Ji gewherên Mem û Zînê; Welatê Bejn û Buhtan
09. 08. 2007
Jan Dost
Xanî li ser zimanê Zînê dibêje:
Hindî hene kîj û kur di Buhtan
Belkî di cemî`ê Bejn û Buhtan
Kes nîn e bi lutf û husnê meşhûr
Illa ku di deftera me mestûr
Yanî: bi qasî kur û keçên li cizîra Botan hene, belkî di tevahiya Bejn û Buhat de, kesek nîn e ku bi ciwaniyê navdar e û navê wî li ba me ne qeyd kirî ye!!
Di şiroveya herdu peyvên Bejn û Buht de, di hemû çapên Mem û Zînê de yên ku bi destên birêzan M. Emîn Bozarslan û Hejar û Perwîz Cîhanî û M. Emînê Osman hatine şirove kirin şaşî heye. Her yekî ji wan ev du peyv bi awayekî cuda şirove kiriye. Hejar dibêje ku Buht gotineke şaş e, divê ew Buhl be, yanî gelî!! û ew dibêje: lê hersê nusxe da qafiyey duhem Buhtan nûsrawe, min ke dezanim Buhl gelî ye, nem zanîwe buht gelî bê. Belam eger buht le zaraweyekî kurdî da gelî û dol bilên wek buhl her buht e ke rêk û lebartir debê.
Ji xwe şiroveya bejn li ba wî wisa ye: bejn, piraniya bej e yanî deşt!!
Emînê Osman dibêje: bejn yanî çarkenar. Boht: erd!!
M. Emîn Bozarslan malika yekem wisa werdigerîne tirkî:
Botan`da ne kadar kiz ve delikanli varsa,
hetta Botandaki bütün boy ve boslardan
yanî: heta êl û eşîrên Botanê jî!! yanî wî herdu peyvên Bejn û Buht bi êl û eşîr şirove kirine!
Perwîz Cîhanî ji xwe li ber wan herdu peyvan bêdeng maye!
Min jî di çapên berê yên Mem û Zînê de ew baş zelal nekiribûn. Lê vê dawiyê ji bo xebata xwe ya li ser şirovekirina Mem û Zînê bi kurmancî ez rastî wateyên van herdu peyvan hatim.
Di Şerefnameyê de Şerefxan behsa du birayan dike ku navê yekî Becn e (Bejn= tîpa j û c bi hev têne guhertin), û yê dî Buxt e (Buht= Bot. Buxtan jî ji Cizîra Botan re tê gotin û di berhemên kevin de wisa ye). Îca birayek (Bejn) çû Hesenkêfê ji ber nakokiyên bi birayê xwe Boht re li Cizîrê baz da. Tê gotin ku kurd hemû ji zuriyet û nijada van herdu birayanin!!
Erê Şerefxan wisa dibêje. Em jî ji bo şirovekirina Mem û Zînê û têgehiştina Xaniyê mezin ne tenê bi hewceyî ferhengan in. Lê zanîna kilasîk tev de ji bo me divê ku em xwe bigihînin asta wateyên dur û gewherên behra Mem û Zînê.
Niha êdî em vê malika xanî wisa fêm dikin:
Her keç û kurên li Botanê
Belkî li hemî welatê Bejn û Buhtan (yanî li Kurdistanê tevî). |