home
contact

Jan Dost: "pîvanên tendurustiya wêjeya miletekî xwendevanên wî ne
 
Kenan Kirkaya / Davut Ozalp - DÎHA 

Jan Dost (dîha) 
Berî çend rojan, nivîskar Jan Dost besdarî Festîvala Êlihê (Batmanê) li Bakurê Kurdistanê bûbû. Berî ku ew biçe Êlîhê (Batmanê), Ajanseya Dicle ew li Stenbolê dît û bi wî re li ser pirs û pirsgirêkên wejeya kurdî, bi taybetî jî li ser girîngiya rexnegiriya wêjeyê, hevpeyvînek pêk anî.
DÎHA : Hûn çend sal berî niha jî hatibûn Tirkiyeyê. Pistê demek dirêj hûn carek din hatin. Gelo we vê carê guherîneke çawa dît?
JAN DOST: Ez heft sal berî niha hatim vir. Vê demê rojnameya Welat nû dest pê kiribû, ez diçûme wê derê. Heke ku ez niha û berê bidim ber hev, berê li hemberî zimanê kurdî, esqeke mezin xweya dikir. Ev yek jî ji ber mehrûmiyeta zimanê kurdî pêk dihat. Ziman qedexe bû û ciwanên kurd dixwestin ku bi zimanê xwe bixwînin. Li gor gotinên vê demê, Welat 20-25 hezar difrot. Niha eleqeya li hemberî xwendina bi zimanê kurdî kêm bûye. Li gor min ev yek tisteke ne bas e. Divê ciwan û gelê kurd ji bo xwendina bi zimanê kurdî û pêsketina wêjeya kurdî bihatina tesvîq kirin. Berê, bi qasî îro wesanxane tune bûn. Lê niha gelek wesanxane û çapxane hene, lê xwendevan di asta xwe de maye. Edebiyata kurdî li gorî dilê me nîn e, gelek kêmasiyên wê hene, lê ew 10-11 sal e, ku bingeha wêjaya kurdî li bakûr tê avêtin. Berî 10-11 salan, pirtûkên bi zimanê kurdî tune bûn û yên ku hebûn jî, bi dizî dihatin firotin. An jî pirtûkên ku dihatin nivîsandin, nêvî tirkî nêvî kurdî bûn. Em dikarin bêjin ji hêla pirtûk û nivîsandinê ve rews ji berê bastir e.  Gelek berhem derketin. Hûn kalîte û naveroka wan berheman çawa dibînîn? Pîvanên tenduristiya wêjeya miletekî xwendevanan wê ne. Dema ku xwendevan kêm bin, diyar e di wêjeya wî gelî de nexwesiyek heye. Lê em dibînin ku pirtûkên li vir têne çap kirin, pir xerab nîn in. Li gorî vê pêvajoyê diviya daxwaza zimanê kurdî, çand û hunera kurdî bi rêk û pêktir bûya.  Di hêla çandî de, asta xwendevanan her çiqas bilind ne be jî ew ji bo kalîteya pirtûkan wekî bêjingekê ye. Pistî çend salan, berhemên hêja dê cihê xwe yê bilind bigirin. Berhemên qels, lawaz û nebas jî dê bimirin. Wekî mînak: Cizîrî di helbesteke xwe de diyar dike ku kesek dev diavêje helbesta wî û dibêje 'ew ne helbest e'. Ew kesê ku dev avêtiye helbesta Cizîrî, mir û çû. Îro kesek nizane ka ew kî ye, lê berhemên Melayê Cizîrî îro bi hemû mezinahiya xwe hîn dijîn, dê her bijîn jî. Ev yek tê vê wateyê, ku dem û xwendevan ji berheman re wekî bêjingekê ne. Çima Melayê Cizîrî ma, çima ev mirov hate ji bîr kirin? Ji ber ku ya asta berhaman nîsan dide, hukmên xwendevanan ne. Divê zewqa xwendevanan û asta wan ya çandî were bi pêsxist in.  Rews her diçe bastir dibe, lê dîsa jî divê pîvanên wesanxaneyan hebin û berheman bidin ber bêjingê. Bila nebêjin tenê bi kurdî ye, divê bê wesandin. Divê pîvanên wesanxaneyan jî hebin...  