Erotik di Mem û Zînê de
Ehmedê Xanî (1650/51 - 1706/7) yekemîn nivîskarê ku bingeha Erotika wêjeyî li ba kurdan daniye. Ev yek jî bi dîtina min cesaret û dilêriyeke bêhempa û bêsînor di xwe de diguncîne. Şêxekî di asta Xanî de û li civakeke girtî mîna ya kurdan berî sêsed salî bi sanahî û rihetî rabe di berhema xwe de behsa têkilîyên cinsî bike û wisa kûr û dûr li ser vê mijarê raweste û giraniyeke taybet bidê, tiştekî ku divê bala mirov bikişîne. Xanî guh nedaye ne tabuyên civakê û ne jî yên dînî û du dîmenên erotîk di kitêba xwe de ji bo me pêşkêş kirine. Dîmenek jê di navbera herdu evîndaran (Memo û Zînê) de diqewime, ku Xanî li wir têkilîyen xort û keçên nezewicî(ezeb û bakiran) heta hindama kemerê dipejirîne (vegere malikên di vê nivîsê de). Dîmenê dîtir di navbera Sitiyê û Tacdîn de ye ku herdu jin û mêrin zewicî ne. Di wir de Xanî têkilîya cinsî ji elif heta yê (ji A heta Z) gotiye. Dema mirov difikire ka çi pêwistîyê hiştiye Xanî behsa wê têkiliya cinsî bike, ji bilî ciwniya huner û wêjeyê tiştekî li meydanê nabîne. Ango Xanî tenê xwestiye bi qelema xwe ya rewnabêj û xeyalê xwe yê afrêner wê têkilîya ku di nava civakê de bi pistepist tê behskirin, bîne ser qada rûpelan û bi rengekî edebî û astbilind û bingeha wêjeya erotîkî deyne.(veger malikên di vê nivîsê de)
Weke tê zanîn Sex kuçikekî herî girîng û xeternake ji tabuya sêkuçikî ku Sex û dîn û siyaset e. di gel ku di qaşil de tenê bi pistepist tê qalkirin lê di kakil de girîngtirîn û balkêştirîn mijarên ku xêzên tevgera kesekî ji zarotiyê heta mirinê bi xameya xwe dikêşe. Li vi mirov dikare ku navê insan bike( heywanê erotîkî). Ji ber ku erotika li ba insanan ji wezîfeya xwe ya neslparastinê derketiye û bûye hunerekî bi serê xwe ku di her şano, roman, film, wênekêşî û her cûre afrandinên serdemî de behremende eger ku em nebêjin xwediyê behra herî zêde ye.
Li ba me kurdan jî ,weke her milletekî rojhilatî ku di bin bandora dîn û sinç û exlaqên civakî de maye, Erotika tim hatiye kefenkirin û gemkirin û dest û pê girêdan. Têkiliyên cinsî di navbera keç û xortekî de ku tiştekî fermî wan bi hev ve girênade, tucarî û bi tu awayî nayên pejirandin, ji xwe kuştinên şeref û namûsê heta niha berdewamin. Ne bes têkilîyên cinsî nayên pejirandin lê behskirina wan jî eger dibe bi pistepist û bêdengî û di pişt perde û di şevên tarî û di nav xelekek teng ji hevalên nêzîk dibe.
Di folklor de ku neynika civakê û wêjedank û mêjûparêza me ye, em rastî hinek işaretên erotîk dibin. Stranvanên folklorê yanî dengbêj di gelek stranên evîndariyê de behsa cihên bijandinê di bedena yarê de kirine , mîna sing û ber, dev û lêv qirik û memik. Û pesnê şayikî û giroverîya memikan û spîbûna sîngê kiriye.
Dengbêjên folklorî ji wî heremê danektine jêr û her li dora dev û lêvan sîng û beran û qirik û memikan çûne û hatine. Yanî wan behsa zik û kulêmekan nekirine behsa ran û çîman nekirine û xeta dengbêjiya ku qedexe û sansûr li ser wan deveran daniye, ajotiye.
