home
contact

Îlhamî sîdar û bilûra Mewlana     

Jan Dost


Bişno, în ney çon hikayet mîkuned
Ez cudayîha şikayet mîkuned
Her kesî ko dûri mand ez esli xîş
Bazi coyed rozigari wesli xîş.

(Bibihîze, ev bilûr çawa serpêhatiyê dibêje!
Û ji ber veqetîna (ji koka xwe) gilî û gazinan dike
Her kesê ko dûrî eslê xwe çûye
Careke din dixebite da ku lê vegere).
 
Ji ber ku di nivîsa Îlhamî Sîdar de navê Mewlana dibûre, mîna kesê ku neteweya wan û zimanê nivîsa wan ne yek in, min ev mînak ji pirtûka herî navdar ya Mewlana Celaleddînê Rûmî ku navê wê Mesnewî ye, wergirt. Dibe ku di van her du malikên mewlana de bersiva  Îlhamî Sîdar hebe, ger ew bixwaze li bersivan guhdarî bike û guhê xwe ji awazên bilûrê re  vekiribin.
 
Çawa Mewlana tirk e?
 
Di nivîsa Îlhamî Sîdar de, ev hevoka ecêb!! Derbas dibe:
Di nav deh hezaran beytên Mewlana Celaledinê Rûmî de, beytek tirkî jî tune lê, ew li cem tirkan, tirkekî xwerû ye, çimkî ew Mewlana ye, ew şairê Mesnewiya mezin e.
Bav û diya Mewlana ji Xurasanê bin, yan jî ji şêniyên Qonyayê bin, ne pêwîst e û ne jî qedrê wî pê mezin yan biçûk dibe. Qedrê Mewlana û çi nivîskarekî din be bi zimanê ku pê nivîsîye bilind bûye û hatiye naskirin. Îcar tirk dema wî tirk dibînin, bi mîlyonan kurd jî tirk didîtin. Ma her tiştên ku ew bibêjin rast e? Carnan nijadperestiya di siyasetê de diherike nava wêjeyê jî, îca çiqasî tamsarekî dibe!!
 
Ev heşt sed sal in ku dîwan û mesnewiyên Mewlana li tevaya cîhana farisî belav dibin û lêkolînên mezin li ser zimanê wî çê dibin. Helebestên wî yên ku hemû bi farisî ne di devê dehan dengbêj û stranvan de bûne stran û wekî xunaviya sibehên biharê dadiwerivin dil û giyanên her kesekî farisîzan di dinyayê de. Her ku rojhilatnasan bixwestana berhemên wî şirove bikirana, mecbûrî fêrbûna zimanê farisî dibûn, û ev jî nuqteyek ji zimanê farisî re dihate tomarkirin. Tu carî esl û regeza Mewlana ya (ku tirk wê xwerû tirk dibînin) nebû sebeb ku yek biçe fêrî zimanê tirkî bibe. Qada lêkolînên li ser zimanê berhemên Mewlana Tehran, Esfehan û Meşhed e, ne Qonya, Enqere û Sêwas e!!  Em di qada wêjeyê de digerin, wêje jî zimane berî her tiştî, loma jî esl û binyata nivîskarekî bêqîmet e li ber zimanê nivîs û berhemên wî.
 
S. Berekat û Y. Kemal û E.Arif û cihê sêyem
 
Gotûbêja li ser nasnameya wêjeyê û girêdana wê bi nasnameya wêjevan ve, ango bi afirînerê tekstên wêjeyî ve, ne ji niha de ye û dê zû bi zû dawî jî lê neyê û ne tenê li nav kurdan û cîranên wan de bimîne.
Ji berê de hin wêjevan hene ku nivîsên xwe ne bi zimanê dê dinivîsin. Di mêjûya wêjeya erebî de du mînakên mezin hene, yek ji wan Beşar bin Burd e, û yê din jî Ebdullah ibn elMuqefee ye. Ev herdu jî bi koka xwe faris bûn û farisîbûna xwe jî eşkere dikirin, her du jî li ser destên desthilatdarên ereb hatin kuştin. Niha ku behsa wêjeya erebî dibe her du cihekî wan ê bilind heye, ne cihekî sêyem e (ku li ba Î. Sîdar bû girav) ku Helîm Yûsiv ew ji bo qedrê nivîskarên me S. Berekat û Yaşar Kemal û ên mayî jî veqetandibû. Cihê wan li nav sînorê wêjeya ku wan bi zimanê wê nivîsîne û wê her û her jî ew cih be.
 
