home
contact

Hevpeyvînel ligel helbestvan û nivîskar Jan DOST

DENG: Te gelek cûreyên edebî nivîsîne , helbest, çîrok, wergerandin, û niha jî roman . Ev derbasbûna ji cûreyekî bo yekî dîtir çi nîşan dide, tu bêtir xwe li ku dibînî ?
J.Dost: nizanim!!  Lê ez di her celeb nivîsîn de hewl didim  ku şaxên dara mejî bihejînim, hewl didim ku bibim alîkarek di avakirina hişekî netewî  yekhev de, hewl didim ku keviyan nêzîkî hev bikim, yan jî gemiyekê saz bikim da ku Kurdên ji hev qut bûne û qetiyane bigihînim hev. Di lêkolînên xwe de bêtir  ez Jan Dost ê  xwe sipartiye dîwarê hiş û mejî dibînim( tevî ku dizanim ew dîwar yek caran leq e), lê di berhemên afirandyar de  ez xwe yê diltenik, yê ku tenê hestên wî pêşewayê wî ye dibînim. Rast e ez ji cûreyekî berê xwe didim cûreyekî dî, ez dixwazim enîya muxatebên xwe berfireh bikim, heta ji min tê dixwazim cemawerên ku berhemên min dixwînin pirr bin, da ku fikr û bîr û bawerî û ramanên xwe  bigihînim wan, ez dizanim ku xwendevan jî mîna berheman cihêrengin, xwendevanê helbestê hene, yên romanê, yên çîrokan û yên lêkolînan, yên destan û gotarên rojan e. bi rastî cûreyek tenê  têra min nake, ne ku bawerîyên min pir giran û mezinin, lê ji ber ku ez pêwist dibînim û erkekî mezin dibînim bawerîyên xwe derbarî dîroka Kurdan de, derbarî şîrovekirin û ravekirina kesayetîya Kurdan de li her cihî bînim ziman.

DENG : Di piraniya berhemên xwe de ; te berê xwe daye dîrokê ; bo nimûne ( Kela Dimdimê ; Tarîx û Cografya Kurdistan ( werger ji Farsî ) û Mijabad; ev heweskariya te ya ji bo dîrokê çawa tê ravekirin ?
J.Dost: têkilîya berhemên min hemûyan( ne tenê yên ku we di pirsa xwe de destnîşan kirin e) bi dîroka Kurdan re heye. Ez pêwist dibînim ku vê dîroka aloz ji nûve binivîsim, ez bi xwe ne dîrokzanim, lê ne tenê dîrokzan dîrokê dinivîsin, yek caran nivîskarek rûpoşa bûyereke dîrokê radike û rastîya dîrokê tîne ber çavan bêtir ji dîrokzanekî, di dîrokê de xeyalê afirandyar nîne, dîroka nivîsandî gelek caran zuha tê û neravekirî, sergirtî û nefamkirî, romannivîsek, yan helbestvanek tê û ji nûve dîroka ( ji cihderketî) dixe cih. Ez bi hêvî me ku min bi romana xwe ev armanc pêk anîbe,ez dê behsa pirsekê di romanê de bikim, di sira komara demokratîk ya kurdistanê  ku li Mehabad ava bû de, kesekî Kurd bi navê xefûr Mehmûdyan tê kuştin, hîç min di tu jêderan de  nerazîbûna li himber wê tawanbarîyê ne xwendiye , qet kesekî ne di serdema komarê de, ne jî li pey wê ev kuştina narewa protesto kiriye, ev yek li ba min cihê gumanê ye, kuştina mirovekî wa bêdeng derbas bibe, nîşana nesaxlemîya civakê ye ji hêla dadperwerî û parastian mafên mirovan de , dîrok tenê qala kuştina wî dike  lê li ber ranaweste û ronî nake. Îcar divê dan û standina bi berhemên dîrokî re bi wî awayî be, ne ku hemî pesindana leheng û serek û mêrxasan be, li aliyekî din, ez dixwazim raz nas  bikim, destê xwe li kilîtên qutîya razan di dîrokê de digerînim, çima Kurd, ev Milletê pehn û dirêj di vê gêjenê de ne, ma rast e ku nifir li wan hatiye kirin, yan ew bi xwe nifirek ji nifirê dîrokê ne: dîrok bi xwe razên xwe ji bo te ashkera nake eger tu ne bi zorê kilîtan bi dest bixî. Eger dîrok neyê xwendin( ne xwendineke dibistanî dibêjim, belê yeke bi mejî û bi analîz û jhevxistin û xwendin pash xêzikan mebesta min e) wê her û her dûbare bibe, rêgirtina li ber dûbarekirina dîrokê xwendina wê ye, me  eger qenc peyman Lozan xwendibûya, em nediketin xefka peyman cezayir, me Kurdan eger qenc dîroka Mir mihemedê rewanduzî xwendibûya, yan dîroka mîrekên Kurdan yên dî ku hevdu talan dikirin , em di pirrika birakujîyê de nedigevizîn. Em Kurd milletekî dîroka xwe naxwînin, xelk dîroka me dixwînin.
DENG: Romana te Mijabad romaneke dîrokî ye; tê de bûyerên dîrokî yên rasteqîn têkilî yên fantastîk û çêkirî dibin ; gelo ev yek xwênerê dîroka Mehabad naxe nava gêjenekê ?
J.Dost : xwendevan serbest e têkeve gêjenê yan nekevê, ev girêdayî cûreyê çêjkirina wî ji berhemê re ye, lê ez dibînim eger ku romaneke dîrokî tenê bûyerên rasteqîn bin, ne roman e, beşek ji dîrokê ye. rola afirandinê ew e ku dîrokê bi ziman dike, bi giyan dike, dihêle tu bi wan kesan re bijî hestên wan nas bikî  heta bikaribî li dengê dilê wan guhdar bikî û hêsrên çavên wan jî bibînî.    