Di vir de, girîngiya rexneyê der tê holê, lê di vî warî de tisteke berbiçav nîne. Gelek berhem der tên holê, lê kes dengê xwe dernaxe. Çima rexnegiriya wêjeya kurdî tune ye? Tu yê bikarî hinek li ser girîngiya rexnegiriyê bisekinî? Nebûna rexnegiriyê girêdayî psîkolojiya gelê kurd e. Wekî hemû gelên Rojhilata Navîn, gelê kurd jî ji rexneyê hez nake. Gelên li rojhilatî rexneyê qebûl nakin. Ev yek di hemû qadên jiyanê de wisa ye. Ji bo wejeyê jî wisa ye. Wekî mînak, ne mûmkin e ku ez li ser nivîsa kesekî din rexneyekê bikim, lê divê ez bikaribim seydayê Cegerxwîn jî Meleyê Cizîrî jî û Ehmedê Xanê jî rexne bikim. Ne kesayetiya wan, divê ez berhemên van rexne bikim, ji bo pêsketinê pêdivî bi vê yekê heye. Rexnegirî ji bo pêsketinê alîkariyeke mezin e. Li Basûrê Rojavayî Kurdistanê pirtûkên rexnegeriyê hene. Divê mirov nebêje 'tistek nake wêjeya kurdî nû ye, divê mirov zêde bi ser de neçe'. Na, wêjeya kurdî nû nîne. Belkî li Bakur nû be, lê 60-70 salên berê jî bi kurdî nivîsandina bi kurdî hebû. Tisteke giring a din jî divê werger hebe. Em niha tenê pirtûkên Kurdan bi kurdî dixwînin, lê em pirtûkên din bi zimanê din dîxwînin. Heke em bikaribin berhemên biyaniyan jî bi zimanê kurdî bixwînin, em ê bi vê bikarin xwe tatmîn jî bikin û bibêjin zimanê me têra pirtûkên cîhanê jî dike. Kurdên her çar parçeyan pirtûk û berhemên ramyarî û felsefî bi zimanên biyanî dixwînin. Ez nikarim pirtûkeke felsefî bi kurdî bixwînim ji ber ku bi kurdî pirtûkek wisa tune ye. Çend tistên ku di hêla felsefeyê de dizanim jî, min bi zimanê erebî xwendine, ên Bakur jî bi tirkî xwendine. Ji bo pêsketina wêjeya kurdî du tist gelek pêwîst in, werger û rexne.  Hûn behsa wergerê dikin, lê li Bakur pirtûkên wergerê nayên xwendin? Nexwandina pirtûkên wergerê girêdayî balkêsiya pirtûkan e. Heke ku nayêne xwendin, dibe ku ev pirtûk ne balkês be. Yek jî tistê ku te wergeranî kurdî, divê ku xwendevanên te nikaribin bi tu zimanekî din bixwînin. Ango divê ev pirtûka ku tu wergerînî, hîn ji bo tirkî (ji bo Bakûr) ne hatibe wergerandin. Ji ber ku heke derfetên xwendevanan hebin, diçin bi tirkî dixwînin. Wekî mînak, gelek berhemên erebî hene mirov dikare wergerîne kurdî. Ev bi bazarê ve girêdayî ye. Yanî heke ku pirtûkeke ku xwendevan bixwazin bixwînin, divê mirov berî Tirkan wergerîne kurdî.  Gelo tenê problem ev e? Di wergerên ku hatine çê kirin de, gelo ziman çiqas bi serketî hatiye bi kar anîn? Ev mijareke girîng e. Yê ku wergerê dike, divê xwe bixe devsa nivîskar, xwendevan û rexnegir. Werger wekî karekî gelek hêsan tê dîtin. Kê dibêje 'ez zimanê kurdî dizanim', radibe wergerê dike. Na, ne wisa ye. Werger ne karekî sexsî ye. Divê bi plan û proje bê çê kirin. Divê ji bo kesê/a ku wergerê dike, derfet bêne amade kirin. Divê saziyeke wergerê hebe. Nexwe wergerên sexsî zerarê didin zimanê kurdî.  