home
contact

Şivan Perwer strana min dizî!     
 
Jan Dost

Gulistan Perwer li min geriya, straneke ji min xwest. Min gotinên stranê nivîsî û dayê. Kaseta Gulistan derket, ew çi ye? Li bin gotinên strana min navê Şivan Perwer nivîsandiye. Ez şaş bû. Vaye stran û çîroka vê meseleyê:

Ez hîn li welêt bûm, êvarekê stranbêj Gulistan Perwer ji Swêdê telefonî min kir û piştî pirsîna hal û demê got ku ew li teksta stranekê der barê dayikên şehîdan de digere. Û wê melodiya stranê jî li ser telefonê da min. Min jî, ji bo ku melodî tim di hişê min de be û ez gorî wê gotinan binivîsim, min teyba xwe anî û ew melodî û pêre jî axaftina xwe û Gulistanê lê tomar kir. (Hîn jî ew kaset li ba min e).
 
Bi rastî kêfa min gelekî dihat. Min hiş û xeyalên xwe guvaştin û mehek bi ser re neçû min tekst amade kir û bi rêya posteyê şand.
 
Ez li hêviya derketina kaseta nû bûm û  pê re jî li hêviya strana xwe bûm ku min ji hin dostên xwe yên nêzîk re gotibû ku min stranek daye Gulistanê û dê di kaseta wê ya nû de cih bigire.  Lê çi bû??
Piştî demekê kaset derket û deng li sûka Kobanîyê bilind bû û strana min “Can can” dihate pêşkêşkirin. Ez bi kêf çûm ba kasetfiroşekî dostê xwe û min gotê ‘Ka hela kaseta Gulistan a nû bide min!’ Min kaset girt, bi meraqeke mezin li navê stran û tekst û nivîskarên wan nihêrî, çavên min hatin ku derkevin.
Wey ev çi bû!! 
Min ji çavên xwe bawer nekirin!
Navê Şivan Perwer di bin strana min de bû, wekî ku ew nivîskarê wan gotinên min e!!
Ez gelekî li ber xwe ketim, dostên min ên min ji wan re gotibû ev strana min e êdî  bi şik û guman li min dinêrîn! Her çendî min ew axaftina ku min û Gulistanê kiribû bi wan dida guhdarîkirin jî dîsa di gumanê de bûn.
Min di dilê xwe de got, “Herhal şaşiyek çêbûye.” Lê min nedikarî xwe bigihînim Gulistanê.(Piraniya awazên wê kasetê jî yên Zahid Birîfkanî bûn, ku Şivan ew jî kirine yên xwe).
 
Dema CD jî derket, dîsa ew tas û ew hemam bû, dîsa navê Şivan Perwer di binê strana min de bû.
Di dilê min de darên baweriyê şikestin. Wê demê min daxuyanîyek amade kir û şande rojnameya Welatê Me ya ku li Stenbolê derdiket, lê yekî ji edîtoriyê (navê wî nayê bîra min, dibe ku Samî Tan be) got: “Jan, vê meseleyê tev nede, ne lazim e.” Û daxuyaniya min derneket.
 
Dema ez hatim Ewropa, min Gulistan li Medya TV’yê dît û min gazinên xwe pê kirin. Ciwanikê xwe bêrî kir û got, “Mafê te ye, lê Şivan wisa xwest û wisa kir!!! Wî nexwest navê te li bin hebe!!!” (Dibêjin klîpa stranê niha ku derdikeve navê Jan Dost wekî dahênerê tekstê di binî de heye, lê min nedîtiye).
 
Ev yek di baweriya min de hîç ne layiqê kesekî mîna Şivan Perwer bû, ew hunermendê ku bûbû dengê gelê me û  qaşo di ber mafê gel de kedek dabû û diqîriya ji bo mafên me hemûyan!! 
Çawa li xwe danî teksta yekî din bike ya xwe?
Çawa ceger kir û ew destdirêjiya han kir?
Çawa ew mafê min xwar? 
Ma ne diviya bû ku bi kêmanî spasiya min bikira û (padaş) jî dabûya min? Çavên min ne li pûl û pereyan bûn. Çavên min tenê li kêmtirîn maf bû ku navê min li binê teksta min hatibûya nivîsandin!!
 
Niha jî Şivan Perwer diçe û tê daxuyaniyan derdixîne û çep û rast bi vî û wî vedide û xwe mîna têkoşerekî dide xuyakirin.
 
Gelo mirovekî ku mafekî wisa biçûk bixwe, çawa dikare bibe berdevkê mafê miletekî mezin!!! Ew û hûn xwendevanên hêja, dikarin bersivekê bidin.
 
Ez îro vê çima tînim ziman? Ez vê bêjim: Ez ku naxwazim kes heqê kesî bixwe, kes keda kesî bixwe, ez naxwazim kes heq û keda min jî bixwe. Ji ber vê meseleyê qet dilê min nerehet bû, ji ber ku heqê min hatibû xwarin. Min xwest vê neheqiyê bi we re par ve bikim.
 
Jêrenot: Şivan Perwer sala 1995’an yan 96’an teksta stranekê li ser Kobanî ji min xwest. Wî digot, “Ez dikim kasetekê li ser bajarên Kurdistanê derxim.” Min jî soz dayê. Lê pişt re min got: “Ma ez dê çi li ser vî bajarî binivîsim!!”  Û min di quncikê xwe yê Welatê Me de nivîsek bi sernavê “Ez û Şivan Perwer û Kobanî weşand” û tê de got ku ew bajar ne layiqî nivîsê ye!! Ji xwe bû nakokiyeke mezin di navbera min û xelkê bajêr de. (Niha jî di agirê bêrîkirina wî bajarî de disojim.)
veger
 
©jandost2008