Bêjing û zenberekên seydayê Bozarslan
Keda ku seydayê M.Emîn Bozarslan ji berî çil salî de daye, bêguman kedeke hêja û nirxbilind û cihê serbilindîyê ye. Wî, dema ku Mem û Zîna Ehmedê Xanî bi tirkî wergerand, kesî nediwêrîbû bibêje ez kurdim. Dilêrîyeke bêsînor di vê xebata wî de hebû, ji ber ku teksta Mem û Zînê teksteke him ji têgihiştina me ya hemdem re zor e, him jî li welatekî mîna tirkiyê ( tirkîya dawîya salên şêstî) qedexe bû.
Lê mixabin di vî karê Bozerslan yê hêja de hinek qelsîyan cihên xwe xweş kirin û dîsa mixabin ku hemû çewtiyên seyda bûne bingeh û şiroveyên wî yên şaş bûne rastek û peyvên Mem û Zînê li bakurî Kurdistanê pê hatin pîvan.
Di vê nivîsa xwe de tenê dê sê mînakan( jimara mînakan pirr e ev quncik têra me nake) bînim ziman.
1- mîter, Camî, Nizamî
di malika 257an de Xanî li ser bêrewacîya zanîn û hinerê dibêje:
kes nakite Mêterê xwe Camî
ranagiritin kesek Nizamî
seydayê Bozarslan weha şirove dike vê malikê:
mîter: ronahî, roj; yanî kesekî ilmê ku wek camê ye ji xwe ra nake roj û li pey ronahîya wî naçe!!(r.64. çapa sêyem . HASAT yayinlari. Istanbul 1990) û malikê weha werdigerîne:
kimse o kadehi kendine işik öncüsü yapmaz
kimse düzene girmeye yanaşmaz.
li vir, peyv li ba seyda tevlihev bûne, ji wî we ye ku mîter, ji Mîtra hatiye. wateya Mîtra roj e, û Mîtraism jî ola rojperestîyê ya kevnare ye. Lê mebesta Xanî ji peyva mêter, Mihter ango sayisê hespan û xizmetkarê wan e. Camî jî ku helbestvanekî farisî ye(1414-1492), li ba seyda bûye cam ango peyale!! Her weha Nizamî (1135-1217)ku helbestvanekî binyadkurdî Îranê ye, weke peyveke erebî jimartiye( nîzam: rêkûpêkî, qanûn û sistem e, bi tirkî : düzen!!)
mebest a Xanî ew e, ku bazara zanîn û wêjeyê şikestîye, kes Camî nake sayisê hespên xwe û qedrê Nizamî jî kesek nagre û wî qebûl nake.
2- zenberî:
di malika 1333an de Xanî li ser zimanê Memê dibêje:
dîwane me, min perî bi derda
ez Dicle me, Zenberî me berda
seyda di şirovekirina peyva Zenberî de weha dinivîse:
zenber: em rastê mana kelîmê ne hatin. Qey zembereke(r.254 jêdera berê). Û di wergerandinê de jî weha dinivîse:
Dicleyim ben, zenbereği bıraktim!!!!(r.255 jêdera berê).
Di vir de yek mat dimîne! Gelo yanî çawa Dicle ku çemeke dev ji zenberekê berdide? Ma qey Dicle seetek e ku zenbereka wê bifilite?!
Bi vegera li ferhengan tê zanîn ku Zenberî cûreyek ji cûreyên gemîyên mezin e. û li vir, ji xwe dê mentiq û atmosfera mailkên xanî ronîyê bihavêjin ser quncikên tarî yên di zimanê Mem û Zînê de. Xanî dibêje ez bûme mîna Dicle, gava ku pêlan vedide û gemîyên mîna Zenberî dide berxwe.
3- Bêjen:
di malika 1373an de dîsa Xanî li ser zimanê Memê dibêje:
ev bilbilê can di mehbesa ten
maye bi tenê misalê Bêjen
Seyda wergerandina misra`a duyem weha dinivîse:
Kalmış yalnız, kalbur gibi delik deşik!!(r.265 jêdera berê)
Û di ferhenga pêvek de ku li dawîya pirtûka wî hatiye, dîsa wateya Bêjen dubare weke ku bêjing be dinivîse:
Bêjen: bêjing(kalbur)!!!(r.497 jêdera berê).
ez bi xwe nizanim bêjing çawa bi tenê dimînin!! Yanî tenêtîya bêjingan di pêvajoya mêjûya wêjeyê tevî de bi ber çavên min neketiye! Xanî mirovekî şair û hestên wî gelekî tenik bûn, xeyalê wî jî xeyalekî vêketî û germ bû, ne mumkin bû ku can û giyanan bişibihîne bêjingan!! Îcar divabû haya seyda ji wêjeya farisî jî hebûya ku bersiva gelek pirsên di Mem û Zînê de têne bala mirov di xwe de diguncîne. Bêjen bi xwe kurê Gêw e, ew diçe nêçîrê û dil dikeve Menîje keça Afrasyabê. Dema ku Afrasyab pê dihese Bêjen dihavêje binê bîrekê û ew bîr dibe zindana wî. Piştî ku Gêw li serpêhartiya kurê xwe haydar dibe, Rustemê Zal dişîne welatê Afrasyab da ku Bêjen rizgar bike. Rustem herdu evîndaran jî rizgar dike û vedigere. Ev çîrok jî di Şahnameya firdewsî de heye.
Mem û zîn teksteke girtî ye, kilîta wê ne tenê ferheng e, lê wêjeyên rojhilatê hemû ne. Pirtûkên dîn felsefe, mentiq, astronomî, muzîkê, û tefsîrên Quranê jî ne. Bi kurtî hemû beşên zanînên klasîkî.
Dema ez van mînakan ji hin şaşiyên seyda tînim, dibêjim ku di şiroveyên Mem û Zînê hemûyan de şaşî hene. Divê ew şaşî werin destnîşankirin da ku têgihiştina me ji mem û zînê re zelaltir û zûtir bibe. Meela peyva Zenberî wisa bi şiroveya xwe ya çewt berdewam kir û heta di pirtûka H.Mem de (mamostayê Sêyemîn Xanî) cihê xwe dît û weke xwe ma. |