Ew cihê sêyem tenê ji bo çend salekî baş e, ji ber ku ev nivîskar mîna wan kesên ku Qur`an behsa wan dike, qencî û xirabiyên wan wekî hev in. Ne xirabiyên wan wana sezayî agirê dojehê dikin, û ne qenciyên wan, bihuştê dikin para wan. Îca qenciya ku Yaşar Kemal û Ahmed Arif bi tirkan û zimanê wan kirine wan derbasî bihuşta tirkan nake ji ber ku (xirabiya) wan, ango regeza wan ya ne tirk jî heye. Selîm Berekat jî eynî bi vî terzî, her çendî wî hefsarê zimanê erebî xistiye destê xwe jî, lê dîsa (xala reş) yanî kurdbûna wî nahêle ku niha bibe rûniştvanê ceneta erebî. Lê ku dem biçe û sedê salan derbas bibin, regeza van nivîskaran tê ji bîrkirin û berhemên wan dê bimînin û dê cihê wan berheman jî  pirtûkxaneyên tirkan û ereban be.
 
Ev yek nayê wê wateyê ku ev nivîskar ne hêjane yan jî berhemên wan qels in!! Ji xwe xurtiya helbest û romanên wan hiştiye ev nîqaş li dar bikevin. Lê di dawiya dawî de ez dikarim wan jî mîna alîkarên asîmîlasyonê bibînim. Naveroka berheman jî bila girêdayî gelê wan be, ev qence lê li vir zimanekî ku tê binpêkirin heye, zimanekî ku li ber xwe dide heye, zimanekî ku nayê pejirandin heye îca ev nivîskar çi ji vî zimanî re dikin?? Ma dikarin bibêjin: Li zimanê xwe xwedî derkevin, li mîrata bav û kalan xwedî derkevin?!
 
Çawa ku xak têne dagirkirin, wiha jî rih û giyan. Ên ku alîkariya dagirkirina giyanan dikin jî ew nivîskarên navborî ne. 
 
Erê gelek nivîskaran ne bi zimanê dayikê nivîsîne, mîna Franz Kafka û Rilke yên çekî, ku bi almanî nivîsîne, Milan Condera yê çekî ku bi frensî dinivîse, Emîn Melûfê erebê Lubnanî ku bi firensî dinivîse û lîste dirêj dibe. Niha ew ne bi regeza xwe têne naskirin û ne jî ew zor li ser zimanê wan hebû yan jî tirsa têkçûna zimanê wan hebû. Loma jî  eger sed nivîskarên ereb bi tirkî jî binivîsin, ne xema zimanê erebî ye, ji ber ku ew zimanekî xwegirtî û bi bingeheke xurt e!! Lê zimanê kurdî  ku çend siwarin di meydaneke mezin de toz bi ser xwe xistine, dê çi bikin li himber hezaran siwar!! 
 
Ku mirov tenê ji bo kurdîtiya regeza Selîm Berkat û Yaşar Kemal û xeyrî wan pesnê wan bide û xwe bibîne Gundîtî ye. Eynî wekî gundiyekî feqîr û xizan ku xwe bi maldariya merivekî xwe yê bajarvanî bibîne bêyî ku pereyek bi dest wî bikeve.
 
