer Kalo:
 Ji nûyê Jan Dost , mirov dikare çi mizgîniyê bide xwendevan û pirtûkxaneya çande ya kurdî ?
Jan Dost :
Romana min ya li ser komara Mehabad hazir e ji çapê re, lê ka weşanxane?
Ferhenga bedayiul luxe Kurdî- Kurdî hazir e, û hin berhemên dî jî, lê.....
Imer Kalo:
Li gel pirseke vekirî , û gotina dawiyê , we bi xwendevanaên zimanê kurdî re dihêlim , û gellek sipas ji bo dayîna fersenda vê dan û standina azad ... !? .
Jan Dost : tenê spasî .

veger
 
©jandost2008