Hevpeyvînek bi Jan Dost re
Jîr Dilovan
1- Me Jan Dost yekem car bi destana "Kela Dimdim" nas kir. Berî vê berhema we, berhemên ku we dane weþandin hene?
Bersiv: kela Dimdimê berhema min a kurmancî ya yekm e. Ew di nîsana sala 1991an de li Bonn ê ji nav weşanên Rewşen derket. Di eynî salê de zivistanê li Stenbolê jî ji hêla weşanxaneya Melsa yê ve çap bû. Lê berî wê bi du sê mehan pirtûka min a yekem bi erebî derketibû( Şiir we şu`eraa). Lê ez her dem kela Dimdimê nuxuriya xwe dihesibînim ji ber ku ew berhema hestên min bû. Çêlîka xeyalê min û kurdîtîya min ya nû bû.
2- We ji bo Kela Dimdim, lêkolîneke çawa kir û we ji kîjan çavkaniyan sûd girt?
Bersiv: tu dizanî dema min kela Dimdimê nivîsî ez çend salî bûm! Ez bîst û yek salî bûm. Wê demê hîn min baş rêyên avakirina berheman nizanîbû. Ez xam û sava bûm. Loma jî min ew berhem mîna destaneke helbestî nivîsî. Min nizanîbû ku divê gelek lêkolîn bikim da ku berhema min tekûz û delaltir derê. Lê bi qasî zanîna xwe min lêkolîn jî çêkirin. Min di pirtûka Mihemed Emîn Zekî de serpêhatiya kelê xwend. Her wekî din min di pêşgotinê de jî gotibû. Hevalê min î zarotiyê jî(Mehmûdê Kûsî- Akif) ku şehîd ket, ji min re çîroka gelêrî ya kelê digot. Çîroka ku wî ji min re digot min bi kar ne anî lê dîsa jî sûda wê bo min mezin bû. Ez bêtir li nivîsandina destanê germ kirim û bi nirxê berxwedana kela Dimdimê hisnadim.
3- Weke ku me jiyana we şopandî, we jî mîna gelek nivîskarên Kurd bi zimanê dagirker, ango bi Erebî dest bi nivîsê kir. Di warê wêjeyê de tu dikarî Erebî û Kurdî beremberî hev bigirî?
Bersiv: erê rast e. Min bi erebî dest pê kir. Û eger em vegerin pirsa we ya pêşîn, ezê bibêjim ku berhema min yekem du helbestên min bûn di radyoya dewletê ya sûriyê dde sala 1981 an hate weşandin. Ez wê demê 16 salî bûm. Lê pişt re min bi biryar êdî nema bi erebî nivîsî. Yanî berhema ku têkiliya wê bi hestên min re hebe , bi axaftina dil re û xeyalê min re hebe nema mumkin e ez bi erebî binivîsînim. Ez diakrim bibêjim ji salên 90 û vir de min yek hevok bi erebî nenivîsiye. Lê di warê lêkolînê de ez bi erebî heta niha jî dinivîsim.
Eger em bidin ber hev herdu zimanan. Bi rastî erebî gelekî li pêş e! Zimanekî ku ev bûye 1430 sal xizmeteke li ser hev û bi rêk û pêk jê re dibe. Qurana vî zimanî heye. Bi sed hezaran berhem û destnivîs hene. Bi hezaran û ji her milletî ketin xizmeta vî zimanî û ew bi pêş de dan. Berhevkirina herdu zimanan (Kurdî û Erebî) di nerîna min de ne di cih de ye ji ber ku şert û mercên herdu ziman têre derbas bûne qet naşibihin hev û derfetên ku ji erebî re hatin hîç ne wek yên ji kurdî re hatine. Astengî û zextên ku bi ser kurdî de hatine bi ser erebî de nehatine. Di gel vê yekê jî bala xwe bidinê bê kurdî çawa li ber xwe daye û li ser nigan maye. Bi xêra çend kesan, çend kesên ku tu mîrî piştgiriya wan nekiribû vî zimanî çêja murekkebê û pel û xameyan dît.
3- Gelo Kurdî bersiva hestên te dide?