Rexneyeke te heye û tu dibêjî, bila nivîskarên kurd xwe ji klasîzmê rizgar bikin û di bin siya Cegerxwîn de derkevin. Li aliyê din jî hin kes dibêjin, nifsê nû ji klasîzmê dûr ketiye... Nifsê nû di bin siya klasîzmê de derdikeve, lê dikeve binê sîwaneke din. Wekî mînak, nivîskarên kurd ên ku ji helbesta Cegerxwîn dûr dikevin, dixwazin berhemên serbest binivîsin, giyanê kurdî di helbesta wan de na xuye. Rast e, nabêje 'biriyên te kevan in', nabêje 'avirên te tîr in', lê tistên ku dibêje jî, tistên ku berê hatine gotin in. Tistekî nû na afirîne û ji xwe tistekî lê zêde nake. Mijar tê ser helbestê, lê ez bi gistî dibêjim. Di hemû qadên wêjeyê de, rews wisa ye. Tecrûbeya rêbaza serbest di helbesta kurdî de tune ye, mecbûr e wergerê bike, bi zimanekî din dixwîne û li kurdî rêz dike. Ew tistekî bas e, lê tistek jî tê ji bîr kirin. Di wêjeyê de zincîra klasîzmê hate sikenandin. Divê Kurd ji nûjeniyê re vekirî bin, lê divê di berhema ku tê afirandin de, giyanê kurdî hebe. Ez behsa welatparêziyê nakim. Wekî mînak, em çawa li stêrkekî dinerin, li çiyayekî çawa mêze dikin? Divê em wekî Erebekî li çiyayekî mêze nekin. Li cem Ereban tu girîngiya çiyayî nîne, li cem wan hêstir (deve) girîng e. Ez nikarim li ser hêstirê wekî wan binivîsim. Divê ez bi çiyayê xwe, bi desta xwe û stêrka xwe re biaxivim û giyanê kurdî binivîsim. Dê wê demê de, nûjeniya helbesta kurdî derkeve holê.  Îsal wekî "sala Cegerxwîn" hate îlan kirin. Ji ber vê jî em vegerin ser Cegerxwîn. Bi ya te, gelo Cegerxwîn bi têra xwe hate nirxandin û vegotin? Tu çalakiyên ku têne li darxistin, çawa dinirxînî? Cegerxwîn helbestvanekî bi nav û deng e û ji bo me Kurdan kesayeteke gelek girîng e. Cegerxwîn wekî helbestvanekî dinyayê ji bo wêjeya Kurdan tecrûbeyek e. Ew tecrûbe divê bê nirxand in. Divê em bi awayekî hestiyarî ne nirxînin. Divê 8 dîwanên wî bêne nirxandin, wî çi li wêjeyê zêde kiriye? Ez behsa kesayetiya wî û ramana wî nakim. Nizanim, pesnê kê daye, ew tisteke dine û di ramana xwe de hemû kes azad in. Divê hemû berhemên wî di bêjingê re bêne derbas kirin û parzûn kirin û safî kirin. Em niha sedsaliya wî pîroz dikin û pesnê wî didin. Herkes radibê û dibêje, nizam La Fontain ê Kurdan e, ji ber ku wî li ser dewaran jî helbest nivîsandine. Heke ku em wî bikin pût û jê re pûtparêstiyê bikin, em ê li cem wî bisekinin, nikaribin jê derbas bibin. Heke ku em wî nekin pût, em ê jî derbastir bibin û dê helbastvanên ji wî mezintir jî derkevin. Ev jî ji bo wêjeya kurdî giring e.  Di warê nivîskî de, zimanekî standard derketiye gelo? Hûn wê yekê çawa dibînin? Standardekî kurdî çê bûye. Wekî mînak, zimanê ku Azadiya Welat bi kar tîne, ji aliyê gelek kes û der doran ve tê qebûl kirin. Tistekî sas heye û ew jî heremparêzî ye. Her yek dibêje, peyvên herêma min rast in, ên din sas in. Na, ew jî rast e, ya din jî rast e. Herêmparêzî li ber pêsketinê asteng e. Heke ku peyvên hemû herêman neyên qebûlkirin dê ferhenga me teng bibe. Zimanê Ereban berî Muhammedê pêxember zimanê esîran bû. Berê ji hev fêm ne dikirin. Heya wê demê hevdu qabûl ne dikirin. Em dibêjin kêr, lê li Sulêmanî jî dibêjin çekuk. Ev herdu peyv jî rast in û herdu jî kurdî ne. Heke ku em herêmparistiyê ji mejiyê xwê biavêjin, dê zimanê pês keve û ferhenga me berfireh bibe.  Em bêne ser xebatên te. Çi heye, çi tûne? Min 'Mem û Zîn' wergerandiye erebî. Ferhengeke kurdî û farisî di destê min de hebû, qediya. Romana min bi dawî bûye, lê hîn nehatiye çap kirin, ez li wesanxaneyekê digerim ku çap bike. Mijara romanê ji Komara Mehabadê pêk tê...

veger
 
©jandost2008