Madem ku pirs pirsa wêjeyê ye, ziman bingeh e, ne bav û dêyên nivîskarên me. Ma ne Îlhamî Sîdar bi xwe dibêje, dê tarîx wan bi berhemên wan binirxîne!! Yanî ne bi nijada wan!
Bila ev nivîskar di ber neteweya xwe de têkoşînê bikin, her bijî ji wan re. Bila di berhemên xwe de jî  behsa  serpêhatî û trajediya gelê xwe bikin, dîsa her bijîn. Lê ev yek bêminnetî ye. Bes ku nivîskarekî kurd bi kurdî binivîse bila xebata wî ya neteweyî (li gor têgeha teng ji neteweperestiyê re) nebe jî, bila mijarên nivîsên wî çi bin, dixwazî bila li ser Mikî Maws bin, kurd dê deyndarê wî bin û dê heta kurd hebin berhema wî jî hebe, lê bi şertê asta bilind ya berhemê ne bi şertê mijarên berhemê yan jî xebata wî ya siyasî.
 
Ma rast zimanê me yê kurdî seqet e?
 
Îlhamî Sîdar, da ku xwe ji gunehê xwe û hevalên xwe bişo, zixtekê di bin re li zimanê kurdî jî dixe û dibêje ku ew lalikî û nizanim çawa ye!! Ji xwe diviyabû ku ew destnîşan bike bê ka qala kîjan berhema kurdî dike!! Qala kîjan nivîskarî dike? Wî wekî mînak navê Ehmedê Xanî û Cizîrî û Feqîyê Teyran jî aniye. Di baweriya min de zimanê van şemalên wêjeya kurdî ne ew zimanê pêşketî ye, zimanê niha, kurdiya Modern ya ji Hawarê û vir de (em tenê behsa kurmancî dikin)  bi gelekî ji yê Xanî û Cizîrî û Teyran bi pêşdetir e. Ji xwe mûcizeya zimanê kurdî ev e! Ew tevî ku bi sedan sal werîsên lê şidandî, û dorgirtin û çewisandin û binpêkirin û qedexekirin û nefermîtî li ser nigan maye. Ew zimanê ku di bin siya lûleyên tivingan de pê hatiye nivîsandin, û bi xameyên nivîskarên me yên ku gotina aferîn û spas jî nedibihîstin hatiye parastin, û berhemên giranbuha  pê derketine, hêjayî ku lêkolînên berfireh li ser çêbibin û bê xuyakirin ka çawa dikaribû vê berxwedanê bike?! Kîjan hêzê ew vê dema dirêj parast!! Nabêjim ku zimanê me bê kêmanî ye, helbet astengî hene, helbet seqetî li vir û li wir peyda dibe, helbet berhemên qels jî (wekî li ba her miletî) hene, lê dîsa jî ku bi zimanên din re muqayese bibe, dê bê naskirin ka çendî ev ziman xurt e û xwedan hêzeke efsaneyî ye!
Hişbin, dengê xwe bibirin
 
Xwekêmbînî ku dikeve xûnê, zû bi zû nayête der. Dermanê wê zor e. Mensûrê Hellac dibêje: Ku bela li evdekî xwedê didome, evd hogirî wê belayê dibe.
 
Xuyaye hinin ji me jî hogirî belaya asîmîlasyonê bûne û bi wan xweş hatiye. Yan jî mîna wî rebenê cendirmeyê ku ji bo vegera malê destûra wî demeke dirêj nehatibû dan.  Lê dawî destûr ji bo çend rojan wergirt. Îcar her sibe ji xew radibû û bêhemdê xwe diçû ber deriyê qereqolê disekinî!
 
De hûn jî, ji ber derê qereqola (zimanê zirbavê) werin û (hiş bin dengê xwe bibirin) û li bilûra Mewlana guhdarî bikin.
 
Têbiniya Diyarnameyê: Her roja çarşemî nivîsa nû ya nivîskarê me Jan Dost tê weşandin. Lê vê hefteyê ji ber mijara wî ya li ser nîqaşa germ û ya rojevî, em rojek berî roja xwe nivîsa wî çap dikin.
veger
 
©jandost2008