home
contact

Çanda qedexekirinê

Çend têbînî li ser nivîsa Bavê Nazê (Nizar çi  dixwaze?)

Di kovara malpera Amûdê ya mehane, Nivîs de, Hijmar 19. Bavê Nazê Nizar Agrî û nivîsên wî dide ber destarekî diranhûr ji Rexneyeke ku ji pîvanên rexneyê dûr e.  bi rastî dema min ew nivîs xwend  ez şaş mam!! Rexne li ku û ev nivîs li ku!  Niha ez naxawzim pêşgotinê dirêj bikim û ezê vê nivîsa xwe bikim du beş :

1-azadîya rewşenbîr di bîr û bawerîyên xwe de :
xuyaye ku hîn civaka Kurdî fêrî rexneyê nebûye û ne amade ye li bawerîyên vajî, yên berê hazir û cihgirtî, guhdarî bike !!  ev yek ji min ve qenc hat nasîn piştî nivîsên Nizar Agrî û bersivên ku derbarî nivîsên wî de hatin weşandin. Niha ez vê yekê jî berfireh nakim, tenê ez dê di xeleka azadîya rewşenbîr de bizîvirim. Tiştê ku dihêle mirov şaş bimîne ew e ku hinek hene mafê rexneyê li gor dilê xwe li filan û bêvan belav dikin, Bavê Nazê di nivîsa xwe de dibêje : ew mirovê ku ne pisporê zimanê Kurdî û ne jî zaniyarê edeba me ye( !!)mafê wî yê rexneyî nîne !!
li gor vê nerînê, rexnegirî, wezîfeyeke fermî ye û kaxezên wê yên taybet hene, mîna fotoyên $exsî, nasname,…… û hdw.
di civaka pêşketî de ya ku fikr û mejî pêşengîya wê dike, mafê her kesî heye ku bîr û bawerîyên xwe bi dengekî bilind bibêje û raya xwe di her tiştî bide, rexneyan  li her kesî û di her warî de bike. Rexne mafekî xwezayî ye, ne Bavê Nazê ne jî ez û ne tu kesê dî ji xwedayên piçûk yên xwedî qamçî, dikarin devê mirovekî gem bikin û wî weke hespekî serkeş di tarîya axurekê de bitewilînin.
Ew mentiq û zihnîyeta qedexekirina azadîya bîr û bawerîyê, ya ku rewşenbîrên cîhanê di pêvajoya dîrokê de, li himber rawestîyane û heta hinekan giyanên xwe jî gorî kirine(Sokratis=Suqrat û piyala jehrê), îro ew mentiq siya xwe ya reş û giran diavêje ser çanda me û bûye mentiqê me, eger dengê yekî ji derve yî refê bilind dibe, di cih de pênûs rola xençeran dilîzin û dadgeh ji nivîskaran re vedibin û sûcdar dibin, biryar tên standin ku mafê Elo heye rexneyê bike, lê yê Celo nîne !!
Ez ne piştgirîya Nizar agrî dikim, û bi xwe jî rexneyan lê dikim û gelek bîr û bawerîyên wî ne rast dibînim, lê ev yek nayê wê wateyê ku devê wî divê were dirûtin yan jî pênûsa wî bête şikandin. Weke çawa ez xwe azad dibînim pesnê Remo û Şemo bidim, ez wî jî azad dibînim ku rexneyan(çi tund çi nerm) li wan bike, eger rexneyên wî ne rast bin li gor nerînên min, ez dê vê yekê bibêjim, lê qet nabêjim : mafê te û rexneyê nîne.
Rexne bi xwe cîhaneke berfireh e û gorepaneke hespên lawaz jî, yên rewan jî tê de didin cirîdê, ew ne qada hesp û siwarên filan mîrî bi tenê ye.