Li ba Ehmedê Xanî ku em îsal sêsedsaliya wefata wî vedijînin, erotikek eşkera û diyar û ji ya ku di folklor de bi cesaret tir heye. Ev yek bala mirov dikişîne ne tenê ji ber ku cara yekem e di wêjeya kurdî de ev mijar tê tevdan. Lê bêtir ji ber ku Ehmedê Xanî him mutesewwuf, him jî niştimanperwer û danerê bîr û baweriya kurdayetiyê bû. gelo wî çima ewçende malik, ku bi dehanin , ji Mem û Zîna xwe boyî vê mijara xeternak veqetndine?
Ehmedê Xanî, weke ku mebesta xwe di pêşgotin û dîbaceya Mem û Zînê de kifş kiriye, dibêje ku ez dixwazim (kitabeke kurdan) hebe! Wateya kitab li ba E.Xanî wateye Epistimologik e, engo mebesta wî ew e tiştekî ji bo kurdan binivîse ku her cûre û babet û beşên zanînê di xwe de biguncîne. Û bi rastî jî wî Mem û Zîn bi wê mebestê nivîsî. Astronomî(stêrnasî), muzîk, diyanet, tesewwuf, tarîx, civaknasî, felsefe û Erotik jî di vê(kitaba Kurdan) de cih digirin. Ji vê xalê em dikarin Ehmedê Xanî mîna pêşengê wêjeya erotîkî di mêjûya wêjeya kurdî d ebi nav bikin. Dibe ku ev yek ne li gira dilê gelekan ji me bin, xasma ku navê Xanî li ba me bi kurdayetiyê ve hatiye girêdan û li ba gelekan jî bi dîndarî û tesewwufê.
Lê bi çi awayî be divê erotika li ba Xanî di bala me de, tucarî ne girêdayî têgehên erotîkî yên hemdemî bin. Erotika li ba Xanî di Mem û Zînê de du astên wê hene, yek jê erotik ji derveyî zewacê, ango ji derveyî çarçoveyên şerîetê ku emê navê wê deynin Erotika bi sînor. Ya din jî erotika di çarçoveyên şerîetê de ku em dê navê wê jî deynin Erotika bêsînor.
1-erotika bi sînor:
berî em behsa mijarê bikin , qence ku em mînakên xwe ji Mem û Zînê li ber destên xwendevanan raxînin(malikên ji 1548 heta 1579):
Zîna ku şebîhê durrê meknûn fîlhalî ku dî Memê cigerxûn
bêhiş kete ber piyani bêgav serwê ku gihişte ber piyan av
Xunçe ji xewa seher ve bişkuft wê bûyî bi bilbilê xwe ra cuft
Go: ev xew e yane xod xeyal e? ev xewne sehîh e ya betal e?
Hasil ku ji paşi sed xeyalan xasiyyetê bûyê zulf û xalan
Zînê ku gihande ber meşamê seydê mirî zinde kir bi damê
rabû ku li pêşe desti Zînê fikrî ku du dest di destê Zînê
Man herdu demek li pêşi yek lal ne nutq û xeber ne qîl û ne qal
Ewwel dikirin bi dest işaret paşê ku vebû li wan i´baret
Ewçendi kelam bi yekve gotin ewçendi ji pêşi yek ve sotin
ewçedni şeker bi yek ve rêtin ewçendi lebê di yek dimêtin
Ewçendi qedeh bi yek ve xwar ewçendi qeza ji nû bijarin
Çeşm û leb û sîne, gerden û dûş ruxsar û zeqen, ber û binagûş
Yek yêke bi dil ji yek dixwestin hin bûse didan û hin digestin
Ew teşnelebêd ji weslê yek têhn gerden dikirin li yêk û du bêhn
Zîna ku bi rux misalê şem´an pirr şewq û ziya û nûr û lem´an
Perwane sifet Memê bi zahir cismê xwe û can didane agir
Geh geş dibû agirê evînê perwa ne dima ji boyî Zînê
Herdû di wî halî da e´yanî bêperdesera û bê niwanî
Wan dîti di baxi da serayek ayîneê Cem, cihannumayek
Rabûn û meşîne şehnuşînan rûniştin û herdu nazenînan
Hicran dikirin ji ser şikayet wecdan dikirin ji nû riwayet
Dem ebri sifet hezîn û giryan geh xunçe mesel letîf û xendan
Herdem dikirin qeza û sunnet ferza we ku bûse ne çi minnet?