DENG : Kela Dimdimê û Komara Kurdistan li Mehabadê du bûyerên dîrokî yên diltezîn û tirajîk in , lê di Kela Dimdimê de baweriya bi serketinê xurt e û dengê şorişgeriyê Bilind e , an ku îdîyolojya tê de aşkira û diyar e , Di romana Mijabad de ev yek ne diyar e , tê gotin ( bêhiş e yê ku bîst salî be û ne şorişger be , û bêhiş e yê ku bighêje çel salî û şorişger bimîne ) , tu çi dibêjî ?
J.Dost : rast e, lê şoreşgeriya ku te di Kela Dimdimê de dît, û di Mijabad de nedît, venagere temenê nivîskar bêtir ku vedigere ramanên wî, dibe ku nivîskarek heta dawîya temenê xwe şoreşger be, Gorkî yê Rûsî wek mînak didim. Ez dikarim bibêjim het astekê ev gotina ku te anî ziman rast e, lê dibêjim  ku gemîya temenê min êdî xwe li kevîyên çilî dixe, êdî ez MEJÎ ji bo xwe rêber dibînim û bi hêvî me ku mejî ji bo tevaya milletê kurd bibe rêber û pêşewa.
Şoreşgerî jî pirseke ji gelek alîyan ve tê xwendin, ez bi xwe hîn doza şoreşê dikim, lê di mejî de, di xwendinek nû ji dîrokê re de, di  warê çand û hunerê de, di şêweyê fikirandina di pirs û alozîyan de. Şoreş ne tenê teqandina tifingê ye, û şoreşgerî ne tenê karê ciwan û hindiktemenan e, ma bi hemû pîvanan pêxemberê islamê( Muhemmed) ne şoreşger bû!!