Ev zihnîyeta qedexekirinê ku derbasî civaka me û rêxistinên me û mejîyê rewşenbîrên me bûye, wê di Paşerojê de bibe bingeha sazkirina civakeke nexweş  ku tenê yekreng û yekdengî ye. Her çendî ez ne pê re me ku yek xwe weke rexnegir bide nasîn û rabe bi dijûn û sixêfan berê xwe bide kesekî, lê di bawerîya min de, di ferhenga rexne yê de wêjeya Pîroz û Muqeddes nîne, dîsa jî(xwedê neke) eger yekî zimandirêjî kirin, wê bersiva wî ne zimandirêjî be, û cihê wî ne girtîxane bin, wê  li gor qanûn û zagonan ew kes were sûcdar kirin, nek her yek xwe bike terazû ya rastîyê û pîvana mejîyan.
Di nerîna min de milletê kurd yê ku bi sedê salan di bin destan de maye û zordarî û zehmetî kişandîye, bi xwe jî ew kirasê zordaran li xwe kirîye, û bi şiv û qamçîyê dixwaze li nav çavên her kesê ku dengê xwe bilind dike bide.
Di nerîna min de tiştê ku ji me kêm, rexne bû, û divabû ji mêj ev celeb di nava kurdan de peyda bubûya, bê guman wê niha civakeke ji kompleks û girêkan rizgarbûyî peyda bûbûya û ne hewce bû ku me tiving û xençer li dewsa pênûsê û gotarên rexneyî yên aştîyane bi kar nedianîn, gelo eger bavê nazê bibe wezîrê çandê di hikûmetekê de wê çend pirtûk qedexe bibin û neyên weşandin bi behaneya ku ew (êrîşî filan yan bêvan dikin)!!
Pirs ne pirsa ku Nizar rexneyê li Xanî yan Celadet yan Jî nemir Barzanî dike, pirs ew e ka heta kîjan rade yê ew nêzîkî yê li rastîyê dike di rexne yên xwe de !! kê gotîye rexne li serokekî Kurdan nabe !! Ehmedê Xanî bi xwe rexne li mîr nekirin, rexne li civakê nekir, yan mîrên me û civaka me ji mîr û civaka serdema xanî pirr çêtirin !!
 ez dê mînakeke piçûk li ser pêwistîya rexneyê  bînim :
Di serdema komara Mehabadê de, yekî zengîn hate kuştin, navê wî Xefûr Mehmûdyan bû, her çendî di jêderan de dibêjin ku Qazî Mihemmed hay ji kuştina wî nebû, û nerazîbûna xwe da xuyakrin, lê kuştina wî gunehkarîyek mezin bû divabû wilo bi hêsanî derbas nebûya, ne xasim yên kujer xuyabûn û serokê komarê mirovekî Qazî bû ,ango dadmend bû û dizanîbû heq û neheq çî ye, yekî ji rewşenbîran dengê xwe bilind nekir û ne got : ev kes çima bê mehkemekirin hate kuştin ? gunehê wî çi bû ?
eger weha bûbaya û bi dehan gotarên rexneyî di jiyana komarê de û piştî têkçûnê de li ser vê bûyerê bihatina nivîsandin, wê êdî kuştina dijberan ji hêla rêxistinên me yên hişkbîr(muteşeddid) ne ewqasî hêsan bûya.
Ez dibêjim ku hîç ferq tune, ha rêxistinekê yek ji dijberên xwe kuşt, û ha devê nivîskarekî hate gemkirin, her du yekin û her du jî tunnekirina (yê dî) ne, kuştin û vemirandin û qedexekirina bawerî û nerînên ciyawaz, kuştina mirov bi xwe ye, ma mirov ji bilî rûhiyet û bîr û bawerîyên xwe çi ji giyandarekî din ferq dike !!
Ez ji sedî hema bibêje nod, ne bi nivîsên N.Agrî re me, û wan şaş dibînim û dinivîsim ku ew şaş in, lê ji sedî sed ez li himber devgirtina wî û qedexekirina nivîsên wî radiwestim.

