Kewê heyibî
Jan Dost
Li bajarê ku ez lê dimirim û nabêjim ku lê dijîm, li Almanya, her roj di kolana Banhofstrasse re diçim e ser karê xwe, bi rê de çavên min li kevokên kolanê dikevin, ew kevokên kedîbûyî ku ji ber mirovan nafirin, pirê caran jî xwe nadin alî û bêperwa danên genim, pirtikên nan, dendik û ....dinikilînin, ev kevok min bi dehê salan û hezarê kîlometran bi şûnde vedigerînin, min dîsa li ser baskên xwe dibin Kobanî, Kobanî ya ku ez tê de demekê (Kewçî) bûm û min kevok xwedî dikirin.
Bîranînên min bi wan re gelek in û ez xuset û xoyên kevokan jî êdî baş dizanim. yek ji wan bîranînan ku hîç ji bala min naç e, ew e ku kevokekî min î sor hebû, sor di rengê axa sor de, demekê bê heval ma, heta rojekê min dît hatiye û li ser banê malê veniştî ye, hevaleke belek jî li rex wî di ber baskên wî de ye, ez gelekî şa bûm, lê min nizanîbû wan li ku hev dîtine û bi çi zimanî li hev kirine û çawa kevokê min ew( weke ku li Kobanî dibêjin: ew idare kir)? Wan herduyan êdî bi hev re hêlîn saz kirin û mehê cotek çêlîk difirandin.
Yek caran kevok(li Kobanî dibêjin Kew, û ji Kewê re dibêjin Kewê gozel) ditirsiyan û êdî nema li malê xwe vedigerîyan, nav li wan kevokan dihate kirin Kewê heyibî, digotin kew heyibî yan jî terqîya, bi nerîna min gotina heyibî ji habe ya Erebî bi wateya tirsiya hatîye. lê cihê xwe di ferhenga Kurdî de girtîye û bûye milkê zimanê me.
Li vir yanî li vê xerîbiyê, kevok naheyibin, ma çima wê biheyibin, kî wan ditirsîne, ne pisîk hene têkevin hêlînên wan , ne jî mar hene hêkên wan bixun, ne jî destûra zarokan heye ku çêlîkên wan bifetisînin û hêkên wan bidizin û hêlûnên wan xer bikin, ne jî di dawetan de şeşaran diteqînin, êdî ku biterqin û biheyibin ji bitrîye. Lê vê aramîyê û vê xweşîya han , buhayekî xwe heye, piranîya van kevokan seqet dibin, min bala xwe dayê ku gelek ji wan nigqut in, yan per şikestî ne, ew jî ji ber ku tirsa wan tune, yan jî haya wan ji xelkên ku di kolanan re dibûrin nîne, xelk jî bi lez diçin û tên û serê wan ne di ber wan de ye wek li welatê min, bilind dinêrin û dimeşin, piştxûz jî min hîn li vir nedîtine îca ew kevokên reben dikevin ber rehma lingên xelkê û hemî kût û linqut dibin.
Ez jî kewekî heyibî me, ji welatê xwe terqiya me, ji xwe tenê ev du rê hene li ber mirov, yan wê biheyibe û biteriqe , yan jî wê buhayê cesareta xwe û buhayê cegermendîya xwe bide û dest û ling û berî her tiştî zimanqut be!. |