DENG : Lehengê Romana te Badînê Amîdî herwekî ji paşnavê wî diyar e , kurê Bajarekî kurdî yê Kevnar e , lê di axaftina xwe ya rojane de ferhenga gundîtîyê bi kar tîne . Tu vê Yekê çawa rave dikî ?
Jan Dost :  Badîn di dan û standina xwe ya rojane de bajarî ye, an ku diçe çayxaneyan, dinivîse, xwenda ye, te jî bi xwe got di axaftina xwe ya rojane de ferhenga gundîtîyê bi kar tîne, te negot di dan û standina xwe de, li vir ez dikarim bibêjim, çanda me çanda gundîtîyê ye, em çendî bajarî dibin jî, ji gundîtîya xwe rizgar nabin, bala xwe bide piranîya helbestvanan û nivîskaran, hîn qala konan dikin, qala bêrîvan û şivanan dikin, ferhenga kurdî ferhengeke Koçerî ye em bixwzin nexwazin, em di dirêjiya dîrokê de koçer bûn, û bajarên Kurdî bi wateya bajar  di nerîna min de piştî Islamê bi demekê saz bûn, bajarê Kurdî mîna her bajarekî Islamî ne, Camî, xwendegeh, sûk, Hemam, xanqah, tekyexane,..tu taybetîyên bajarê Kurdî  li gor xwendina min li meydanê tune. Ne bes weha, lê ez dikarim bibêjim ku di sedî nodê bajaran de  ticaret û kar û barên civaka bajarvanîyê  weke zêrkerî û nojdarî(dermandarî) û her cûre karên dî di destê Ermen û Suryan û Cihûyan de bû,  Milletê kurd di bajaran de bi çandeke gundî dijî û tim bi çavekî kêm li pîşe û senetan dinerî. 

DENG : Berevajî nêrîna di nav kurdan de heyî ku çiya sembola hebûnê ne [ di Mijabadê de , ( Çiya hîç in ) . Mebesta te ji çiyan cografya ye an çand e ? Gelo ne tiştekî seyr e ku ev gotin li ser zimanê dînekî Mehabadî bête gotin ?
Jan Dost : ev pirseke girîng û giran û zîrek e, çiya ne tenê ew ax û zinarên bilind in, çiya çandeke ji pêkenoka dîrokê ye, bi hezarê salan e ku Kurd pişt xwe bi çiyayên xwe xurt dikin, erê! Çiyan Kurd di pêvajoya dîrokê de parastin, lê ne tenê hebûna wan parastin, paşketina wan jî parastin, çiya weke cografiya parastina Kurdan bû, lê wek çandê têkçûna wan e, milletê çiyayî  milletekî girtî ye, milletkî asoyên mejîyê wî teng in û dorpêçkirî ye, eger Kurd xwe disipêrin çiya di kuştargeh û cengên giran de ji bo parastina hebûnê, divê xwe bisipêrin çiyayê aqil û mejî da ku karibin hebûna xwe bi xelkê bidin qebûlkirin.
Di her şoreşeke Kurdî de çiya hebûn , lê ka çi kirin!! Tu bi xwedê kî çiyayên Dêrsimê xurt bûn yan siyaseta Ataturk!! Çiyayên Mehabadê yan planên Pehlewîyan!! Çiyayê Agirî ji bilindtirîn çiya tê jimartin, lê şoreşa  ku tê de vêket, weke mûmekê bi pifeke siyaseta tirkan re vemirî.
Çiya cihekî pîroz e ji bo Kurdan  û welatê wan weke ku di jêderên Erebî islamî de hatiye welatê çiyane, lê divê heta dawî mirov  pişta xwe bi wan tenê xurt neke. Ji bîr neke di her çiyayekî me de têkçûna şoreşekê heye. 

DENG: Gava Badînê Amîdî ji diya xwe ya Ermenî dibe , xwîn dirje û diya wî dimre , mirina Hamêst û xwîna ermenî ya ku di rehên Badîn de digere çi destnîşan dikin ?
Jan Dost : roleke me kurdan di rijandina xwîna ermenîyan de heye, û em berpirsê kuştina bi sedhezaran kesên bêguneh in, eger em bixwazin wek milletekî azadîxwaz xwe bidin naskirin, divê ew cesaret û cegermendî li bal me hebe ku em lêborîneke dîrokî ji gelê Ermenî bixwazin, lêborîneke fermî, ku di rûpelên dîrokê de were tomarkirin.
Mirina hamêst dest nîşanî wê dema reş dike .