2- Şêweyê rexnegirî yê li ba rewşenbîrên Kurd:
ez naxwazim danasînekê ji rexne, wek cûre û celebekî nivîsandinê, re bikim. çi ku rexne gelekî fere ye û gelek şêwe û dibistanên rexneyî hene, ne xasim ew dibistanê ku vê dawîyê hatine meydanê, lê dixwazim şêweya bersivandina gotarên rexneyî bikim û ya Bavê Nazê mînak bînim.
Bavê Nazê, di nivîsa xwe de zarave û wêjeyên ferhenga rexnegirîyê nexibitandine, wî xwe avêtîye ferhenga wêjeyên ceng û şerên çekdarî û yek caran jî xwe sipartîye sixêfên civaka gundîyan, yan jî kolanan, peyvên mîna : êrîş, Dijmin, bêheya, bêşerm, bêrûmet, bêbext, bêexlaq, nezan, dîn, xwedî kîn… !! bi kar anîne, her weha meteloka Kerwan dimeşin jî anîye ziman lê paşeka wê negotîye : kerwan dimeşin, kûçik direyin !!!!!!
Ev pesn û sifetên me li jor anîn, ku Bavê Nazê wan mîna kirasekî li bejana (mamoste !!) Nizar dike, ne sifetên nivîsa Nizar in, ez ne bawerim sifetên wî ne jî. heta ku Nizar kesekî bi wan sifetan be jî, ne pêwiste , berhema wî û çewtîyên di berhema wî de ji xwendevan re pêwîstin, rastî ji devê her kesî derdikeve, qenc û neqenc, dost û dijmin, û divê mirov- eger xwedî insaf be- li kiryarên kesan nenihêre, li rexneyên wan û rastîya rexneyên wan binihêre, gelek ji nivîskarên cîhanê hene, lawbaz (homosexuel)  in, gelo divê em berhemên wan bişewitînin !!
Her weha mumkin e, mirovekî welatparêz û xebatkat û bi şerm û bi heya û bi exlaq, nivîsek qels û daketî binivîse, yan rexneyekê bike, ma gelo ew exlaqên wî kesê baş, sewîya berhema wî bilind dikin !! girêdana exlaq û rastîyê bi hev ve–di nerîna min de- felsefe yeke çewt e.
Her weha Bavê Nazê tecrubeyên xeyalî pêk tîne û digihîje encamin xeyalî û ji me dixwaze ku em encamên wî bawer bikin !! ew dibêje : emê di xeyala xwe de du kom zarok ku cara yekem diçin dibistanê wek nimûne bînin, komek bi tîpên latînî…… û komek bi tîpên Erebî ….helbet  ew zarokên ku bi tîpên Latînî hîn dibin dê berî yên din bin.
Ez fam nakim çawa bavê nazê di xeyalê xwe de vê ezmûnê çêdike û digihêje encamên wisa !! ma mesele xewnê şêxan e, yan kerametin ?! eger di rêyeke zanistî re bigihîje vê encamê, emê bibêjin : sedî sed weha ye, lê cara yekem e ez dibihîzim bi xeyal encamên girîng têne holê !!
Ez ne ku tîpên latînî diparêzim, na. lê ez şêweyê rawestîna li ser mijar û babetan rexne dikim, tîp hêsan û dijwar nînin, û  fêrbûna zû, vedigere qabilîyet û zîrekî ya zarokan.
Bavê Nazê qala alfabeya tirkan dike, ez nizanim ew çi alfabe ye ?! tu cudatîyên alfabeya C.Bedrixan û ya Tirkan nînin, ji bilî çend tîpan, îcar alfabe ne milkê bavê tirkan e heta yek bibêje ev alfabe ya Tirkan e û spasîya xwedê bike ku Celadet Bedrixan ji me re alfabeyek afirand û em ji ya tirkan xelas kirin. !!
Bavê Nazê pirsekê diteqîne û dibêje : gelo, ji gelên cîhanê kesî kilasîkên xwe danîn hemberî hev û gotine ev ji yê din çêtir ?