Bersiv: kurdî ne tenê têra hestên min dike, ez qet xeyal nakim ku bo zimanekî ji bilî kurdî bikaribim hestên xwe derbibirim. Qet nayê bala min ku zimanekî din dê karibe têkeve şûna şêrînîya kurdî ya ku peyvên wê di xeyalê min û di giyanê min de bi hezaran hêlîn ava kirine û tu hêz êdî nema kare wan çivîkên xeyal ji ser hêlînan bifirîne. Ez ji zimanê xwe hez dikim. Ev zimanê ku axaftina bi wî rûyê diya min tîne ber çavê min Ez aşiqê kurdî me. Û her bi her tiştin di kurmancî de keşif dikim ku bi rastî bo min ji gencîneyan buhatir in. ez her carê li tam û çêjeke nû û nenas rast têm û ecêb dimînim ku çawa me pişta xwe dabû vî zimanê delal.
4- Hûn ligel nivîsandinê wergerê jî dikin. Di wergera ji Erebî de, gelo astengiyên we çêdibin? Heger çêdibin çi ne?
Bersiv: di wergerê de bê guman astengî raserî her (wergêrî)wergervaanî dibin. Astengiya herî mezin ew e ku herdu ziman ne ji binemal û yek rîşeyê ne. Kurdî Hindo ewropî ye û erebî jî Samî ye. Di vir de hinek zehmetî derdikevin. Hevokên erebî gelekî dirêj in, rêziman û katên di gramerê de tên bi karanîn ne wek yên kurdî ne. Nêr û mê ne yek in . Lê wergêr divê bi nermayî nêzîkî nivîsan bibe û(li dora hevokê bizîvire) ku ruhê wê wergerîne ne wê bi xwe wek peyv û gramer û girêdana hevokan. Di wergera ji farisî de ez rastî van zehmetiyan nayêm. Astengeke din bibêjim ku ew jî girêdayî têrmên tarîxî û wêjeyî û felsefî û hdw...ne. Erebî her çend ku xwe zimanekî xwe li himber zimanên ewropî paşketî dibîne jî, lê gelekî ji yê kurdî pêşketî tir e. Ew zimanê felsefeyê ye, zimanê erdnigarî û tarîx û astronomiyê ye jî. Lê em!! Bi rastî yek caran bi rojan li ber têrmekê radiwestim û nizanim çi bikim! Ferhengên me jî hema bibêje hemû yên wêjeyê ne, yanî ji cîhana wêjeyî hatine. Heta niha ferhengek kurdî ya felsefîk nîne. Ferhengeke tibbê nîne! Me giranî daye wêjeyê ku birîna me ya kûr ne ew e heyran!
5- Gelek kesatiyên Kurd ku bi zimanên dagirkeran dinivîsin, dibêjin Kurdî têra nivîsê nake? Ev çiqasî rast e?
Bersiv: dibe ku têra wan neke! Lê têra nivîsê dike. Lê eger ew çê li nivîsên ne wêjeyî dikin ez dikarim bibêjim heta radeyekê rast dibêjin. Lê divê ne wisa bê gotin, divê were gotin ku divê zimanê kurdî zû bi zû xwe bigihîne asteke bilind ku li gora vê dema me be. Divê zimanzan şev û roj û di bin çavdêriya saziyan û partiyan û hukûmetan de bêrawestan û bêhnvedan bixebitin da ku vî zimanê me zû bigihînin demê.
Yên ku dibêjin zimanê kurdî têra nivîsê nake jî du beş in. yek jê nezan e û divê em wî li ber xin û bibêjinê ku her ziman têra nivîsê dikin lê asta xizmeta ku ji her zimanekî re dibe ji hev kêm û zêdetir e. Yek jî wisa dibêje ji ber ku baweriya wî bi zimanê wî nemaye. Ew ketiye bin bandora propagandaya neyarên gelê kurd ku bi sedê salan e dibêjin kurdî ji xwe ne tu ziman e û nivîsnadin qet li bejna kurdan nayê! Mixabin van derewên bi vî rengî karîbûn cihên xwe di hiş û mejiyê hinek nivîskarên me de jî bibîne û bibêjin : kurdî têra nivîsê nake!
Ji bo em van iddiayan ji holê rakin bersiva min di vê hevpeyvînê de têrê nake. Divê bersiv bersiva saziyan be. Divê bersiv bi tevgereke startejîk ya wegerê be. Divê planên salan e yên wergerê hebin. Gava ku ev kes bibînin her cûre zanîn, û kitêbên navdar bûne kurdî, wê demê wê baweriya wan vegere.
