home
contact

Cervantes û Xanî     
21. 12. 2007 

Jan Dost
Min li tevgera ku li hawirdor peykerê mezin ê nivîskarê îspanî Miguel de Cervantes  temaşe dikir. Ew peykerê mezin û pirşikoh li meydana Plaza li Madrida paytext.
Li jêra wî peykerê Don Quijote bi rima xwe ya dirêj û li rex wî peyrewê wî yê navdar Sancho Panza li ser kerê xwe. Ji nişke ve min dît ku ez dûrî komika bi xwe re dikevim û ber bi binaniya peyker de diçim. Kamereya xwe amade dikim û dixwazim wêneyekî bikişînim.
Ez di peyker de fikirîm. Peykerê ku her du peykerên lehengên romana wî ya navdar jî li binî jêre rewêjtine. Li hawirdorê bi sedan turîst diçûn û dihatin û wêne li ber kerê Sancho û rimê Don Quijote(Don Kîxotê) ji xwe re digirtin. Serdana  min ya ji gora Ehmedê Xanî re li Bazîdê berî 11 salan hate bîra min. Wê katê çavên min li turîstan neketin. Tenê nuqteyeke leşkerî ku leşkerên li ber nobedarî dikirin dişibihîn Bekoyê Ewan  li wir hebû.
Ehmedê Xanî bi tenê bû. Kesek nehatibû serdana wî. Li vir jî bi hezaran û ji dehan dewletên dinyayê hatibûn da ku li bin teriya kerê Sancho wêneyên xwe bikişînin!
Ez pê hesiyam ku giyanê Ehmedê Xanî wekî bayê hênik, nermik nermik dadiwerive hinavê min, ez pê hesiyam ku ez Ehmedê Xanîyê me û piştî sêsed salî hatime Madrîdê da ku gilî û gazinên xwe li ba vî nivîskarê îspanî yê mezin bikim. Ez nêzîkî bingeha peykerê mermer bûm û mîna yekî ku xwe bide nasîn min di dilê xwe de got:
Ez Ehmedê Xanî me, piştî te bi sî û pênc salan ji xeybê fek bûme (Ji dayik bûm). Ez kurê miletekî me  ku bawer nakim te navê wî bihîstibe. Bawer nakim ku yek ji hemwelatiyên te yên niha jî min nas dike. Ez jî mîna te ketim ber pêlên bêhêvîbûnê. Min jî çîroka xortekî nivîsî ku şerê kirêtiya civaka feodal bi ciwaniya evînê dikir mîna ku çawa lehengê kitêba te şerê aşebayê welatê xwe bi rima xwe ya şikestî dikir.
Bi dehan salan e ku vîzevîza guleyan û gurmegurma teqîna top û qenbereyan li ber guhê min e û gola rihetiya min û xewa min a ebedî şêlû dikin. Tu jî ji xwe re li dengê tiqetiqa evîndaran û muzîka maçên wan guhdarî dikî.
Rast e tu xizan û bêçare li serê kolanekê ji kolanên Madrîdê mirî, lê niha bi sedhezaran têne serdana te û baqên gulan li ber piyên te datînin û mîr û padşah jî têne serdana te. Ey siwarê romana îspanyolî, piştî mirina min jî ez êşiyam û min jan kişandin ne mîna te ku bi mirina xwe bûyî qral.
Xanî ji xeyalê min derket û ez bi tenê mam. Ez nivîskarê kurd yê vê sedsalê û min hey li rûyê Cervantes û destê wî yê ku bi kitêbekê girtiye dinêrî.
Çi birîn e ku nivîsandin wê di wijdanên me de dihêle! Çi hêz e ku pêçiyên me ber bi pênûsan de dikişîne! Çima jiyan me hildibijêre da ku em bibin têkoşerên ku bi tîpan  şerê kirêtiya vê cîhanê dikin? Em in pêxemberên êşa mirovayetiyê ku bombeyên kînê ji hev dixin. Îca rejîm tên me û giyanên me dorpêç dikin, sînor jî li ber me radibin û me bi gunehê jiyanheziyê tawanbar dikin!
Pirsên min li ber piyên Cervantes herikîn mîna siya piştî nîvro li bin roja Madrîd a ronîdar.  
***

veger
 
©jandost2008