Ev pirsa bavê Nazê, weke Ereb dibêjin, pirseke Istinkarî ye, ango Bavê Nazê bawer nake ku xelkê nivîskarên xwe ji hev bilindtir û nizimtir dîtine ! ez şaş dimînim dema vê pirsa wî dixwînim, gelo ma rast haya wî ji mêjûya edeba kurdî û edebên cîhanê yên din nîne ?  hema ez dê mînakeke piçûk ji ya Erebî bînim, Amedî kitêbek bi navê Elmuwazene(ango : beramberkirin û xistina terazûyê) nivîsî ye, tê de behsa du helbestvanên ereb yên navdar dike, ew jî Elmutenebbî û Ebû Temmam in, û dibêje ev ji yê din mezin rir û şair tir e û her weha di her edebiyatê de ev beramberkirin heye. Nivîskar, çi kevin çi nû ne hêkê mirîşkekê ne ku weke hev bin, ne jî kopî ne ku mirov nikaribe wan ji hev veqetîne, her yek cîhaneke wî heye, û hin sewîya wan bilind e, hin jî nizm e, hin xwedan ferhengeke wêjeyan ya zengîn û nazikin, hin jî ferhenga wan xizan û wêjeyên wan hişkin û her weha gelek cûreyên bermaberkirinê  hene.
Bavê nazê dibêje ku çima nizar negotîye : kurd Mem û Zînê weke quranekê dibînin, û gotîye : wan Mem û Zîn kirîye incîla xwe !!
Ev yek ji ber wergerandinê tê, çanda me bi çanda rojavayê tesîr bûye, weke çawa li wir zarave û musteleh tên bi,kar anîn, li ba me jî weha, nivîskarên rojava ji her pirtûkeke mezin ku roleke girîng di civakê de lîstibe, dibêjin incîl e, weke kitêba El eqd el ictimaî(peymana civakî) ya can cak Rosso ku jê re tê gotin : Incîla şoreşa Firensî. Mesele ne wêrekî û tirsonekîya Nizar e, mesele ketina bin pandora çanda rojava û Ewropî ye.
Tiştekî din bala min di nivîsa Bavê Nazê de kişand, ew jî dema dibêje: ji destpêka nivîsa Agrî ta dawî(ku li ser M.Uzun nivîsî bû)ez pê re me. Wî çi di derheqa şexsê Uzun de, û çi di derheqa ``berhemên`` wî de nivîsîye, ez rast dibînim.
Bi rastî li vir ez nikarim xwe bigrim û divê ez bibêjim ku Bavê Nazê terazû û qabanek ji ya ettarê gundan xwar tir avêtîye ser milê xwe û li gor dilê xwe tiştan dipîve û dikêşe,  Nizar, li gor dîtina bavê nazê, çi li ser şexsê  Mehmed Uzun binivîse rast e !! ango mumkin e mirov li ser şexsê nivîskarekî binivîse û qusûrên bedena wî û modela Destefona wî û numera lingê wî, yan jî  girêdana grafeta wî rexne bike !! lê ne her kes, kesê ku ez jê hez nekim divê were rexne kirin û xuyakirin ku ew(sextekar e), yanî bizina min nedoşe, lê ya cîranan ji te re ye, çi pê dikî bike !!
Dîsa dibêjim ku ez Uzun naparêzim û piştgirîya wî jî nakim, lê vê cûre rexneyê rexne dikim û helwesta xwe li himber wê eşkera dikim. Rexne rexne ye û her kes dibe mijara rexneyan, û her fikr û bîr û bawerî jî dikevin ber  bêjinga rexnegir, qet xal û xwarzê di rexneyê de nameşe.
Di dawîya gotara xwe de, Bavê Nazê vê şanoka(serjêkirî) dinivîse : ji min re hatîye gotin ku N.Agrî nivîsek negatîv li ser rehmetîyê Barzanî nivîsî ye, heger weha be, tenê ravekirinek ji helwesat Agrî re heye, ew jî…..
U Bavê Nazê ,wek Şehrezad di çîrokên hezar şev û şevek de, dema ku dîk û keleşêr bang dikin : qî qî qî qî qîîîî.  çîrokê temam nake.

 

veger
 
©jandost2008