7- Weke em dizanin we bi helbestê dest bi nivîsê kiriye û bi çîrokê domandiye. Lê di vê navê de we dest avêtiye romanê jî... Gelo Jan Dost di kîjan babetî de xwe pêkhatîtir dibîne?
Bersiv: ez bi xwe wêjeyê wek yek qadê dibînim. Ez jî di wê qadê de dibezim. Vir de diçim û wir de diçim . Sînoran di nav helbest û çîrok û romanê de nabînim. Çîrok jî helbest jî û roman jî hemû çêlîkên xeyalê mirov in. Hemû berhemên keda wî û perwerdeya wî ya hunerî û çandî ne. Hemû jî ristina peyvan û gotinên ciwan in. loma jî ez tu cudatiyê di navbera çîrok û roman û helbestê de nabînim. Lê dîsa jî ev mijara ku hûn behsa wê dikin dide xuya kirin bê çawa ez di wêjeyê de meşiyame. Min bi helbestê dest pê kir, rast e. Min çîrok jî nivîsîne û çîrokeke min xelata yekem li rojavayê kurdistanê wergirt. Niha jî giraniyê didim romanê.
Ez niha xwe wisa dibînim: di qonaxa aqilmendî yê de! Ez niha êdî xwe di qonaxa fikr û bîr û hişmendiyê de dibînim. Êdî bala xwe didimê ku mejî hefsar ji hestan standinye û ew berhemên min diajo! Niha roman bersiva vê qonaxa ku ez tê de dijîm, dide. Min çil sal derbas kirine, êdî ez wisa pê dihisim ku nikarim bi helbestekê kula dilê xwe yan jî evîn û eşqa xwe bibêjim. Helbest nema têra min dikin. Ez romanê bêtir nêzîkî xwe dibînim. Ew zimanê bîr û bawerî û hestên min e, zimanê xeyalê min e jî û zimanê zimanê min e jî. Di rêya romanê re dikarim hunera xwe ya di ziamnê kurdî de bêtir bidim xuyakirin. Di rêya romanê re helbstvaniya xwe jî didim pêş. Ez romanê bi ruhê helbetsvanekî û bi hişê dîrokzanekî dinivîsim. Min pişta xwe nedaye çîrok û helbetsan. Min pişta xwe nedaye lêkolîn û wergerandinan jî. Lê ez van hemûyan li romanê bar dikim û roman jî bi rastî hingî xurt e dikare barên giran bi hêsanî hilgire
8- Mîna gelek nivîskar û helbestvanên Kurd, gelo ev piralîbûna we ji bo we ne dezavantajeke? Ango hûn hêza xwe tenê bidin mijarekêwê ji bo we ne baþtir be?
Bersiv: erê wisa ye. Raste ez xwe pirrê caran hest dikim mîna ku şûşeyeke ferfûrî me û li ser kevirekî ketime xwarê. Her kirtik bi deverekê de çûye. Yan jî mistek nok im û li ser tehtekê rijiya me. A te rast e, ez ku hêza xwe bidim aliyekî wêjeyê bi tenê dê qenctir be. Dê giraniya xwe hemûyî bidim kîjan mijarê? Ev yek dê roj û salên di pêşyia me de bersivê bidin.
9- Hûn ji malbateke xwende ku bi bingeha xwe Kurdîaxêv tên. Rola vê yekê ya di nivîskariya we de çiqas e?
Bersiv: rola herî mezin bû. Hema bala xwe bidê ku yek di hemêza dayikekê de mezin bibe û wê dayikê helbestên Cizirî û Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanî ji ber kiribin. Dê çi tesîrê li kurê xwe bike? Dayika min ew kes bû ku helbestên kurdî ji ber kiribûn. Bavê min mela bû û di mala me de cihekî pîroz yê pirtûkan hebû. Herdu birayên ji min mezintir bi kurdî helbest dinivîsandin û dîwanên Cegerxwîn bi dizî dianîn malê. Di defterên wan de min helbestên wan ên bi kurdî dixwendin. Ez di hucreyan de mezin bûme. Min li qesîdebêjan guhdarî kiriye. Di zarotiya xwe de min helbestên Cizîrî ji devê qesîdebêjan di civatên meleyan de dibihîstin. Vê yekê him evîndariya zimanê kurdî li ba min xurt kir him jî hezkirian klasîk.