Herçendi ku ref-´i bûn tekelluf êkin efişandibûn teserruf
Ew gerçi hebûn ji hev bi hêvî emma nediçûn qewî nuşêvî
Hubba di dilan ji heddi der bû serheddê zerafetan kemer bû
I´şqa ku li serhedê kemal e ava ku ji menbe´a zelal e
Elbette xwe dê bikit hiraset nakit çu qebûliya necaset
Cwanîy-û buhar û bax û mehbûb aya di dinê çi maye metlûb?
Xasma hebitin evînê xalib lebteşneê i´şqê herdu canib
Êdî çi bibêjim ez nizanim (bilmez ki ne soyliye zebanim)
Xwendineke bi lez ji van malikan re, têra naskirina ramanên Xanî nake. Divê bi kûranî mirov li ber wan raweste û binêre ka Xanî ji bo pirsa têkilîyên di navbera keç û xortên ezeb û bakir de( helbet yên ku ji hev hez dikin) çi gotiye û dîtinên wî çi ne?
Berî her tiştî tê xuyakirin ku Xanî mirovekî tolerant e, ango têkiliya du evîndaran ya laş heta sînorekî dipejirîne. Maçên ji lêvan û mêtina wan, bêhnkirin, hemêzkirin, gez kirin destdana sîng û beran û ber bi jêr de heta kemerê ev hemû di dînê evîndariyê de li ba Xanî rewa ye.
Eger em bi terazûya şerîetê van bîr û baweriyên Xanî bipîvin dê bibînin ku ev hemû têkilîyên laş ne durustin û heramin ji ber ku di navbera du kesên ku bi rêya şerîetê ne girêdayî hevin, yanî nikaha wan nehatiye birrîn. Em bala xwe didinê ku Xanî di vir de ne mela ye û tabuya ku dînê islamê ji bo van têkilîyan daniye dişikîne, lê weke ku ew bi xwe dibêje kûrtir û nişûvtir naçe da ku evîndarî ji (necasetê) ango nepakiyê were parastin û evişandin.
Xanî maçên evîndaran mîna ferzên nimêj û rojiyê dibîne loma jî ew di wê baweriyê de ye ku du evîndarên ji hev dûr bûyî bin, di dema hevdîtinê de divê wan ferzên ku li wan çûne( ango maç) qeza bikin û hemûyî vegerînin!!
Herdem dikirin qeza û sunnet
Ferza we ku bûse ne çi minnet!
Balkêş e ku piştî sêsed salî wergêrekî Mem û Zînê ku ew jî dîndarekî kurdan e(mebest Dr. Seîd Remezan El botî ku xwe ji kurdayetiya xwe di xutbeyeke xwe ya înê de şuştibû û bêrî kiribû) ne bi qasî Xanî tolerant e û ev malikên behsa têkiliyên cinsî tê de dibe newergerandin! Di nerîna wî de ku ev cûre wêje dê exlaqên ciwanan xira bike û ew ne li gorî pîvanên dîn û şerîetê ne. Xanîyê ku tu sansor qebûl nekirin, piştî sêsed salî dîndarekî awirteng û asogirtî hat sansor li ser nivîsa wî danî!!
Her wisa fersende ku bibêjim kesên mîna Xaniyê tolerant ji bo vê civaka me ya ne tolerant bi hezaran divên da ku civak rihet û aram bi pêş bikeve. Ev civaka me ya ku salê bi sedan jinan dikuje û disotîne ji bo (pirsa Şeref û Namûsê!!!!) bi hewceyî vê zihniyeta ku nirxekî giran dide evînê û dide jinê û dibîne ku evîn mafekî xwezayî ye ji mafên jinê her wekî ji mafên mêr jî.
