Zimanê Jan Dost ê rewan û helbestiyane, zimanê serdemên berî zuhabûn û talan û kavilan e. xeyala kurmanciya berî şûştina mêjî û hestan e. Peyama Mîrnameyê ya bingehîn jî ew e ku romanên çêjamêz û çêjxweş dikarin bi kurmancî werin nivîsandin, lê ku neyên nivîsandin jî, sedema wê ne ziman e, lê bêhêziya nivîskarê kurmanciyê ye.