10- Hûn demeke dirêj e li ser Mem û Zîn a Ehmedê Xanî dixebitin û li gor dema îro werdigerînin. Li gor lêkolînên we, wergerên ku heta niha hatine kirin çi kêmasiyên xwe hene? Ango ew wergêr çiqasî li gor ravekirina Ehmedê Xanî ne?
Bersiv: berê dixwazim bibêjim ku kesên ku Mem û Zîn berî min şirove kirine û wergerandine mamostayên min in. ji M. Bozarslan de bigir heta Emînê Osman û Hejar û Perwîzê Cîhanî. Ez deyndarê wan hemûyan im. Keda wan kedeke mezin e lê dîsa jî ku kêmanî hebin divê mirov bibêje. Min hin nivîsên kurt derbarî kêmaniyên wan birêzan de nivîsîne. Her weha di şirove û wergera xwe de jî destnîşanî wan kêmanyian kiriye. Ez destnîşanî kêmaniyên xwe jî dikim. Di çapên berê de ku şaş bûbim dibêjim ez şaş bûme.
Bi giştî di hundirê teksta Mem û Zînê de yên berî min xwe gelekî newestandine. Yanî nedane dû peyvan û gotinên xerîb qenc rave nekirine. Fikrên Ehmedê Xanî baş neanîne ziman. Lê dîsa jî ew hemû bo min bûne bingeh ku karibim berhemekê sezayî navê Ehmedê Xanî bînim meydanê. Ez hêvî dikim ku berhema min jî bibe bingeh ji bo lêkolînên pêşerorjê û nifşên ciwan sûdê jê werbigrin.
11- Niha di destê we de çi xebat hene?
Bersiv: xebat gelek in. Û mîna kesên ku di rêza bidestxistina tiştekî de rawestiya bin, yek dorê nade yê din. Ez pê dihisim ku dem ji ber destê min baz dide û êdî tirsa min a mezin ew e ku temenê min têra min neke ku ez ji bo gelê xwe û vî zimanê xwe yê şêrîn têr xizmetê bikim.
12- Ji bo xwendekarên Kurdî hûn dixwazin çi bibêjin
Bersiv: ez dixwazim bibêjim wan ku kurdî wek ziman hebûna me ye. Bêyî wê kurdîtiya me kêm e. Hînbûna kurdî jî ferz e weke nimêjê ye. Yê ku bikaribe û neke gunehkar e. Li ewropa derfet gelek in û waye li Kurdistanê jî derfet hene. Berî demekê ez li Amedê bûm. Ez rastî ciwanekî kurd hatim navê wî Serdar bû. Şêwirmendê şaredariyê bû. Kurdiyekê diaxivî wisa zelal û û wisa tenik û nazik te digot ew di hemêza Melayê Cizîrî de xwedî bûye. Gava ji min re got: Ev du sal in min xwe fêrî kurdî kiriye û hîç berê kurdî neaxivî me! Kêfa min gelekî hat. Min nas kir ku mesela me bi zimanê kurdî re tenê mesela iradeyê ye. Te jî behsa wê keçika li Stenbolê kiribû ku te di rêya Internetê re ew fêrî kurdî kiriye!! Ev herdu mînakin gelekî berbiçav in û divê bibin nimûne bo ciwanên me. Eger hûn bixwazin kurdî fêr bibin, hûnê di du saln de karibin gotaran jî pê binivîsin. Bes vîna xwe û hezkirina xwe ji kurdî re winda nekin. Dûbare dikim gunehkar e yê ku derfet bo wî hebin û xwe fêrî zimanê dayika xwe neke. Ji vê wêdetir dibêjime wan: wergerînin, berhemên biyanî wergerînin kurdî ev rola herî mezin di pêşxitina wêje û ziman de dilîze ew jî erkê we ye, li ser milê we ye. Kesekî ingilîz nayê Hamlet û Othello bo min wernagerîne, ne hûn bin dê wêjeya me her ku biçe bi şûnde biçe. Hûn hêviya me ne.
13- Ji bo vê hevpeyvîna delal spas dikim û her berhemdar bin...
ez we û xebta we ya nirxdar spas dikim û malpera enstîtuyê pîroz dikim. |