jan dost


Mezintirîn xebata li ser Mem û Zînê derket

Xebata  Jan Dost ku ev demeke dirêj e li ser Mem û Zînê kar dike û berê gelek edisyonên cihê amade kirine, bi navê: Ehmedê Xanî / Mem û Zîn Şirove û Kurdiya Îro: Jan Dost ji nav weşanê Avesta li Stenbolê derket. Jan Dost ku berê gelek edisyonên Mem û Zînê bi erebî çap kiribûn û Mem û Zîn bi kurdiya îro çap kiribû, şiroveya xwe bi kurdî amade kir. Heta niha ev mezintirîn xebat e ku teksta Mem û Zînê şirove dike. Ew ji 730 rûpelan pêk tê. Êdî Mem û Zîn ji bo xwendevanên dema nû bi hêsanî tê fêmkirin. Jan Dost di pêşgotina xwe de weha dinivîse:
“Ev xebat û xebatên bi vî rengî divabû ji zû ve bihatina kirin. Divabû Mem û Zîna Xanî di pey mirina wî re û li ser destê ronakbîrên kurdan wê demê bihata şirovekirin û tefsîra wê biketa her malê. Milletên ku hişmendiya wan zindî ye û pêta zanînê di hişê wan de her diçirise zû bi zû xwedî li şaheserên xwe derdikevin. Berhemeke wek Mem û Zînê divabû ku bi dehê caran û li ser destê gelek kesan bihata tefsîrkirin û “mîmariya” me ji dîwarê zanînê re li ser bingehekî xurt bûya.
Mem û Zîn teksteke ku bi hezar kilîtî vedibe û gencîneyeke bê binî ye ku divê ji hêla gelek pisporên felsefeyê û rexnegiran û mûzîknasan û stêrnasan û hwd were vekolîn. Divê xwendina Mem û Zînê ne ji aliyekî tenê ve be, divê ew bi gelek şêweyan û ji gelek koşeyan de were xwendin. Divê ew mîna girekî tarîxî were vedan û kolandin da ku ji hundir de were keşifkirin û razên wê werin nasîn.
Ev berhema ku nêzîkî 2660 malik e kitêba kurdan ya pîroz e û serê kurdan divê bi vê kitêbê bilind be û her wê bidin pêş û bidin ber çavên (xelkê) ku muxatabên Xanî bûn da ku giraniya wêjeya kurdî were nasîn. Erê ev berhem nêzîkî kitêbên pîroz yên milletên din e ku civak û tarîx û cîhana wan serobinî kir.”
Mem û Zîn                                                                          
Ehmedê Xanî                                                                     
Şirove û Kurdiya Îro: Jan Dost
ISBN: 978-9944-382-42-6 . 22.5x14.5, 730 rûpel

 

Pencereyê bigrin


©www.jandost.com