2-Erotîka bêsînor(ya vekirî)
Zava bi edeb ku çû ji der dan şem´a ku li pişt hicab û perdan
Rabû ku ji pêş ve çû xeraman kêşa li zemîn bi nazi daman
Zulfê di xwe kirne payi endaz Destê di xwe kirne ferqi perdaz
dêma ku bi nûrê Beytul-eqsa qendîlê felek bi wê di-îsa
Mexmûrê xebûqê derdê hicran muştaqê sebûhê weslê canan
J´ewwel ve li a´detê mubahê destê xwe dirêji kir surahê
Nûşî ji surahiya şekerleb nûşîn qedehek ji mey lebaleb
Mexmûrî ku def´i kir meya nab bêhn kir gul û sunbulê di têrab
Geh nêrgiz û lale gahi sorgul rîhan û binefşe gahi sunbul
têk têkve didan û têk dibestin hin bûse didan û hin digestin
Ew çendi bi yekve radimûsan newbet nedidane hev li bûsan
Elmas û guher cebîn û dindan tebdîli biwîn bi le´l û murcan
Deryayê mehebbetê we kir cûş dest gerden û leb bi leb hemaxûş
Medhûşi biwîn bi wê mudamê bêhiş diketin ji ser qiyamê
Qadir nedibûn bikin qu´ûdê gêrbûne bi yek ve bo sucûde
Tikrari li secdeê ku rabûn ewçendi bi yekve herdu şa bûn
Şekker ji lebê di yek revandin sorgul ji ruxê di yek civandin
Terkîbi kirin ji bo xwe gulqend Tezwîci ku bûn bi yekve dilbend
Sê roj û şevan bi dil peyapey wan teşneleban vexwarin ew mey
Mustesqiyê şerbeta meya nab axir ku nebûn bi şurbi sîrab
Keyfiyyetê neş-eya şerabê kêşane kemalê ittirabê
Safîzeqen û bedenşefafê kir meyl û mehbbeta zefafê
Sermesti bi desti têk heristin bûn kilte û kilç û daheristin
Dem lêk piçiyan û dem cuda bûn geh cot û bi yekve û gahi tek bûn
Dem ew di du bûn û gahi yek bûn geh cot û bi yek ve gahi tek bûn
Tîra ku ji a´ci berhedef bû amaci bi sefweta sedef bû
Amaci ku bû mehellê peykan durdane bedel kirin bi murcan
Nebl hative nesli ma di wê da nesla xwe ji can û dil bi wê da
Peyweste bi roj eger bi şev bû wan ber ji mehebbetê her ev bû
Hemware du serxweşê di serkeş vala dikirin li yêk û du terkeş
Ger roj û eger şevê di reş bûn ew herdu melek we pêk ve xweş bûn
Goya te digo du kîmiyager meşxûli biwîn bi e ´qdê cewher
Ew rûh û cesed bi yekve munzem nefseyni bi yekve bûne mudxem
Inzalê legen nuzûlê ibrîq tes´îdi kirin bi qer´û inbîq
Memzûcê şebîhê şîr û şekker mexlûtê wekî heyat û kewser
Qete´en çunebû ne xur ne xwabek wan bîr nedihati nan û abek
Ew hefte temami bûye gerdek agahî nebûn ji halî ferdek
Xalib geriya li derdi sihhet xem çûn veşirîn ji kerbê weslet
Di van malikan de tiştê herî balkêş ew eku Xanî bi xameya xwe ya afrîner dîmenekî erotîkî kêşaye. Min bi xwe ev reng teswîrkirina hevdîtina jin û mêran di berhemên klasîk de nedîtiye. Ev yek pirsekê di serê mirovan de dixuliqîne: gelo bi çi mebestê Xanî ev eotîk derbasî berhema xwe ya ku incîla kurdayetiyê ye kiriye?? Ji bo bersivê jî divê em li dîbaceya Mem û Zînê vegerin. Xanî dibêje ku ew ji bo kurmancan(Kurdan) kitabekê li pey xwe dihêle da ku xelq(milletên ne kurd) nebêjin kurd bê kitabin:
Da xelqi nebêjitin ku Ekrad
Bê me´rifetin bê esl û binyad
Enwa´ê milel xwedan kitêbin
Kurmanci tenê di bê hesêbin.
