home
contact

Sipas û şabaş     
17. 01. 2008 
Jan Dost

Zana Farqînî* di nivîsa xwe de li koka peyva (spas) digere û di dawiya nivîsa xwe de dupat dike ku (spas) û (şabaş) hemwateyên hev in û bi gotina wî: Ligel vê yekê çendî forma “spas”ê ji me re nû be jî, ew “şabaş” bi xwe ye.(!!)
Ew iddiayên (Ku farisî ya IDDI'A, Ingaşt e û çawa di nav kurdên bakur de bûya Angaşt nizanim?) ku dibêjin ev peyv ji rûsî hatiye û bi vegera Mele Mustefayê Barzanî re yan jî bi saya wan (şagirtên ku Bedirxan Paşa ew şandibûn Rusya) ketiye nav zimanê kurdî, her wekî Zana jî dibêje dûrî rastiyê ne û pûç in. Tu bingehên wan ên zanistî nîn in, tenê xwe dispêrin xeyalan û çîrokên ser kulavên li odeyên moxtaran raxistî.
Ez mîna kesekî ku di nava klasîkên kurd û faris û ereban de digerim, dixwazim dîtina xwe bînim ziman û berî wê jî dixwazim wisa gotineke hûrik li ser "nîşeya" Zana ya di binê nivîsê de bibêjim. Wî gotiye ku “Ji bo amadekirina vê nivîsê min serî li çend camêrên hêja da, da ku ez zanyariyên xwe teyîd bikim. Ji bo berginda spasê ya bi zimanê rûsî birêz Têmûrê Xelîl, ji bo berginda wê ya farisî birêz Perwîz Cîhanî û ji bo dîwana Şêx Ebdurehmanê Axtepî jî birêz Mamoste Qedrî alîkarî dan min. Mala wan ava û şabaş ji wan re”
Ez ecêb dimînim ku çawa Perwîzê Cîhanî ev rastiya ku dê niha li ber destên xwendevanan raxînim nedabû destê Zana Farqînî!! Perwîz nivîskarekî têgihiştiye û bêguman ji min bêhtir haya wî ji wêjeya farisî heye!
Peyva spas a ku Zana li koka wê digere, bi hezarê caran di helbestên klasîk yên farisan de derbas dibe, Nizamî Gencewî bi tenê bêhtirî hezar carî ew bi kar aniye. Nizamî (1140z-1203z) di Şêrîn û Xusrewa xwe de dibêje:
Sicûd awerd Şêrîn der sipas eş
Senaha guft efzûn ez qiyas eş
Her wiha Mehmûdê Şebesterî xwediyê Gulşenî Raz û yek ji klasîkên farisan dibêje:
Mekun ber ni`metê heq nasipasî
Ki to heq ra bi nûrtê heq şunas î
Wiha jî Mela Camî (1414z-1392z) dibêje:
Guşad ez dil û can yezdanşunas
Zeban ra bi temhîd şukr û sipas
Hê ji van kevintir Nasir Xusrew (1004z-1088z) dibêje:
Ey xudawendê în kebûd xeras
Sed hezaran to ra zi bende sipas
Se`diyê Şîrazî ku yek ji mezintirîn helbestvanên Îranê ye (mr 1294z) dibêje:
Sipas û şukrê bê payan xuda ra
Ber în ni`met ki ni`met nîst ma ra!
Ev bûye bêhtirî hezar salî ku ev peyv di wêjeya farisî de û bi hezarê caran heye û kesek nemaye ku ew bi wateya Hemd û Şukr bi kar neaniye!! Klasîkên kurdan (yên kurmanc) ew bi kar neanîn, gelo çima? Ez nizanim. Ehmedê Xanî di destpêka Nûbiharê de dibêje: Hemd û sena û şukranî, ji bo xaliqê rehmanî!! Yanî wî sê peyvên erebî (hemd û sena û şukranî) bi kar anîne û spas bi kar neanîye. Wiha jî bi dehên mînakan em dikarin bînin li ser helbestên Cizîrî û Feqiyê Teyran ku her dem şukr û minet  li şûna spas bi kar anîne! Û di farisî de "spas û spasdar û spasdaşten û spasguzar û spase û spasî" jî peyvin ji "spas" hatine rewêjtin!
Em werin ser yekbûna wateya spas û şabaş!! Di serî de ez dixwazim bibêjim ku spas û şabaş ne yek in û her yek wateyeke wê ya taybet heye.
Lê berî ez vê iddiaya xwe wekî rastiyekê şirove bikim dixwazim çend mînakan ji Mem û Zînê bînim. Di malika 549’an de Xanî dibêje:
Van her du biran ku ew du ewbaş
Dîtin, dil û can we dan bi şabaş!
Di malika 905’an de jî dibêje:
Mêrê wehe bitin kî canî
Şabaş nedetê bi şadimanî?
Her wiha di malika 994’an de jî dibêje:
Şabaş û seda û gazegaza
Guhdar-i xenî kirin bi sazan
Balkêş e di van her sê mînakan de jî şabaş ne bi wateya spas tê, di mînaka yekem de bi wateya: qurban û gorî û bexşîn tê. Di ya duyem de bi heman wateyê tê û di ya sêyem de jî bi wateya hayûhoy û hêlehêla kesên di dawetekê de tê.
Koka şabaş di farisî de Şad baş e, şad yanî kêfxweş û xweşhal û dilgeş, baş jî jêdera wê başîden e yanî bûn, peyv bi tevayî wisa ye: kêfxweş bibe, şa be. Ev jî bêhtir di şahiyan de dihate gotin û heta niha jî mitribin hene wisa dibêjin û tên li ber yekî yan li zurnê didin yan jî li daholê. Û dibêjin: Şabaş ji filan re! Yanî: Xweşbijî filankes.
Wiha jî li ba klasîkên farisan ev peyv bi sedê caran derbas dibe û ne bi wateya spas lê bi ya xwe ya eslî ku xweş bijî ye. Min dê gelek mînak bianiyana lê bawer im ku êdî dê serê xwendevan bi mînakan biêşe û ev belge û mînakên ku me di nava vê nivîsa xwe de anîne ziman bes in.

veger
 
©jandost2008