DENG : Roman bi zimanekî helbestan e hatiye hûnandin û Badîn jî helbestvan e , gelo te xwestiye helbestvaniya Badîn tekez bikî , an ziman bi xwe lehengek e di romanê de ?.
Jan Dost :  na, ziman ne lehengê romanê ye, lê ew alîyeke ji kesayetîya lehengê romanê, yê helbestvan e. ez bawerim eger Badîn ne helbestvan bûya jî, min dê roman bi zimanekî helbestvane nivîsî bûya, ji ber ku yek ji armancên min e ez Zimanê Kurdî – Kurmancî  ji lawazî û astnizmîya wî derxim, ez nikarim bi zimanekî  qels û ferhengteng binivîsim, li alîyekî jî naxwazim bi zimanekî hişk û ferhengane binivîsim,
eger romana min ne dîrokî bûya dibû ku ez bêhtir li ser ziman bixebitiyama, û min hîn ji wa ferheng ferehtir kiribûya, lê tenê ez dixwazim zimanekî xweş pêşkêşî xwendevan û heyranê zimanê Kurdî bikim. Cihê kêfxweshiya min e ku tishtê sereke yê bala xwendevana kishandiye heta niha di romanê de , zimanê wê ye.

DENG : Nivîskarek romanekê li ser cihekî binvîse ku ne lê jiyabe û ne jî lê çêbû be , ev yek bi xwe ne avantûrek ( muxamereyek )e ? Eger roman li ser cihê jiyana wî be , dê ne serketîtir be ?
Jan Dost : Bêguman! Lê mercên serketina romaneke dîrokî ne di pesinê cih û warê romanê de ye, belku di ristina tayên bûyer û nêzîkbûna ji kesên wê serdemê  re de ye, di hunerê de ye, heta radeyekê ez dibêjim rast e, destavêtina min ji mijareke dîrokî re ku ne ez tê de jiyame ne jî li cihê bûyerê jiyame  , avantûrek e mezine, bêguman eger cih û war ji min ve gelekî nêzîk û nas bûna wê gelek kêmanîyên di romanê  de  yên ku rû didin, niha tunebûna.
Ez bawerim min xwe gelekî bi romanê re westand, bi taybetî ji bo kêşandina tabloyeke tekûz ji Mehabad re ku çarçova romana min e, min xwe siparte gelek berheman û ez bi xwe jî çûme wî bajarî min ji nêzîk ve dît û çiyayên wê û kolanê wê jî dîtin, her çendî ku serdana min ji wî şarî re pir kurt bû jî, lê bayê wî kete pişikên min, û min ava wî jî vexwar.

DENG : Komareke têkçûyî , û evînên têkçûyî , çima ewqas reşbînî ?
Jan Dost : ji Baqirof û stalîn pirsa têkçûna komarê tê kirin, ne ji min.  min têkçûna komarê, ku ne gunehê min bû, bi dilê  xwe xwend, bi giyanê xwe yê vêketî nivîsî, ez li ba Pêşewa bûm dema di wê berbanga gawirîn de berî li meydana Çarçira bû , min dît çawa şaşika wî ya ku hevmala wî Mîna Xanim,  jê re li serê wî digerand berî sê mehan da ku biçe pêşwazîya generalê Mirinê Rezm Ara yê farisî, ji serê wî gindirî.  ez li rex wî bûm dema ku kursiya xwe di serê dadger de lêxist, ji ber ku wî heqaret li gelê Kurd kiribû.
Pirsa evînên têkçûyî jî, yên di romanê de ji xwe di xizmeta romanê de ne, yên di jiyanê de di xizmeta çi de ne gelo?!

 

veger
 
©jandost2008