Li ba Ehmedê Xanî Kitab têgeheke wê ye Epistimologîk heye. Ango kitab ne tenê çîroka du evîndaran e yan jî eşkerekirina derdê milletekî ye. Ew her cûre zanîn, felsefe, diynet, stêrnasî civaknasî, tarîx û heta erotîka jî di xwe de diguncîne.
Xanî bi qesd vê mijarê li qelema xwe dide. Ew Erotîkayê weke parçeyekî wêjeyî bi me dida naskirin. Bi gotineke din mebesta wî ji vî beşî ne hêvotina keç û xortan eyan jî germkirina paşhestên wan yên cinsî ye.
Em di van malikên buhurî de li şeva yekem ya zewacê temaşe dikin. Lê ne mîna ku di xeyalê xelkê de ew şev hatiye resimkirin. Li ba xelkê ew şev şeveke bi tirs e bi êş û jan e û tenê ji bo Jikeçkanîxistinê ye. Ango evîndarî hezkirin û têkiliyeke germ di wê şevê de nîne. Li ba Xanî mesele vajî ye.
Bêhna herdu evîndaran ku nû daweta wan qediya ye, fere ye. Hayê wan ji kesên li der ve nîne. Tacdîn diçe ba bûka xwe Sitî û xwe û wê ji têkilya mezin re amde dike. Destê xwe dirêjî gerdenê dike, maçan ji lêvên wê distîne. Bi ser rûyê wê3 de xwar dibe û bisk û keziyan bîn dike. Geh wê maç dike geh jî wê gez dike!!(helbet ne gezên hovane). Xanî dide xuyakirin ku bûk jî çalak e, ne bûka ku hayê wê ji tiştekî nîne û li hêviya zavaye ku( Kar )bi lez biqedîne û derkeve derve da ku (desmalka sor) raberî dawetiyan bike! Bûk jî wî radimûse wî bîn dike û hemêz dike. Ev tevgera wan sê roj û şevan dirêj dike bêyî ku bizewicin! Yanî bi sebrin û her yek bedena yê din û cografiyeya lezzetê li ba şirîkê xwe vedinase. Êdî ji germbûnan bûk bi xwe dixwaze ku zava wê bibe:
Safîzeqen û bedenşefafê kir meyl û mehbbeta zefafê
Ango : ya ku çennazik û tenzelal xwest zava li gel wê razê.
Xanî di vir de işareteke baş dide ku jin di têkilîyên erotîk de ne tenê roleke neyênî dilîze, divê ew bi xwe tevgereke erênî bike û ji mafê wê ye, ne şerm eku ew bi xwe hestên dil û bijokiya xwe diyar bike!
Xanî ji bo organên nêrîtî û mêyîtîye wesif bike perdeya fediya(rojhilatî) diçirîne. Guh nade çanda qedexekirinê û pistepistên civakê. Organê Tacdîn mîna tîreke ji diranê fîl dibîne ku berê xwe dide (armanca xwe) organê Sitiyê ku ew jî mîna (Sedefê) ye. Li wir ku êdî tîr dikeve sedefê Sitî ji keçînî dikeve: û xûna wê ya mîna murcanê bi avika(Tuxm) Tacdîn ya mîna daneyên gewheran tê guhertin.
Xanî bi wê tenê qayil nabe lê di rojên mayî de jî( ku çar rojin)herduyan mîna du kimyageran tîne ba hev ku êdî meşxûlê ristina gewheranin û ew di hev de ne mîna kil û kildankê. Ji misîn(organê Tavcdîn) şîrîniyeke weke şîr û şekir dirijînin legenê(organê Sitiyê) ! Li vir Xanî peyveke Erebî ku tenê ji bo herikîna tuxmê mêr dihate bikaranîn, ew jî Inzal e.
Mem û Zîn kitaba kurdan e. em Kurdên ku ev Kitab ji bo me hatiye nivîsîn divê her li dora wê bin, xwe bedrin binê wê û gewheran ji kûraniya dilê xwediyê wê berev bikin . |